1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em dixwazin tecrîdê bişikînin"
"Em dixwazin tecrîdê bişikînin","em,dixwazin,tecrîdê,bişikînin"

"Em dixwazin tecrîdê bişikînin"

Parêzerên ku ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dan, diyar kirin ku ew dixwazin tecrîdê bişikînin

A+ A-

Parêzeran 14'ê Îlonê li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin ku ew dixwazin biçin Îmraliyê.

Bi navê 350 parêzerên ji çar aliyên cîhanê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin, daxuyanî hate dayin û hate xwestin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafê wî yê parastinê bê misogerkirin.

BENKHELIFA: ASTA DIN ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ YE

Piştî civînê ji Baroya Brukselê û Tora Parêzeran a Pêşverû Selma Benkhelifa axivî û diyar kir ku ew endama Komeleya Hiqûqnasên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan e û ji bo çûyîna Îmraliyê ev komele pêşengiyê ji hewldanê re dike.

Benkhelifa ragihand, ku 350 parêzer di nava vê hewldanê cih digirin ji bo bibin parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biçin Îmraliyê.

Benkhelifa ragihand ku wan name ji Wezareta Edaletê ya delweta Tirk û komeleyên parêzeran ên li cîhanê hemûyan re nivîsandine û got, "Şikandina tecrîdê girîng e. Ev tecrîd beriya niha ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ve hatibû mehkûmkirin. Ev tecrîd nabe ku dewam bike. Bi daxwaza çûyîna Îmraliyê em dixwazin vê tecrîdê bişikînin. Asta din jî ew e ku em ê biçin Îmraliyê."

DEBATY: MAFÊ DARIZANDINA ADÎL TÊ BINPÊKIRIN

Seroka Sendîkaya Parêzeran a ji bo Demokrasiyê (SAD) ku xwe weke rêxistineke têkoşînê ya ji bo demokrasiyê pênase dike Helen Debaty diyar kir ku ji bo şopandina girtîgeha Îmraliyê û dozên cûda wan serdana Tirkiyeyê kiriye.

Debaty anî ziman ku herî dawî tevlî doza parêzerên ÇDH'ê bû û got, "Tirkiye di dozan de pîvana darizandina adîl û bêalî bi temamî binpê dike."

Debaty destnîşan kir ku di mijara Îmraliyê de jî weke parêzerekê ew xwe berpirsyar dibîne û wiha dewam kir, "Mafê parêzeran re ku karibin têkiliyê bi muwekîlên xwe re çêbike. Eger têkililya we bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re tune be, hûn ê nikaribin amadekariyê ji dozê re bikin, hûn ê nikaribin xwe ji parastinê re amade bikin."

Debaty diyar kir ku bi rêya tecrîdê mafê parastinê tê binpêkirin û got, "Parêzer nikarin amadekariyê bikin. Ev yek hem ji bo me hem jî ji bo parêzeran hemûyan girîng e."

ANF