1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zarokên kurd: Em perwerdeya kurdî dixwazin
Zarokên kurd: Em perwerdeya kurdî dixwazin,zarokên,kurd,em,perwerdeya,kurdî,dixwazin

Zarokên kurd: Em perwerdeya kurdî dixwazin

A+ A-

ÎZMÎR(DÎHA)- Zarokên kurd ên ku li Îzmîrê dijîn û ji berr asîmîlasyonê zimanê xwe jibîrkirinê re rû bir û mane diyar kirin ku ew bi perwerdeya zimanê dayikê dixwazin û ev yek dê wan bêhtir kêfxweş bike.

Zarokên malbatên kurd ên ku di salên 1990’an de koçî Îzmîrê kirine hatin asta ku zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikin. Dersa kurdî ya bijarte jî ji ber mamosteyên dersê kurdî bidin nîn in li Îzmîrê derbasî jiyanê nahet kirin. Zarokan diyar kirin ku ji ber ku li dibistanê perwerdeya kurdî nikarin bibînin ev yek bandoreke neyînî li ser serkeftina wan dike. Zaroka bi navê Nûdem Arik (10) got ku ew perwerdeya zimanê dayikê dixwaze lê ji berk ku dewlet derfetan nade ew bi gazin e. Arik anî ziman ku w êli dibistanê dersa kurdî bijartiye lê ji ber mamoste nîn e dersa kurdî nehatiye vekirin û wiha axivî: “Ji ber ez nikarim bi zimanê xwe ye dayikê perwerde bibim ez nikarim xwe îfade bikim. Di dersên xwe de nikarim bi serkevim. Ji ber ku ez ne zimanê xwe bi zimanekî din perwerde dibînim.”

‘Dixwazim pişeya xwe bi kurdî bikim’

Zaroka bi navê Nîrvana Sîncar (12) jî diyar kir ku ji bere w bi zimanê dayika xwe perwerde nabîne mecbûr dimîne bi tirkî biaxive û dixwaze bi kurdî perwerde bibe. Sîncar anî ziman ku ew dixwaze bibe bijîşk lê perwedeya xwe dixwaze bi kurdî bibîne û wiha got: “Ez dixwazim pîşeya xwe bi kurdî pêk bînim. Dema ku nexweşên kurd tên ez weke bijîşkeke bi kurdî dixwazim derdên wan gundah bikim. Ji ber vê perwerdeya kurdî dixwazim. Heke ez bi kurdî perwerde bibînim ez ê bêhtir serkeftî bim û hem jî şad bim.”

Zarokê bi navê Ahmet Huseyînogullari (12) jî têkîldarî mijarê got ku ew wekî zarokekî kurd a li Îzmîrê dijî dixwaza bi zimanê dayikê perwerde bibe û wiha hestên xwe anî ziman: “Lê dewlet derfetan ji bo perwerdeya kurdî ava nake. Wekî zarokên din em jî dixwazin bi zimanê dayika xwe ve bijîn, em dixwazin hîn bibin.”

Azra Sîncar (10) a ku xwendekara pola 5’emîn e jî dixwaze perwerdeya kurdî bibîne. Sîncar wiha got: “Dema ku ez mezin bibim dixwazim bibim mamosteya dersa kurdî. Ji ber ku ez dixwazim zarokên ku weke min kurdî nizanin hinî kurdî bikim. Heke dersa kurdî neyê dayîn zarokên din jî weke min zimanê xwe ji bîr bikin. Ez dixwazim kurdî hîn bikim. Heke perwerdeya kurdî neyê dayîn zarok dê zimanê dayikê jibîr bikin. Em naxwazin kurdî jibîr bikin. Em dixwazin hîn bibin.”

(sa)