1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ji bo referendûm pêk were divê partiyên Başûr bi gel re li hev bên’
'Ji bo referendûm pêk were divê partiyên Başûr bi gel re li hev bên’,'ji,bo,referendûm,pêk,were,divê,partiyên,başûr,bi,gel,re,li,hev,bên

'Ji bo referendûm pêk were divê partiyên Başûr bi gel re li hev bên’

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Nerîman Ebdulla diyar kir ku pêwîste beriya pêkanîna referandûmê parlamento were aktîfkirin. Parêzer Heyder Heme Reşîd jî got: "Ji bo pêkanîna referandûmê û aktîfkirina parlamentoyê pêwîste di navbera hemû aliyên siyasî de lihevkirin pêk bê. Li aliyê din jî divê bi gel re jî li hev bikin."

A+ A-

CÎHAD HEWRAMÎ/HELEBCE

 

Mamoteyê Zanîngehê Dr. Nerîman Ebdulla û Parêzer Heyder Heme Reşîd li ser mijara referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

 

Mamoteyê Zanîngeha Helebce Dr. Nerîman Ebdulla diyarkirin ku divê pêş zemîneyek ji bo referandûmê were kirin û wiha axivî: "Divê beriya referadûm were lidarxistin pêş zemîneyeke wê li Başûrê Kurdistanê, herêmî û navnetewî were amadekirin. Her wisa divê parlemento were aktîvkirin û di vir de plana referandûmê were derxisitn. Yek jî divê piştgiriya herêmî û navnetewî jib o vêya hebin. Yanî her zêde jî divê welatên bandora xwe li ser herêmê û bi taybet jî herêma Kurdistanê di vî alî de werin qanekirin.

 

'Beriya referandumê divê krîzên heyî werin çareserkirin'

 

Nerîman Ebdulla rexne li siyaseta partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê girt ku her yek berê xwe dide welatekî herêmî û wiha pêde çû: "Rewşa me ya aborî û siyasî ya niha jib o referandûma serxwebûnê gûncav nîne. Eger em di vê rewşa heyî de referandûmê pêk bînin emê, sernekevin. Her aliyek siyasî bi projeyekê kar dike. Her aliyek siyasî xwe nêzî welatekî din yê herêmê dike. Welatî ji ber krîza darayî û siyasî di rewşek xirabdene. Ji ber wê pêwîste beriya referandûmê ev qeyranane werin çareser kirin. Ewên ku dahata darayî ya welat di destê wan deye divê şefafbin û ji welatiyan re eşkere bikin da ku baweriya welatiyan bi wan were."

 

 

'Tenê parlamento dikare biryara referandûmê bide'

 

Her wiha Serokê Sendîkaya Parêzerên  Kurdistanê şaxa Helebce Parêzer Heyder Heme Reşîd jî li ser heman mijarê axivî û diyarkir ku tenê parlemento dikare biryara referandûmê bide û wiha berdewam kir: "Referandûm tê wateya diyarkirina çarenûsa gelekî. Mafê gelê Kurde netewiye ku referandûmê çêbike.”

 

Ancax Heme Reşîd diyar kir ku tenê dezgehek dikare biryara vêya bide ew jî parlementoye û wiha pêde çû:"Weke kesekî ji qanûn fêm dike, bi dîtina min tenê dezgehek dikare biryara referandûmê bide, ew jî parlementoya herêma Kurdistaniyê. Lê, mixabin parlemento jî niha girtiye.”

 

 

‘Divê aliyên siyasî yên Başûr bi gel re li hev werin’

 

Parêzer Heyder Heme Reşîd her wiha balkişa ser parçebûuna di navbera aliyên siyasî de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hem beriya referandûmê hem jî beriya vekirina parlementoyê berê pêşîn aliyên siyasî li hev bikin. Ya herî girîng jî divê bi civakê re li hev bikin. Ji ber welatiyên herêma Kurdistanê ji vê tevlîheviya aliyên siyasî nerazîne. Heya ev zemîn neyê amadekiirin dê pêkanîna referandûmê bixwere şkestinê bîne.”