1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 6. Konferansa Tevgera Çand û Hunerê dest pê kir
6. Konferansa Tevgera Çand û Hunerê dest pê kir,6,konferansa,tevgera,çand,û,hunerê,dest,pê,kir

6. Konferansa Tevgera Çand û Hunerê dest pê kir

Bi dirûşmeya “Çand, ziman û erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkeve”, 6`mîn konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya 200 delegeyan, destpê kir

A+ A-

6`mîn konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li  Rojavayê Kurdistanê, li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan , bi beşdariya 200 delgeyan destpê kir.

Delegeyên ji hemû herêm û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Şam û ji Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxisatinên jinan û saziyên civaka sivîl weke mêvan beşdarî konferansê bûn.

Xebatên Konferansê berî kêliyekê bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Li gorî komîteya amadekar, dê di konferansêc de nûnerên şandeyên beşdar axaftinan bikin, her wiha di nava du rojan de dê delegeyên konferansê rapora xebatê û rêziknameyê bixwînin û binirxînin, her wiha dê hevserokatî û meclisa nû ya tevgerê werin hilbijartin.

(kn)

ANHA