1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 32 sal li ser qetilkirina Qasimlo û hevalên wî re borî
32 sal li ser qetilkirina Qasimlo û hevalên wî re borî,32,sal,li,ser,qetilkirina,qasimlo,û,hevalên,wî,re,borî

32 sal li ser qetilkirina Qasimlo û hevalên wî re borî

A+ A-

DIJWAR KIRMAŞAN / ROJNEWS

32 sal li ser qetilkirina Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Doktor Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî re borî. Doktor Qasimlo li ser maseya danûstandinan ji aliyê rejîma Îranê ve hat şehîdkirin.

13’ê Tîrmeha 1989’an Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Doktor Ebdulrehman Qasimlo tevî du hevalên xwe dema li Viyanayê bi rejîma Îranê re li dora maseya danûstendinan bûn hatin qetilkirin.

Doktor Qasimlo 22’ê Kanûna sala 1930’î li gundekî girêdayî bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

22’yê Çileya 1946’an dema li Qada Çarçirayê ya Mehabadê ala Kurdistanê li ba bû, Ebdulrehman Qasimlo xwendekarekî 16 salî bû û li Tehranê xwendekar bû. Qasimlo endamê partiya Komunîst Tûdey bû û bû şahidê hilweşandina Mehabadê, darvekirina Qazî Mûhammed a li Çarçirayê. Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo jî kir.

Partiya sosyalîst a sala 1948’an li Çekoslovakyayê hate ser hikum, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê Kurdek hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimlo yê 18 salî bû.

Qasimlo sala 1957’an li Zanîngeha Pragê êdî bibû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li Rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.

Di sala 1973’an de Qasimlo bû Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Dirûşma wî ya kongreyê de jî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî.”

Şerê Îran û Iraqê yê sala 1980’î qedera Rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî dewam kir, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîvê sala 1980’an de bi qasidiya Serokê YNK’ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî.

Her du alî cara pêşî 30’ê Kanûna 1988’an li mala Xebat Marûf ê YNK’yî li hev civiyan. Civînê du rojan dom kir. Qasimlo ji daxwaza “Perwerdehiya bi Kurdî, bila Kurdî bibe zimanê duyem ê fermî” daneket. Piştî mirina Xûmeynî Rafsancanî hate dewsa wî û muzakereyan dîsa dest pê kir.

Di navbera Qasimlo û rejîma Îranê de ku du caran danûstendin pêk tên, Qasimlo ji van guftûgoyan bê hêvî dibe. Qasimlo lewma dixwaze di danûstendina sêyemîn de li şûna wî Seîd Şerefkendî beşdar bibe. Lê Îran vê daxwazê red dike. Şandeya Îranê daxwaz dike ku Qasimlo bi xwe tevlî bibe.

Di muzakereya sêyemîn de şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê du merc danîbû. Yek ji wan ew bû ku Celal Talabanî beşdarî danûstendinan nebe. Ya duyem jî ji bilî kesên danûstendinê bikin, kes neyê cihê civînê. Ango parêzvan li wir nebin.

Doktor Qasimlo û du hevalên xwe 13’ê Tîrmeha 1989’an bê parêzvan diçin cihê danûstendinê. Her du şande li dora maseyê rûdinin. Piştî çend deqeyan şandeya Îranê, bi guleyan êrîş dike. Di êrîşê de Doktor Qasimlo û her du hevalên xwe şehîd dikevin.

(kş)