1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Yekemîn şanogera Kurdistanê ya monodram pêşkêş kir
Yekemîn şanogera Kurdistanê ya monodram pêşkêş kir,yekemîn,şanogera,kurdistanê,ya,monodram,pêşkêş,kir

Yekemîn şanogera Kurdistanê ya monodram pêşkêş kir

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 20.04.2014 07:06:46 Pelda Bal ku şanogera yekeme li Kurdistanê lîstika 'monolog, monodram' pêşkêş kir, bi lîstika xwe ya bi navê "du xelek û nîv" de derdikeve pêşberî hezkiriyên şanoyê.

Pelda Bal a 22 salî ku di bin sîwanê Navenda Çandê ya Biharê de ev 5 sal in xebatên şanogeriyê dimeşîne lîstika "monodra û monolog" a bi rêbaza yek kesî, li Kurdistanê yekemcar lîstibû. Bal a ku cara duyemîn lîstika xwe ya yek kesî qedand, di 22'ê Nîsanê de wê li Salona Sînema ya Yilmaz Guney derkeve pêşberî hezkiriyên şanoyê.

Der barê lîstika "Du Xelek û Nîv" a ji aliyê nivîskar Fevzî Bîlge û derhêner Giyasettîn Şehîr ve hat amadekirin de Pelda bal agahî da û diyar kir ku ev lîstik ji bo şanogeriya Kurd girîng e. Bal der barê vê xebatê de ev agahî da: "Ev 5 sal in li Navenda Çandê ya Biharê re xebatên xwe dewam dikim. Bi hin komên şano re derketim ser dikê. Par min lîstika monodram a yek kesî ya bi navê "Di nav di nikan de" pêşkêş kir. Li ser reaksiyoneke erênî, emê lîstika monodram a bi navê "Du Xelek û Nîv" a ji aliyê Fevzî Bîlge ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Giyasettîn Şehîr kiriye, îsal di 22'ê Nîsanê de pêşkêşî şanohezan bikin. Bi tena serê xwe dilîzim, lê belê lîstik heta derkeve ser dikê, ji nivîskar heta derhêner, ji ronahîvan heta kostumvan, xwedî keda gelek hevalan e."

LÎSTIKA EZMÛNÎ BÛ BALDARIYA FESTÎVALÊ!

Pelda Bal da xuyakirin ku ji ber li Kurdistanê yekemcar şanogereke jin lîstika yek kesî dilîze, wê texmîn nedikir ku ewçend reaksiyonên erênî were nîşandan û destnîşan kir ku pêwistiya şanogeriya Kurd bi lîstikên ezmûnî heye. Bal got, "Ji ber ku lîstika me lîst, bi nêrîna hunerî hestiayriya civakî radixist pêş çavan, eleqeyeke mezin dît. Dikarim bêjim ku teksta (metna nivîsê) lîstika min a niha gelekî zehmet e. Testa her du lîstikên min Fevzî Bîlge nivîsand û Giyasettîn Şehîr derhêneriya wê dike."

“BI ZIMANEKÎ ÎRONÎK TINEBÛNA FELEKÊ TÊ VEGOTIN”

Pelda Bal diyar kir ku lîstika "Du Xelek û Nîv" bi temanî psîkolojiya rewşê dinirxîne û balê dikşîne ser gotina "Felek" ku gava mirov li tiştekî nebaş rast tên, xwe li vê gotinê digirin. Bal da xuyakirin ku lîstik behsa tinebûna felekê dike û wiha peyivî:

"Promiyera vê lîstikê wê li Festîvala Şano ya Êlihê be. Lîstik; bi beşên cuda dewam dike. Bi lîstikê re em hewl didin felekê vebêjin. Hinekî em psîkolojiya rewşê dilîzin. Em hewl didin bêjin ku felek nîne. Di dika felekê de tê vegotin ku bi gotinên felekê re mirov dilê xwe rehet dike. Ji destpêka mirovahiyê û vir ve dewam dike ku mirov sûc di tiştekî de dibînin. Em jî hewl didin vebêjin ku tiştekî wiha nîne û peyamên îronîk, wêjeyî û felsefî bidin. Bi taybetî di her lîstikê de Sakîne Cansiz cih digire. Dema bedewî û hêvî tê gotin, her gavê dibe hevala Sara. Dema her kes karibe bibe hevala Sara, hingî kes berê xwe nade Felekê."

LÎSTIKA DESTPÊKÊ HATIBÛ ECIBANDIN

Pelda Bal ku di temenekî ciwan de derket ser dikê û di 21 saliya xwe de lîstika bi yek kesî pêşkêş kir, piştî salekê heyecaan lîstina lîstika duyemîn dijî. Bal hestên xwe bi van gotinan tîne ziman: "Vê carê lîstika me ya monodram hêjayî festîvalê hat dîtin û wê were pêşkêşkirin. Beriya niha reaksiyonên erênî ji lîstika me ya destpêkê re hatibû nîşandan. Emê vê lîstikê jî pêşkêşî ecibandina temaşevanan bikin û hezkiriyên şano wê biryarê bide."