1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Zanîngeha Cambrîdgeê ansîklopediya dîroka Kurdan weşand
Zanîngeha Cambrîdgeê ansîklopediya dîroka Kurdan weşand,zanîngeha,cambrîdgeê,ansîklopediya,dîroka,kurdan,weşand

Zanîngeha Cambrîdgeê ansîklopediya dîroka Kurdan weşand

Zanîngeha Cambrîdgeê ansîklopediyeke bi navê "Belgeyên Kurdan: Herêm, Berxwedan û Netewperwerî" amade kir ku ev ansîklopedî bi tevahî ji 13 cîldan û 9800 rûpelan pêk tê. Di vê xebata ansîklopediyê de gelek belge, name û raporên navbera salên 1831-1979an ku hîn mnayên zanîn, cih digirin.

A+ A-

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Ozgur Polîtîkayê hat ragihandin ku yek ji zanîngehên herî navdar Zanîngeha Cambrîdgeê Ansîklopediya Kurdan ya ku bi temamî ji 13 cildan pêk tê, amade kir. Xebat bi edîtoriya Anîta L.P. Bûrdett hatiye amade kirin û ji zêdetirî 9 hezar rûpelan pêk tê. Tê gotin ku ev ansîklopedî xwedî naverokeke wisa ye ku ev naverok jî wê ji bo Dîroka Nûjen ya Kurd xwendin û nêrînên nû pêk bîne. Li gel vê yekê hat ragihandin ku hinek belgeyên di derbarê serhildan û tevgerên siyasî yên li her 4 perçeyan de cara pêşîn di vê ansîklopediyê de hatin weşandin. Herwiha di ansîklopediyê de belge, name û raporên ku ji Kurdistanê ji bo Londonê hatine şandin, cih digirin û van hemû belgeyên Navenda Arşîvê ya Brîtanyayê bi awayekî kronolojîk hatine rêz kirin.

DI ANSÎKLOPEDIYÊ DE NEXŞEYA RÊXISTINA XOYBÛNÊ YA ORÎJÎNAL JÎ HEYE Hat diyar kirin ku di ansîklopediyê de li ser erdnîgarî, wêje, çand û dîroka Kurdistanê jî gelek agahî hene û li gel van agahiyan 37 nexşe jî cara yekemîn di vê ansîklopediyê de tên weşandin, ku di van nexşeyan de jî herêmên Kurd lê dijîn, zaravayên ku Kurd pê diaxivin û eşîrên Kurdan hatine tasnîf kirin. Li gel vê yekê nexşeya ku rêxistina Xoybûnê ji NYê re şandiye jî bi awayekî orîjînal di ansîklopediyê de heye.

Li gorî agahiyan tê ragihandin ku 4 cîldên pêşîn yên ansîklopediyê ji belgeyên destxetan pêk tên û temamiyê belgeyan jî ji Brîtîsh Lîbrary, Arşîva Karên Derve, Buroya Şer, Buroya Hîndîstanê û Arşîvên Hikumeta Kolonyal û Navendî hatine berhev kirin.

MIJARÊN HINEK CILDÊN ANSÎKLOPEDIYÊ

Tê gotin ku ev ansîklopediya ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê ya 200 salên dawî çavkaniya herî berfireh e û bêhempa ye. Di hinek cîldên ansîklopediyê de mijarên wisa cih digirin:

*Di cilda duyem de Serhildana Dêrsimê ya navbera salên 1878-1879 cih digire

*Di cilda sêyem de belgeyên Serhildana Şêx Ûbeydûllahê Nehrî cih digire

*Di cilda şeşem de serhildana Simko (1921-1926) cih digire

*Di cilda heftemîn de belgeyên di derbarê Serhildana Agirî de cih digirin û di belgeyekê de ev serhildan wek ‘1927 Komara Kurd ya Agirî' tê bi nav kirin.

*Di cildên 11emîn û 12emîn de hîn zêde behsa geşedanên Herêma Kurdistanê û serhildan û tevgerên Barzanan tê kirin

Hêjayê gotinê ye ku di belgeyekê de jî nûçeyek balkêş cih digire ku di wê nûçeyê de tê gotin ku di 3ê Mijdara 1948a de radyoya Îsraîlê radigihîne kul i Yêrîvanê Hikumeta Kurd ya Serbixwe hatiye damezirandin.

Çavkanî: http://krd.sputniknews.com/nuce/20160717/3546386/Zaningeha-Cambridgee-ansiklopediya-diroka-Kurdan-wesand.html?utm_source=https%3A%2F%2Ft.co%2F0FMbmR5tAB&utm_medium=short_url&utm_content=bGnS&utm_campaign=URL_shortening