Nimêja bi pêlavan li ser miriyan betal e

Celalettin Yoyler

Yezdan; Ola İslamê jibo berjewendîya beşer û rast meşa wîya di rê ya îslamê da,jibo muslumanan Kitaba pîroza bi navê Qur'an ji pêximberê Xwe; Mihimmed'ra,bi navgîna Ferîşteyê (Melekê) wehyê: Cibrîlê emîn! şandîye.Di naveroka vê kîtaba pîroz da, jibo nîzama beşer,beşên ku jibo insanan ra pêwîstin, daye dîyarkirinê.Minak: wek beşa îbadet,ya danistandin,ya dadgerî,dadmendî û gelek beşên ku têkildar û girêdayê bi jîyana beşerva'ye dinav vê kitaba pîrozda daye eşkerekirinê. Dema em li rewşa civaka misliman dinhêrin,em dibînin ku beşên jivê civakê wek pirên ji kesên ji civaka misliman ketine nav û di berjewendî ya xwe da dane xebitandinê û kesên bawermend bi wan helwestên xweyên xirab dane xapandinê.

Em ê yek bi yekên van kirinên ku ji hêla van her du beşên (Şêx û Melan) ve ku ji derveyî Olê xistine nav civakên Misliman diyar bikin û pêşkêşî raya giştî ya bawermendên Misilman bikin. Di cara yekem da, mijara nimêja ku li ser miriyan ji hêla Dîyaneta Tirk ve, bi pêlavan ve dide kirinê, bînin ziman û ne rastiya wî bi delîlên ilmî derxine holê û civaka bawermend bi vê nerastiyê bidine zanîn.

NIMÊJA MIRÎYAN BI PÊLAVAN ÇAWA YE?

Nimêja bi Pêlavan li ser miriyan bi dîtin û fetwaya Seydayê hêja Mele Xelîl Ebdulkerîm.

Di kitêba xwe ya bi navê "Elmewsûetil Fiqhîyet" de dibêje: "Nimêja li ser mirîyan bi pêlavan betal e."

Em ê di berê de vê fetwayê bi zimanê Erebî û orjinala wê ya fetwayê binivîsînin û dû re dîtina xwe ya bi zimanê Kurdî bînin ziman.

FETWA BI EREBÎ JI KITÊBA SEYDA XELÎL GÜNENC Û FIQHA ÎSLAMÎ :ومن المؤسف آنٌه قد جرت العادة في تركيا بالصٌلاة على ا لجنا زت خارج ا لمسجد  بالأحذية

المتنجسة من غيرمبالاة لذالك ولا يدرون انٌ صلاتهم ا لتي يؤدونها باطلةْْ. قال ابن عابدين بعد كلام طويل في هذالموضوع:نعم قد توضع في بعض المواضع خارج المسجد في الشارع فيصليٌ عليها ويلزم منه فسادها من كثيرمن ا لمصلين لعموم النجاسة وعدم خلع نعالهم المتنجٌسة . ولا بآس بالصٌلات على الميت في المسجد كما هي ا لعادة المتبعة في الحرمين الشريفين عند الشافعية والحنابلة


“WATEYA HEVOK Û BÊJEYÊN EREBΔ:

Ji dil nexweşî muxabiniye çawa bûye adet ku limêja miriyan di Tirkiyê da li dervayê Mizgeftan bi pêlavê“Necis” dikin û qet biwê rewşê jî xem naxun.Bi serda nizanin limêja ku liser Mirî dikin jî betale.”ÎBNÛ ABIDÎN” di derbarê mijara Limêja liser Miriyan bi pêlavan dîtina xwe tîne ziman û dibêje:Belê raste Mirî datînin hinek cîh û meydanên dervayê Mizgeftê û liser Limêj dikin.ji ber vê limêêja ku li dervayê Mizgeftê liser Mirî dikin,jê betalbûna Limêjê ji ber necaseta pir cîhan ji hêla Limêjkeran va û dernexistina pêlavên wanên necis va peyda dibe.Tu zirara Limêja Miriyan di Mizgeftê da tuneye.Çawa ku li herdû Mescidên heremên şerif li Mekke û Medîneyê jî liser Mezhebê” Şafî'î û Henbelî “Limêja Miriyan di Mizgeftê da dikin.

Yek ji şertên limêjê ewe ku lîbasê limêjker pakê ji necasetanbe û tahirbe.Midasa limêjker jî, beşek ji lîbasê wiye û jê ne cudaye.Dema Limêjker bi lîbasê ne tahir ku Midasawiya di Lingê wîdaye li ser Mirî Limêĵke,Limêja wi betale lewra di herçar mezheban da bê îxtilaf lubsa Limêjker, mekanê limêja wî şerte ku tahirbe.Gelo kê dikare bibêje Limêjker bi pêlavên xweyên ji tuwaletê derketî dikare bibêje Limêjamina li ser Mirî duruste.?Kesê ku bi Pêlavan liser Mirî limêjke û bibêje:Limêja min Qebûle ew xwe dixapne û nikare Xuda bixapîne.

Çiqas Dewletên Misilmanên di cîhanê da hene, hemû di Mizgeftan da û bê pêlav Limêja Mirî dikin.Lê pir mixabin bi tenê Diyaneta Dewleta Tirk Limêja bi Pêlavên necis, liser Miriyan dide kirinê û din jî wek îdeolojiya fermî ya Dewletê dibêne û di xebitîne.Banga min; jibo her bawermendiye: çi Henefî çi Şafî'î ku liser miriyan bi pêlavan va Limêj nekin. Lewra pêlavên herkesî bê necaset nîne Limêja bi pêlavan betale.Disa Melayên îdeolojiya fermî nahêlin Limêja miriyan di Mizgeftanda bê kirinê û dibêjin:bîn didene mizgeftan û Qirêj dikin. Di hemî mezhebanda dîtina ku Ji hêla Mirîva Mizgeft bêne Qirêjkirinê divê li derva yê Mizgeftê bê kirinê û Mizgeftê qirêj neke.Lê divê baş bê zanînê ku Cenazeyên vê demê pir paqij têne şûştinê Mizgeftan qirêjnakin û Ji pirên kesên Limêjkerên di Mizgeftê da Limêj dikin paqijtirin û Limêja Miriyan di Mizgeftanda liser Mezhebê Şafî'î xêrtire.

CELALETTİN YÖYLER

Te kurdiya vê naverokê çiqasî eciband ? 1 2 3 4 5





Deng� Amer�ka

Nivîskar (...)

Mahabad Felat Arda
Mahabad Felat Arda 2014-04-23

Kurteçîroka Silîva
Kurd gelek caran ji xweliya xwe ji nû ve vejiyane û Teyrê SÎmir bûye sembola vê rastiya jiyana gelê kurd. Tişta ku dijminên gelê kurd tênagihêjin û...

Sîdar Jîr
Sîdar Jîr 2014-04-21

Ziman û Şêwaz
Di afirandina berhemeke wêjeyî de ev her sê rêbaz bi awayekî ‘hunerî’ di nava hev de û bi hev re tê pêşkêşkirin

Xelîl Semed
Xelîl Semed 2014-04-21

Qalik a Bawer Rûken
"Ez hevokên romanekê ku min nikarîbû binivîsanda, li ser rûpelên temenekî û bi pênûseke êşê ji kesê evîndar re dinivîsim.’’ (rp.156)

Feratê Dengizî
Feratê Dengizî 2014-04-16

Tîrêja Şevê
Li vî welatî şev herî zêde para jinan ketiye, ligel bêdengiya şevînî. Sebra min jî pir li jina ku dixwaze betanê şevê biçirîne tê ku Kîbar yek ji w...

Samî Tan
Samî Tan 2014-04-15

Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî
Roja 10’ê avrêlê koxebata Zanîngeha Mezopatamyayê hebû. Di vê komxebatê de gotûbêj û danûstandina me li ser polîtîka û bernameya zimanî ya vê zanîn...

Rizoyê Xerzî
Rizoyê Xerzî 2014-03-11

‘Şoreşgerên Terorîst’
Ez bawerim ku gelek ji we jî wekî min matmayî ma dema ku nûçeya qedexekirin hin rêxistinan ji alî Siûdiyê ve hate aşkerekirin

Mîrhem Yîgît
Mîrhem Yîgît 2014-03-06

Welat, Welatê Me û Azadiya Welat
Salên me yan jî bi gotineke rastir ji awira hest û hisên min, girêdan û têkiliya zeman bi min re zû tên û diçin û di nav vê tirafîk û çerxa bilez d...

Zîndan Fîdancî
Zîndan Fîdancî 2014-02-23

Niyazî Tatlici-Niyazî Westa-
Dema ez van qehremanan dinîvîsînim pêçîkên min direcifin û carina jî ji kelecanê dilerizin. Nizanim pêçîkên min in dilerizin an destê min e dileriz...

Ezîzê Cewo
Ezîzê Cewo 2014-01-20

AWIR’EK JI DERVA: PÊVAJOYÊN R’OJHILATA NAVÎN Û PIRSGIRÊKA K’URDÎ BI Ç’AVÊ ZANYARÊ R’ÛS
Ev demek a dirêj e, ez buyer û pêvajoyên li K’urdistanê û R’ojhilata Navîn pêk tên, bi giştî di çapemenîyê da dişopînim, nêr’în û helwestên siyaset...

Jîr Jan Amedî
Jîr Jan Amedî 2014-01-18

Binasaziyên veşartî yên hişê me : Endezyarên civakê û Metafor


Metafor ji xeynî mebesta bikaranîna poetîk,  bi mebesta di hişê mirovan de têgînên nû biafrînin jî, tê bikar anîn

Awê Balî
Awê Balî 2013-12-30

AL Û SIRÛDA KURD
Her Sal 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê ye! Îro piraniya hêzên kurd li ser ew ala Kurdistan îtîfaq in!.. Bila çavên welatparêzn kurd li ala xwe be...

Mehmet Yilmaz
Mehmet Yilmaz 2013-09-09

Axaftina Merasîma Xelata Rûmetê
Gelî mêvanên ezîz û bi rûmet, ez li ser navê Komelaya Nivîskarên Kurd ji bo beşdarbûna we ya merasîma xelata rûmetê ji bo helbestvan Ehmedê Hus...

Mîkaîlê Kaşê
Mîkaîlê Kaşê 2013-08-18

Sêmelka, Til Eran
Ji her sê aliyan ve sînorên Rojavayê Kurdistanê ji çûyîn û hatinê re girtî ne. Demek dîrej e pêvajoya amborgoyê bi awayek sistematik li ser Rojava...

Hemed Elî Qoserî
Hemed Elî Qoserî 2013-06-17

Bêçaretiya Fêrbûyî (Learned Helplessness)
Gava ku mirov bêje; Ez çi bikim û nekim tiştek nayê guhertin, wê çaxê mirov fêrî bêçaretî bûye û birastî jî tutiştî nema kare bike. Martin Seligman

Bahoz Baran
Bahoz Baran 2013-05-13

Ji Çîroka Bakur Çend Têbinî
“Kurd” û “Çîrok”, du evîndarên ku tucarî ji hevdu veneqetiyane, du evîndarên ku dilên xwe li hev rehet kirine û mehra filleyan li xwe birrîne.