1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zêdetirî 40 ciwan ji Helepçe tevlî nava refên gerîla bûn
Zêdetirî 40 ciwan ji Helepçe tevlî nava refên gerîla bûn,zêdetirî,40,ciwan,ji,helepçe,tevlî,nava,refên,gerîla,bûn

Zêdetirî 40 ciwan ji Helepçe tevlî nava refên gerîla bûn

A+ A-

ROJNEWS/TAYBET

Ji başûrê Kurdistanê bajarê Helepçe zêdetirî 40 ciwan tevlî nava refên gerîla bûne. Li gorî serçaweyek ku nexwest navê xwe bêje, hat gotin ku li bajarê Helepçe ku dinav de jin jî hene zêdetirî 40 ciwan tevlî nava refên gerîla bûne. Heman serçawe da diyarkirin ku herkesê bixwaze biçe nava refên gerîla û şervanên YPG-YPJ rojavayê Kurdistanê rê jêre vekiriye.

Li gorî zanyariyên gihiştîn RojNews piştî êrîşên çeteyên DAIŞ yên li ser başûrê Kurdistanê bi taybet li ser Şengal, zêdetirî 40 ciwan ji bajarê Helepçe tevlî nava refên gerîla bûne. Herwiha hat gotin hinek ji van ciwanan niha di cepheyên li dijî çeteyên DAIŞ de şer dikin.

Heman serçaweyê ji RojNews re da diyarkirin ku piştî li başûrê Kurdistanê xwe pêşandan li hemberî çeteyên DAIŞ pêkhatin û hinek bangawazî ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hat kirin tevlîbûna ciwanan ya nava refên gerîla zêdebûye.

Herwiha heman serçaweyê got ku ji wan ciwanan hinek niha dinava hêzên parastina başûr de li Kerkuk û hinek jî li rojavayê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ şer dikin. Li gorî serçaweyê ji %70 ciwan berê xwedane nava HPG’ê.

Herî dawî serçaweyê da diyarkirin ku hemû ciwanên tevlî nava refên gerîla dibin, li çiyayên Kurdistanê perwerdeya xwe ya leşkerî dibînin û bi serkeftı temam dikin.