1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Yên qezenc bikin gelên Rojava, Kurd û Rojhilata Navîn e"
"Yên qezenc bikin gelên Rojava, Kurd û Rojhilata Navîn e",yên,qezenc,bikin,gelên,rojava,kurd,û,rojhilata,navîn,e

"Yên qezenc bikin gelên Rojava, Kurd û Rojhilata Navîn e"

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo: Yên qezenc bikin gelên Rojava, Kurd û Rojhilata Navîn e

A+ A-

EFRÎN 19.07.2014 07:00:35 Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bi wesîleya 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û diyar kir Şoreşa Rojava şoreşa hemû Kurdistanê ye. Hemo diyar kir ku bi êrîşên Kobanê re tê xwestin ku şoreş bê tunekirin, dîroka Kurdan tune bikin û got: “Berxwedana ku gelê me û hêzên me siyaseta qirêj derxistiye holê û dê bi ser bikeve."

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da. Hemo di nirxandinan de got li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng tên jiyîn û wiha got: “Ji guherîna ku li Herêmê tê jiyîn di şexsê Kobanê de Kurdên li ber xwe didin dê bi ser bikevin. Li Herêma me guherînên ciddî çêdibin. Bêguman ev guherîn li ber çavên cîhanê û bi erêkirina hinek hêzan û planan pêk tê. Me berê jî der barê van guherînan de hişyarî kiribû. Ji ber ku ev salek zêdetir e li Rojava li dijî komên DAIŞ’ê em di nava pevçûn û şer de ne. Yekineyên me ev salek zêdetir e li dijî van çeteyan li ber xwe didin û gelê Rojava parast. Ev berxwedana ku hêzên me nîşan daye hemû gelê Kurd û gelên Kurdistanê parast. Dê ji vir şûnde jî wisa be.

Hemo diyar kir ku di vê dema ku êrîşên hovane yên Çeteyên DAIŞ’ê gihiştine asta herî jor pîrozbahiyên salvegera şoreşê tê kirin û wateya vê jî gelek mezin e.

Hemo wiha berdewam kir: “Li Kobanê gelê Kurd bi ewladên xwe re li dijî çeteyên li ber xwe didin û ji bilî serkeftinê tu rêbaz nîne. Di demeke wisa de gelê me yê Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat bi gelê Rojava re sêyemîn salvgere şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dike. Em YPG û gelê Rojava bi coş û moraleke mezin dê rojên şoreşê bi coşeke mezin pîroz bikin. Di sêyemîn salvegera şoreşa me de di şexsê hevalên me yên şehîd ketine de em hemû şehîdên Rojava bi rêz bi bîr tînin. Em bi xemginiya şehadetan û kêfxweşiya xwedîderketina li berxwedanê, dikevin sêyemîn sala şoreşê.

Me ji bo parastina şoreş, ax, gel û azadiya xwe berxwedanên mezin pêk anîn. Em wisa hêsan nehatin vê astê. Me li dijî êrîşên gelek hêzan di serî de rejîm, hêzên navneteweyî û DAIŞ’ê li ber xwe da. Me bi sedan şehîd dan. Êrîşên li dijî me pêk hatin raste rast bûn xeta azadî û felsefeya me. Hedefgirtina me di esas de hedefgirtina hemû Kurd û Kurdistanê bû. Me bi dehan carî ev vegot. Lê hinekan em fêm nekirin. Niha li Kobanê em bi êrîşên hovane re rû bi rû ne.

HERÎ BAŞ EM DAIŞ’Ê NAS DIKIN

Hemo wiha pê de çû: “Em baş dizanin ku kîjan hêz li pişt çeteyê DAIŞ’ê û koma mirinê ye. Em baş dizanin ku DAIŞ çawa ye. Hêzên komploger ev çete berhev kir, rêxistin kir û bi kar anîn. Ew ji nû ve bi rêxistin kir û saz kir û bi ser Mûsilê de şand. Li Mûsilê hat xwestin ku prestîjê pê bide qezenckirin. Bi dagirkirina Mûsilê xwestin navê çete mezin bikin. Piştî prestîj qezenc kirin vê carê berê xwe dan Kurdistanê. Niha jî Kobanê hedef digirin.

BERXWEDANA 14 ROJAN

Hemo da zanîn ku li gel êrîşên hovane yên DAIŞ’ê ku ev 14 roj e berdewam dike, hêzên YPG’ê dîrokê ji nû ve bi tîpên zêrîn dinivîse. Hemo wiha berdewam kir: “Bi berxwedana ku tê nîşandan re darbeyên giran lê dane. Divê hemû cîhan baz bizane ku êrîş ne ji rêzê ne. Li pişt van êrîşan hêzên pir cuda hene. di bi navê Îslamiyetê de êrîşê gelê sivîl dikin û jin, zarok, kal, pîr bi awayekî hovane tên qetilkirin.

DAIŞ’ê kirine wek gurekî û bi ser gelê sosyalîst, demokratîk û azadîxwaz ve birine.

BERXWEDANA ME JI GELAN RE DIBE ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Hemo bi lêv kir ku ji serî de li dijî komên Çeteyan têkoşîn hatiye dayîn û vê jî îlham daye gelê herêmê û wiha got: “Bila he kes vê baş bizane. Ewladê leheng ên Kurdistanê çawa ku duh li qadên YPG û YPJ’ê bûn îro jî li Kobanê bi berxwedaneke heybet têdikoşe. Berxwedana şervanên ne dê bibe çavkaniya îlhamê. Ji ber vê em dibêjin ku dê Kobanê ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bibe pêşeng. Îro gelê me yê Kobanê û şervanên me berxwedan çawa ye nîşanî hemû cîhanê dide. Bi berxwedana xwe navên xwe bi tîpên zêrîn dinivîse.

MASKEYA WAN KET

Hemo diyar kir ku hemû polîtîkayên sexte û siyaseta sexte îflas kiriye û hat gotin ku maskeya hêzên wan ketiye. Hemo da zanîn ku piştgiriya ku ji Bakur, Başûr û şoreşgerên demokrat ve tê dayîn wateya wê gelek mezin e û got li pêşiya wan ji bilî qezenckirinê tu rê nemaye.