1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yekgirtûya Îslamî sedemê vekişîna xwe ya ji hikûmetê eşkere kir
Yekgirtûya Îslamî sedemê vekişîna xwe ya ji hikûmetê eşkere kir,yekgirtûya,îslamî,sedemê,vekişîna,xwe,ya,ji,hikûmetê,eşkere,kir

Yekgirtûya Îslamî sedemê vekişîna xwe ya ji hikûmetê eşkere kir

Serokê koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebubekir Heledinî têkildarî helwesta vekişîna hizba xwe ji hikûmetê got; “Em nikarin ji ber krîzên heyîn projeyên xwe bixin meriyetê. Ji bo ji pirsgirêkên heyîn em zêdetir nebin berpirs, helwestek wiha me girt.”

A+ A-

SERWER SEDULLAH/ ROJNEWS

Demeke di rojevê de mijara vekişandina Hizba Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojevê de ye. Li ser vê mijarê serokê koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebubekir Heledinî ku ji ajansa me re axivî, helwesta hizba xwe ya li ser vê mijarê eşkere kir.

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Ebubekir Heledinî got; “Ez baş dibînim ku eşkere bikim, roja Sêşema buhrî rêveberiya Yekgirtûya Îslamî, ji bo guftûgoya li ser rewşa xerab a niha ya welatiyan kom bû. Her wiha me li ser mijara vekişandina ji hikûmetê jî nîqaş kir.”

Ebubekir Heledinî wiha jî got; “Sedemê vekişandina me ji hikûmetê ji ber em nikarin bername û projeyên xwe bixin meriyetê de. Ji bo zêdetir em ji vê rewşa xerab a welatî têde dijîn nebin berpirs e. Li ser vê mijarê jî bi ti şêweyek em li gel PDK’ê necivîne û guftûgo me li gel nekiriye. Wan jî her ji çapemeniyê guftûgokirina me ya li ser mijarek wiha bîhîstine. Ji bo wê jî PDK’ê bi rêya berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî xemgîniya xwe ya li ser vê mijarê anîne ziman. Helwesta me ya vekişandina ji hikûmetê zelal e.”

Di dawiyê de jî Ebubekir Heledinî got; “Ger ku pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya yasa û parlamentoyê bihata çareserkirin, wê niha Herêma Kurdistanê ne dinava krîzên heyî da ba.”

Di 19’ê Tebaxa 2015’ê de dema yasayî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Mesûd Barzanî bi dawî bû. Belê heya niha jî Berzanî kursî radest nekiriye. Ev jî bûye cihê nerazîbûn û zêdebûna nakokiyan li herêm û nav xelkê herêmê de.

(sk)