1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BEREVOKA GOTÛBÊJAN BI ZIMANÊN KURDÎ Û RÛSÎ, BI ŞÊWAZÊ DU E-PIRTÛKÊN CUDA, HATE WEŞANDIN
BEREVOKA GOTÛBÊJAN BI ZIMANÊN KURDÎ Û RÛSÎ, BI ŞÊWAZÊ DU E-PIRTÛKÊN CUDA, HATE WEŞANDIN,berevoka,gotûbêjan,bi,zimanên,kurdî,û,rûsî,bi,şêwazê,du,e,pirtûkên,cuda,hate,weşandin

BEREVOKA GOTÛBÊJAN BI ZIMANÊN KURDÎ Û RÛSÎ, BI ŞÊWAZÊ DU E-PIRTÛKÊN CUDA, HATE WEŞANDIN

A+ A-

Malpera “Amida Kurd” sala 2019an bi lêgerîner, nivîskar û rojnamegerê kurd Ezîz ê Cewo ra li ser mijara wan pirsgirêkan, ên ku li ser rêya hevhatin û yekîtîya civaka netewî-ayînî ya kurdên êzdî asteng in, hevpeyvînek pêk anîbû. Wê demê me digot, qey emê wê bi xelekekê pêk bînin, û benda helwest û nêrînên xwendevanan bimînin. Lê wisa bû, ku hem pirsên nû li bal me rû dan, hem jî xwendevanên me nêrîn û pirsên xwe ji me ra şandin, û me karibû her bi xeleka şeşem va wê gotûbêja xwe bi dawî bikin. 

Ev hevpeyvîn di nava  kurdên ji komarên Sovêta berê da jî hate govtûgokirin, û hinekan ji wana jî pêşnîyar kirin, ku wê bi rûsî jî biweşînin, lewra ku kurdîya gelekên ji wana lewaz e, heya hinek bi kurdî naxwînin jî. Û me ew daxweza van xwendevanên xwe jî pêk anî. Û êdî dema weşana xelekên dawîyê van xwendevanan jî ji me re pirsên xwe dişandin. 

Bi vê gotûbêjê me bi mamoste Ezîz ê Cewo re rewşa ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê nirxand, em di derbarê wan pirsgirêkan de axivîn, ên ku li ser rêya yekîtîya vê  civaka netewî-ayînî ya kurdên êzdî dibin kelem. Di vê pêvajoyê de gelek terefên ne dîyar ên vê pirsgirêkê derketin ronahîyê, hatin nirxandin, û mamoste bi znanistî ew pisana ravekirin, yên ku tavetîyê nadin hem pisporên cuda, hem jî gelek nûnerên civaka kurdî bi giştî. Her çiqas mamoste bi bingehîn pirsên me bersivandin jî, lê, ji ber ku pirsgirêkên heyî di navbera çend dehsalan da berv nebûne, ewana encama pêvajoyeke dîrokî ya demdirêj in, ya ku bi sedsalan domyaye, lewra jî, ji bo ku bersîva dawîn ji bo wan pirsan, ên ku rû didin, bibînin, pêwîst e, ku şaxên cuda yên civakê û pisporên pîşeyên cuda bi berfirehî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Tenê bi beşdarbûna xwendevana ya aktîv di nirxandina vê pirsgirêkê da, dê ji me re li hev bê, ku bersîvên obyêktîv û heşmendî ji bo gelek pirsgirêkên bi êş ên di ser hev de berevbûyî bibînin.    

Lewra jî îro armanca ku li pêşîya me ye, ev e: bersîveke heşmendî ji bo evê pirsê bibînin; “Ew kî ne, yên ku bi zanebûn dixwazin, êzdîtîyê –vê ola kevnar a resen a gelê kurd, tune bikin? Û, ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe, çi rê û rêbazan bikar tînin ew?”

Û, ji bo wê jî, her wê demê mirov dikare bihejmêre, ku di pirsa lêgerîna bersîvên heyî de ew li ser rêya rast e, eger bikaribe têbigihêje, ku di êzdîtîya resen de bingehên resenîya netewyî, ruh û rewanê netewî û vîna natewî yên gelê kurd veşartî ne. Ango di bingeha wê de kodên gênêtîk ên gelê kurd tomarkirî ne. Û lewra jî sedema sereke, ku hinek hêz û derdor hewl didin, bingehên vê ola resen û nebînayî lêpovajî bikin, rastîya wê reş bikin, gav bi gav wê berbi mirinê va bibin û heya dawîyê tune bikin jî, divê mirov hema di nava vê govekê da binirxîne.  Helbet, ji bilî van hemûyan dikare sedemên dinê yên bêhtir kûr û girantir jî hene. 

Ev pirsana girîng in û pêdivîya xwe bi bersîvên bi zanistî misoger û bi felsefî watedar hene, lewra ku, di bersîvên van pirsan da rastîya dîrokî ya pêvejoya here kêm a 3500 salan veşartî ye. Û, bi dîtina min, wisa jî hinek olên kevneşopî gelek tişt ji êzdîtîyê wergirtine...

Û piştî ku xelek bi xelek weşandina vê gotûbêjê bi dawî bû, xwemdevanan gazinên xwe tanîn zimên. Ewana dinivîsîn, ji ber ku xelekên vê gotûbêjî ji hev cuda hatine weşandin, dema mirov bixwaze wan li dû hev bixwîne, ji hêla teknîkî va astengî dertên holê, ku carna jêderkên (link) wan jî venabin, ji bo ku mirov bikaribe wana bixwîne... Lewra jî me biryar girt, ku wan hemû xelekên gotûbêjan bigihînin hev û bi şêwazê berevokekê, wek pirtûka êlêktronî (e-pirtûk) biweşînin. 

Me jî daxweza xwendevanên hêja pêk anî. Û îro êdî berevoka: “Yên êzdî û êzdîtî li ser rêya hevhatin û yekîtîyê”   bi du şêwazan – bi zimanên kurdî û rûsî hatye weşandin. 

Ev berevoka ne hema wisa tumerîya wan şeş xelekên gotûbêjê ye, hemû beşên wê anegorî pîvanên beşê pirtûkan hatine şêwazdar kirin, pêşgotina wê heye,  ji bilî van wisa jî du gotarên mamoste Ezîz ê Cewo di dawîyê da hatine danîn – yek wek paşgotin, û ya dinê jî, wek pêvek, ên ku sedemên rûdanên gelek pirsgirêkan rave û ronî dikin, û goveka nirxandinên pirsên berevokê berfirehtir û balkêştir dikin.

Ev weşana ji bo govekek a berfireh a xwendevanan hatye armanckirin. 

Fermo, yên ku ev babet bala wan dikişîne, dikarin, li vira bixwînin:  https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Yên_Êzdî_û_Êzdîtî

 

 

Mahabad Felat

 

 

Not:

Ji wê demê, dema ku jibû amaadekirina berevokê biryar hatibû, li pêşîya pêkanîna vê armanca me rêzek pirsgirêk hebûn. 

Em spasîya xwe dîyarî wan dost û heval û xêrxwazên çanda netewî dikin, ên ku bûn alîkar, ku ew armanc pêk bê, ev berevok bê weşandin û bigihîje ber destê xwendevanên me!