Şînoka Rastiyê

Dilawer Zeraq

Peroşiya ku gava mirov dest bi xwendina çîrokekê an jî teksteke wêjeyî dike û bi mirov re çêdibe, hestekî cihêreng e.

Peroşiya ku gava mirov dest bi xwendina çîrokekê an jî teksteke wêjeyî dike û bi mirov re çêdibe, hestekî cihêreng e. Ji ber ku mirov dê bi xwendinê bibe mêvanê cîhana nivîskar û ji ber ku ew dibetiya ku dê xwendina berhemê, awayê vegotinê û çêja zimanê nivîskar mirov bike mêvanê hest û cîhanên dîtir, gelek xurt dibe li ba mirov û mirov gelek caran heta tu bêjî bes li ser vê hizir û hestên xwe dimîne. <?xml:namespace prefix = o ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:office" />

Loma jî, gava min dest bi xwendina berhema Menaf Osman a Şînok kir, pêlên van hestên xwendevaniyê car dî li min rabûn.

Şînok ku ji hêla Weşanên Lîs ve hatiye weşandin, ji kurteçîrokên ku nivîskêr xwe ji ser xeta (ve)gotina rastiyê nedaye alî, hatiye pê. Her çîroka ku tê de cî daye xwe, digel şêweyê xwe ê vegotinê bala me dikêşe ser kulên ku li mirovên vê xakê qewimîne û diqewimin.

Di çîrokên ku di pirtûka ‘Şînok’ cî didin xwe de, çav û bala me diçe ser rastî û rasteqîniyê û her wiha awayê vegotina wê. Û vê yekê gelşa şêweyên vegotinê ên rastiyê car dî tîne bîra me. Û pirsa, ‘gelo wêje çi qas dikare rastiyê bigihîne dîroka siberojê?’ car dî di hişê me de vedije.

Helbet nivîskarek dikare çêtir bigire (tercîh bike), xwe ji rastiya bi her awayî dûr bike û vegotina xwe li ser vê xetê ava bike. Lê belê pirsa girîngtir û esasî ew e ku; tiştên ku em dijîn û tiştên ku serdest û desthilatdar bi me didin jiyandin çi ne û çima em van hemûyan wekî rastiya jiyana xwe dibînin ango çima ew wisan bi me ve xuya dikin? Û polîtîkaya berovajî û teredîkirina çandan ku li ser xeta postkolonyal tê meşandin.

Di çîroka Ereboka Bişînok de em parîkî be jî hay ji vê yekê dibin. Her çi qas honaka vê çîrokê sist be jî û wekî çîroka seqayî hatibe avakirin jî, di vê çîrokê de, bextewariya xwişk û birayekî ku gava bira, yanê Sîno, bi xwişka xwe re dilîze, jê re kamraniyeke bêhempa ye, tê zimên. Serê pêşîn bala me diçe ser wan û em dibêjin qey em ê çîrokeke ku li ser bextewariya zarokan bixwînin. Di destpêkê de helbet ev yek wisan tê zimên. Lê di pêdeçûn û dawiya çîrokê de em di piştperdeya çîrokê û sedema avakirina vê çîrokê digihîjin.

Sîno û xwişka wî Nesrîn, du zarok in ku di gundê xwe de çêbûne, rewişt û adeta gundê xwe wergirtine û hê jî qirêja di bajaran de çêdibin sterîlbûna wan xera nekiriye. Û Sîno ew zarok e ku bi awayekî metelmayî pêşwazî li tiştên nû nake û hişê wî vekiriye ji tiştên nû re. Lê digel vê yekê jî, dikin nakin nikarin li bajêr bibanin û jê ne kêfxweş in; ji bilî wê rewşa ku –mirov dikare bêje beşa ku seqaya girîng a çîrokê di xwe de dihewîne ev e- di çîrokê de bi devê vegotina nivîskêr wiha tê zimên: “Tevî ku ew hatibûn bajêr jî kêfa wan ji lîstikên bajêr re nedihat. Lîstika ku Sîno herî pir jê hez dikir, ereboka wî yî têlînî bû…. Ji bajêr tev de kêfa Sîno tenê ji asfalta wê re dihat. Ji ber ku ereboka wî a têlînî li ser asfaltê xweş diçû. Mîna kert û kortên rêya gund di tiştekî de nedialiqî.

Di van hevokan de, tiştê bala me dibe ser xwe ev e; rêyên asfalt û rastepan ku li bajaran tên çêkirin û mîna ku hemû rêyên lê ‘rast’ bin bi me ve dide xuyakirin. Û kêfxweşiya Sîno ku bes ji ber vê rastbûnê re tê…

Her wiha, wek min li jor got, gava em pê de diçin û xwendina xwe a çîrokê bi dawî dikin, piştperdeya avakirina çîrokê bi carekê re, wekî bayekî sirseqemî li rûyê me dixe. Di dawiya çîrokê de, Sîno ji ber ku ji bavê xwe aciz dibe û di tariya şevê de ji malê derdikeve û berê xwe dide deverên bajêr ên ku bi wan nizane û piştî dem û şevekê agahiya kuştina wî digihe dê bavê wî.

Sîno di vê gera xwe a bêserûhiş de dikeve destê wan kesên ku zarokan dixapînin, direvînin û li dû kuştina wan, hinav û organên wan derdixînin û difiroşin.

A îcar li vir, em bêtir hay ji piştperdeya çîrokê dibin û ew qirêjiyên ku ji kapîtalîzma hovane çêdibin derdikevin pêş me. Helbet bi her kesî ve jî xuya ye ku, xapandin û revandina zarokên biçûk û derxistin û firotina hinavên wan, bes ji bo maldaran e, ku ew bi xwe vê bazarê ava dikin da ku parîkî dî jî temenê xwe dirêjtir bikin ango ji nexweşîna xwe a heyî safî bibin. Û ev qirêjiya dijmirovî ku ancax bi qirêjiya qîmet û hêjatiya ku li perê tê dayîn di pergaleke hovane a kapîtalîst de dikare bê kirin… Û rewiştê ku bi rêya vê bazarê û bi rêya kirinên kapîtalîst ava dibe… Loma jî mirov êdî bi tirsa ku ji ber vê yekê tê avakirin û firandin dilebikin û ji xwe dûr dikevin; ji bîr dikin ku çand û dabûnerîtên wan ên resen hene ku berî her tiştî etîkeke mirovane di xwe de dihewîne; û loma jî ev lebikîna hanê li wan dibe pirsgirêkek û kirin û pêkanînên çandî ên postkolonyal ku bi destê kapîtalîzma hov tê meşandin, roj bi roj bi ser dikeve û mirovan ji xwe, ji çand û dabûnerîtên xwe û ji mirovbûna xwe dûr dixîne.

Her çi qas ji ber xema (ve)gotina rastiyê, çîrokên di vê berhemê de sist hatibin honandin jî, em hay di xema esasî a nivîskêr digihîjin; loma jî em dikarin bêjin, çîrokên di Şînokê de wê delîveyê dide me ku em careke dî jî karibin rastî û rasteqîniyê (heqîqet) bidin ber hev.

Şînok (kurteçîrok)

Menaf Osman

Weşanên Lîs

2011, 96 rûp.

Te kurdiya vê naverokê çiqasî eciband ? 1 2 3 4 5



Rêzan Tovjîn
Rêzan Tovjîn  2012-02-27
Dest xweş. Hêja ye.


Min Agahdar Bike

     Ji bo nûçeyên nû e-peyama xwe binivîsîne

     E-Peyam:

Deqeya Dawî

Nivîskar (...)

Mahabad Felat Arda
Mahabad Felat Arda 2012-05-15

Kî bi zarokê xwe re bi kurdî diaxive?
Ew kesên ku dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî ne û bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, ew durû, ne durust û ne paqij in. Agirê dojehê ...

Ehmed Huseynî
Ehmed Huseynî 2012-04-30

Sibehên siwarên te
Bo Doktor Diyar.. Bo Zûhat Kobanî..

Elî Oncu
Elî Oncu 2012-04-23

Bihîstyariya Nivîsê
Heke mirov rastiyê bêje, wekî gelek caran em bi kurdînûsan re di sohbetan de tînin zimên, ez jî gotarên gelek nivîskarên an qet fam nakim; an j...

Eliyê Xemxur
Eliyê Xemxur 2012-04-18

Xema Şaşiyên Şaredaran
Berî ez dest bi gotara xwe ya îro bikim, dixwazim şaşiyeke Amîda Kurd bînim ziman.

Beghyani Shadi Sharin

Bêzhenasiya Zmanê Kurdî Ya Gishtî -41-: "hêvî" m.
Bêzhenasiya Zmanê Kurdî Ya Gishtî -41-: "hêvî" m.

Rêzan Tovjîn
Rêzan Tovjîn 2012-04-12

Şîfreyên Gotinên Kurdî: Veşartin
Dibe ku şîfreya her gotinekê di çîrokekê de veşartî be ango çîroka wê hebe. Û dibe ku ew çîrok jî hatibe jibîrkirin.

Fewzî Bîlge
Fewzî Bîlge 2012-04-12

Yezdanê Bedewiyê
Çemê Feratê dîsa hilor ketibû, bi humegum di nava dilê Rihayê de şolî diherikî. Pêlên har peravên xwe digezand, parî parî dadiqurtand. Bîşengên...

Bahoz Baran
Bahoz Baran 2012-04-04

Li gorî raweyan bikaranîna “zanîn”ê û pirsgirêkên heyi
Di kişandin û awayê bikaranîna vê lêkerê de hinek pirsgirêk derdikevin pêşberî me

Awê Balî
Awê Balî 2012-03-28

BIHAR LI PÊŞ DERIYÊ ME YE
Pir salan berê li xurbetê min naskirin du havalên xweş, Her yek ji yekî dîn rindtir bû, mêr û jin, hogirên dilgeş!

Ezîzê Cewo
Ezîzê Cewo 2012-03-24

“4 + 4 + 4” = 0
Di dîroka mirovayîyê da, heya mirov gihîştine asta xwe ya şaristanî, r’êyek a dûr û dirêj derbazbûne. Û li ser vê r’ê, çi hovîtî bibêjî, mirovan li...

Nîjad Arda
Nîjad Arda 2012-03-16

Ji bo HELEBÇEYA şehîd
vemirî li sînga te agirê Newrozê