1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Yuksekdag: Kobanê navenda berxwedana şoreşa herêmê ye
Yuksekdag: Kobanê navenda berxwedana şoreşa herêmê ye,yuksekdag,kobanê,navenda,berxwedana,şoreşa,herêmê,ye

Yuksekdag: Kobanê navenda berxwedana şoreşa herêmê ye

A+ A-

RÛKEN ADALI - STENBOL 18.07.2014 11:04:32 Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di salvgera berxwedaan Rojava de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn berxwedana Kobanê roleke diyareker dileyze. Yuksekdag got, "Rojava xala destpêkê ya paşeroj û pêşerojê ye. Eger em nikaribin wê xalê biparêzin, emê nikaribin ji paşerojê derbasî pêşerojê bibin."

Yuksekdag da xuyakirin ku di demeke paşeroj û pêşeroj digihêjin hev de Rojava û Kobanê şoreşa Rojava temsîl dike û destnîşan kir ku Kobanê navenda berxwedana şoreşa herêmê ye.

Yuksekdag got, "Wateya navenda berxwedanê ne tenê ji bo berxwedêrên li Rojava û Kobanê, di heman demê de li hemberî serdestên li herêmê û cîhanê jî, rastiyeke gelekî vekirî ye. Ji ber ku beriya niha bi 2 salan li Rojava şoreşeke gel a demokratîk destpê kir. Hesreteke ku gelek kesan pêşdîtina wê nekirin, di serî de hêzên emperyalîst serdestên herêmê pêkan nedidît, bicih hat. Bi vî regnî şoreş û modeleke alternatîfa civakî ya ku van hêzan nekarî pêşdîtina wê bikin, derket holê."

Yuksekdag destnîşan kir ku şoreş "meşa li hemberî ba ye" û got, "Di nava vê demê de hem parastina qadê hat kirin, hem jî modeleke civakî ket meriyetê."

NAŞIBE TU MODELAN

Yuksekdag bal kişand ser modela kantonan a li Rojava û got, "Ev model naşibe rêxistinbûyînên federal ên li Ewropayê. Ji wan hîn pêşketîtir e. Modeleke xwe dispêre demokrasiya gel, vîna gel e."

Hevseroka HDP'ê Yuksekdag ragihand ku modela li Rojava xwe dispêre demokrasiya gel, vîna siyasî ya xeta netewe dewletiya Kurd a li Başûrê Kurdistanê tê parastin jî qebûl nake û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di dema bihurî de li Rojava têkoşîneke ewçend dijwar hat dayîn, ku ev têkoşîn hem li hemberî dost û birayên xwe hem jî li dijî dijiminan hat dayîn. Civaka Kurd, birayên Kurd bi rêveberiya Kurd a li Başûr re hatin pêşberî hev. Li hemberî hemleyên wê yên siaysî, vîna xwe parast. Li aliyê din, di serî de rejîma Esad û dewleta Tirk, li dijî êrîş û destwerdanên bê eman ên dewletên serdest, li ber xwe da xwe parast."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PATRONÊN CÎHANÊ

Yuksekdag êrîş û dorpêçiya li hemberî Rojava weke "Xweranegirtina li lêgerîna gelekî û nerazîbûneke çînî" nirxand û got, "Eger Rojava di bin dorpêçiyê de ye, Kobanê yek ji dorpêçî û êrîşên herî dijwar ên dîrokê dijî, ev yek berhema şerê çînî ya li pêşberî siyaseta gel a demokratîk a li Rojava tê meşandin e. Ev yek ne têkoşîneke ku bi tenê li hemberî Sûriye yan jî Tirkiyeyê tê dayîn e. Ev yek di heman demê de têkoşînek li hemberî patronên cîhanê û herêmê tê meşandin e."

NAVENDA BERXWEDANÊ YA CÎHANÊ

Yuksekdag da zanîn ku Rojava li dijî mêtîngerî, zext û rêxistinbûyînên otorîter, mewziya berxwedanê ya hemû gelên bindest ên cîhanê ye û ev xal destnîşan kir: "Berxwedan û destketiya li Kobanê, hem ji aliyê parastina destketiyên li kantonên Rojava hem jî ji bo rizgariya gelên bindest, li cihekî diyarker e. Eger em vê navendê neparêzin, emê nikaribin derbasî pêşerojê bibin. Rojava xala destpêkê ya navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Ev yek ji bo tevahiya gelên cîhanê, gelên herêmê derbasdar e. Eger em nikarin vê xalê biparêzin, emê nikaribin ji wir derbasî pêşerojê bibin. Ji ber vê yekê divê berxwedana li Rojava bi tenê weke berxwedana gelê Kurd û berxwedana gelên cuda neyê dîtin. Ev berxwedan tê wateya qezençkirina pêşeroja azad a tevahiya gelên herêmê, pêkhatina modeleke civaka alternatîf."

Yuksekdag destnîşan kir ku di şert û mercên heyî de şoreşa Rojava têk naçe û got, "Dixwazin bi van êrîşan re bêzar bikin, cih lê teng bike û li gorî xwe ji nû ve dîzayn bikin."

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag her wiha bal kişand ser nêzîkatiya xemsar a hêzên çep ên Tirkiyeyê li Şoreşa Rojava û xwest, hîn bi xurtî xwedî li vê şoreşê bê derketin.