1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Zargotina Kurdên Serhedê bû pirtûk
Zargotina Kurdên Serhedê bû pirtûk,zargotina,kurdên,serhedê,bû,pirtûk

Zargotina Kurdên Serhedê bû pirtûk

A+ A-

11:33 05.04.2014

DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - Lêgerîner-nivîskar Mehmet Gultekîn, zargotina li Serhedê ji gotinên dengbêjên li herêmê kom kir û wek pirtûka "Zargotina Kurdên Serhedê" amade kir. Gultekîn, anî ziman ku ji ber hêza hunera dengbêjan, a ji qesran heta gundan û zozanan di nav tevayî civakê de pêş ketiye, zargotina kurdî xwe parastiye.

Pirtûka "Zargotina Kurdên Serhedê" ya lêger û nivîskarê Bazidî Mehmet Gultekîn ji Weşanxaneya Avesta derket. Gultekîn ê klamên dengbêjan û nivîsên gerokên rojavayî kom kirin û pirtûk amade kir got, "Li Serhedê beşên herî bihêz ên wêjeya gel, klamên dengbêj û derwêşan in." Gultekîn têkildarî pirtûk û lêgerînên xwe ji DÎHA re axivî.

'Hêza hunera dengbêjan...'

Gultekîn diyar kir ku koka zargotina kurdî pir kevn e, delîlên ku digihêjin împaratoriyên Med û Persan hene û ev di pîrtûka xwe de aniye ziman û têkildarî xweparastina zargotina kurdî wiha got, "Sedema vê ya herî girîng, ji ber hêza hunera dengbêjan a ji qesran heta gundan û zozan di nav tevayî civakê de pêş ketiye zargotina kurdî xwe parastiye. Li her herêmê dibistanên dengbêjan hebûn. Yek ji sedemên vê jî ev bû ku xwedî zargotineke pêşketî ya aliyê wê yê ziman û wêje bihêz e."

'Ji tevayî herêma Serhedê klam hene'

Gultekîn, di dewama axaftina xwe de da zanîn ku berhemên di pirtûkê de piranî ji klamên dengbêjan û hinekî jî ji klamên derwêşan pêk tên û wiha dewam kir, "Ji bilî çend îstîsnayan, ji tevayî herêma Serhedê klam hene. Bûyerên di klaman de hatine şîrovekirin ji sedsala 12'emîn heta sala 1974'an e."

Gultekîn destnîşan kir ku ji bo amadekirina pirtûkê bi rûspiyên herêma Serhedê re jî şêwiriye û pirtûka xwe amade kiriye û axaftinên xwe wiha bi dawî kir, "Dîroka kurdan a li Serhedê, bûyerên li vê xakê rû dane û lêkolîna der barê hunera dengbêjan de jî min ji muzisyen û nivîskarên ermenî û gerokên rojavayî sûd wergirt."

(yş/mae)