1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zextên li ser girtiyan zêde dibin
Zextên li ser girtiyan zêde dibin,zextên,li,ser,girtiyan,zêde,dibin

Zextên li ser girtiyan zêde dibin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Li girtîgehan sirgûn, zext û tundiya li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale girtî bi zorê tên sirgûnkirin û yên li dijî vê yekê derdikevin jî rastî lêdan û îşkenceyê tên.

Li Tirkiye piştî hewldana darbeyê û îlana OHAL'ê zextên li ser girtiyên siyasî derketin asta herî jor. Rayedarên dewletê piştî bi zorê girtiyên siyasî yên li girtîgeha Sincanê bi zorê sirgun kirin niha jî dixwazin girtîgeha Tîpa F a Kirikkale bi zorê vala bikin.

Ji 30 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kirikkale 15 girtiyên siyasî şandin Girtîgeha Tipa L a Kepsutê û 15 girtî jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Keskinler a Kirikkale kirin. Hat zanîn ku girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tipa L a Kepsutê kirin rastî zora lêgerîna tazî hatine ji ber ev red kirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine.

58 girtiyên siyasî yên ji Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin rastî neheqî û heqaretê hatin. Girtiyên li rayedarên TUHAD-FED'ê geriyan anîn ziman ku rastî neheqiyên giran hatin. Girtiyan da zanîn ku li odeyên 3 kesan 7 kes tên girtin. Ji ber cih tune neçar dimînin ku li ser piyan xwarin bixwin. Girtiyan da zanîn ku girtiyên nexweş ên kronîk nayên dermankirin.

Girtiyên siyasî Osman Kilavûz ku ji Nazillî sirgûnî Manisa hat kirin jî anî ziman ku anî ziman ku ji ber lêgerîn qebûl nekiriye rastî lêdanê hatiye.

Girtiyên ji Tîpa F a Sûncanê sirgûnî Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin wiha ne:

"Veysi Daniş, Ugur Doganay, Umit Doganay, Kutbettin Onur, Metin Onur, Vedat Durdu, Suleyman Hamdu, Baki Ozturk, Ahmet Demir, Ahmet Toprak, Tekin Kalın, Selahattin Yilmaz, Guven Meşe, Yaşar Aslan, Bahattin Oncu, Ridvan Turan, Topal Nuhi, Ahmet Temiz, Ahmet Akgun, Bedri Temizyuz, Ali Çevik, M. Nuri Çelebi, Ahmet Karaman, Sıtkı Bektaş, Ozan Bektaş, Hayrettin Tomak, Bahri Deniz, Muharrem Canikli, Şiyar Alkan, Burhan Kaya, Suphi Îsmail, Yilmaz Yildiz, Zulkuf Gezer, Şahabattin Ogut, Suat Badadir, Ahmet Çaganaslan, Bulent Şamcı, Şukru Yildiz, Zeki Bayhan, Reşat Ozdil, Musa Ertaş, Fettullah Yigit, Umut Akgumuş, Ozcan Uzunyol Ridvan Kaya, Mahmut Denktaş, Îrfan Kandemir, Îbrahim Sevgi, Velat Cin, Ugur Aygit, Cihan Akpolat, Huseyin Karahan, Suleyman Çiyanakli."

Yên rojavayî jî wiha ne: Suphi İsmail, Suleyman Hamda, Haci Nahsan, Tevkif Miho, Nuhi Topol, Resul Muhammed û Huseyin Halil.

(mae)