1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. ‘YPG’ê ciwantiya me nû kir’
‘YPG’ê ciwantiya me nû kir’,ypg,ê,ciwantiya,me,nû,kir

‘YPG’ê ciwantiya me nû kir’

A+ A-

ANHA - KOBANÊ - Gelek welatiyan li herêma kobanê tevlî refên YPG'ê bûn, bi taybet kesên bi temen mezin gotin ku YPG ruhê ciwantiya wan ji nû ve vejand û ew dest ji kobanê bernadin.

Hikmet ku bi temenê xwe 63 salî ye, xwedî îsrareke mezin e. Her dem çek li ser milê wê ye deng dike û dibêje: “Ez ji gundê Minazê me, piştî keça min Viyan tevlî nava refên YPJ’ê bû, min jî çek rakir. Bi dehan caran me di heman çeperê de li rex hev re şer kiriye, niha ew birîndarbûye, dema ez pêre axivîm min jêre got bi lez verge ji bo em bi hev re riya berxwedanê berdewam bikin.”

Hikmet bi awirên tijî hêvî li min dinêrî û axaftina xwe wiha domand: “Keça min îro ne roja ku ez bêjim lingê min diêşe an temenê min mezin e û nikarim çek hilgirim, ez qebûl nakim! îro roja şerf û namûsê ye, min hevaltiya rast di nava YPG’ê de dît û di dawiyê de mirina mirovan di destê xwedê de ye. Eger mirine hebe bila ji bo axa welat û li ser axa welat be.”

Herwiha welatiyê bi navê Mihemed ku ji gundê Ziravikê ye û 63 salî ye, niha li eniya rojava cihê xwe di berxwedanê de digire û wiha ji me re axivî: “Ev nêzî sal û nîvekê ye, ev demeke ez beşdarî nava refên YPG’ê bûme, malbata min niha li rojavayê bajarê Kobanê li devereke bi ewle ye. Em tu carî dest ji kobanê bernadin, temenê min hin caran dibe asteng lê em xwedî doz û maf in.”

Dema em di nava kolanên kobanê re digeriyan, em rastî welatiyê bi navê çekdar, hatin. Beriya ku em tiştekî jê bipirsin nîşan navê YPG’ê li çeka xwe kir û got: “YPG’ê eşqa azadiyê ye.” Çekdar xwedî temenekî mezin e û ji gundê Tilêcbê ye û nêzî şeş meh in cihê xwe di nava refên YPG’ê de digire. Çekdar got ku ji bo ew Kobanê biparêzin her tiştê ji destên wan tê de bikin û dê canê xwe fedayî Kobanê bikin.

NESRÎN EBDÎ

(jh)


Bêjeyên Miftehî