1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 84 roj in rojnamevan Silêman Ehmed winda ye
84 roj in rojnamevan Silêman Ehmed winda ye,84,roj,in,rojnamevan,silêman,ehmed,winda,ye

84 roj in rojnamevan Silêman Ehmed winda ye

Rojnameger Silêman Ehmed ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 84 roj in tu agahî nayên girtin

A+ A-

ojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Dema dixwest deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe. ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 84 roj in agahî jê nayê girtin.

Piştra asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Silêman Ehmed hatiye revandin.

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK'ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.