1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin"
"Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin","bakur,rojhilatê,sûriyeyê,nas,bikin"

"Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin"

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 9'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike

A+ A-

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo demokrasî û edalet li Sûriyeyê serwer bibe ew amade ne bi hemû aliyên neteweyî re bixebitin. Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.

ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ YA CIVAKÎ

Daxuyanî wiha ye:

"Sûriye, ji serdema Baasê ve ji ber sîstema desthilatdar a navendî azar kişand. Piştî bi dehan salan ji dûrxistin û înkarkirina gelê Sûriyeyê, vê rejîmê welat gihand rewşeke tevlîhev û aloz. Ji ber wê yekê ji beriya 10 salan ve, welatiyên Sûriyeyê di rewşeke zehmet de ne. Her wiha teror û dagirkerî bi pêş ketin û Sûriye veguherî qada şerê cîhanê yê sêyemîn, ku xewnên welatiyên Sûriyeyê yên guhertin û demokrasiyê bi ber bayê xistin. Nexasim ku çareserî û îstiqrar nayê pêkanîn û Sûriyeyê veguheriye qadeke ajandeyên herêmî û navneteweyî.

Şoreşa 19'ê Tîrmehê sala 2012'an ji Kobanê dest pê kir û belavî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Vê şoreşê xwe spart girîngiya guhertina demokratîk li Sûriyeyê, pêşxistina rêveberiya civakê, parastina yekitiya civakê bi rêya projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk, ku bingeha vê şoreşa demokratîk e. Vê projeyê bi pirrengî û cihêreniya heyî hişt ku jiyana hevbeş bê pêkanîn û misogerkirin. Şoreşê her wiha girîngyia guhertina aştiyane û pêkanîna xeyalên gelê Sûriyeyê bê cudakarî û pêşxistina sîstemeke nenavendî li Sûriyeyê ya altrnatîf ji xwe re esas girt.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, Şoreşa 19'ê Tîrmehê wekî şoreşeke civakî xwe dûrî destwerdana şerê desthilatdariyê xist. Pêkhateyên gelê me ji bo Sûriyeke demokratîk a yekbûyî, xeta têkoşînê esas girt û hemû îhtimalên din red kir. Mixabin rejîma Sûriyeyê û hêzên ku xwe wekî opozîsyon bi nav dikin, bi pey wan îhtimalên din ketin, îro jî dûrî xizmeta Sûriyeyê û gelê wê ne, her wiha proje û planan amade dikin ku çareserî û îstiqrarê asteng dike û azarên gelê Sûriyeyê zêdetir dike. Şoreşa 19'ê Tîrmehê xala guhertinê bû ku bi rêya hevgirtin, biratiya gelan û pêşxistina sîstema demokratîk ku destpêkê Rêveberiya Xweseriya Demokatîk û piştre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, pêdiviya gelê me û pêdiviya tevahî gelê Sûriyeyê nîşan da. Bi ruhê şoreşa azad, şoreşa biratiya gelan û piştî çend salan ji aloziya Sûriyeyê, gelê me sîstemeke cihê ava kir, wê sîstemê faktorên yekitiyê parast, rê li pêşketina terorê girt, DAIŞ tune kir û rola pêşeng û girîng a jinan di civakê de vegerand.

HETA KU HERÊMÊN HATINE DAGIRKIRIN BÊNE RIZGARKIRIN...

Bi boneya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em salvegera şoreşê li tevahî pêkhateyên gelê xwe pîroz dikin. Em piştrast dikin ku em ê li ser armanc û rêgezên vê şoreşa azad û demokratîk û rêya şehîdan bin. Em di parastina destketiyên gelê xwe de ku bi fedekariyên mezin ên pêkhateyên gelê me hatine bi destxistin, bi israr in. Em bi vê boneyê piştrast dikin ku em ê heta rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û vegera koçberan ji warê xwe re, kar bikin.

Bi ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê û hêza wê ya ku ji vîna gelê têkoşer girtiye, em ê bigihêjin hemû armancên xwe û çawa ku em di salên borî de li dijî DAIŞ û hemû planên qirkirin û tasfiyekirinê bi serketin, em ê her tim bi ser bikevin. Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku bibin yek û projeya biratiya gelan biparêzin ji ber ku ew rêya hêza me hemûyan e. Her wiha em bang li aliyên Sûriyeyê dikin ku ji bo pêkanîna edalet, demokrasî û rizgarkirina herêmên dagirkirî bixebitin.

'JI BO DEMOKRASÎ Û EDALETÊ EM AMADE NE BI ALIYÊN NETEWEYÎ HEMÛYAN RE BIXEBITIN'

Di heman demê de, bang li hemû aliyan li Sûriyeyê dikin ku nebin dûvikê kesî û xizmeta Sûriyeyê û gelê wê kar bikin. Em wekî Rêveberiya Xweser amade ne ku bi her aliyek niştimanî yê Sûrî re ku ji bo pêkanîna edalet, demokrasî û ewlehiya li Sûriyeyê dixebite, ji bo derxistina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û baweriya xwe bi girîngiya yekbûna erdîngarî û civaka Sûriyeyê tîne, hevkariyê û kar bikin.

JI BO NASKIRINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HATE KIRIN

Em wekî Rêveberiya Xweser helwesta me ji çareseriya li Sûriyeyê li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ye û em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî herêmên Sûriyeyê yên ne veqetandî nas bike. Em helwesta xwe der barê girîngiya çareseriya li Sûriyeyê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî nû dikin û hemû siyasetên ku li Sûriyeyê ji hêla hin aliyan ve têne meşandin şermezar dikin. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar dikin ku mijaran ji hevdu cûda bike û herêmên me wekî herêmên din ên Sûriyeyê nas bikin û wate bide xwesteka gelê me ya bi xwe rêvebirinê di nav tevlihevî û wêraniya li Sûriyeyê de."

ANF