1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Bayik: Gerîla wê ji Kerkûkê dernekeve û li gel pêşmerge parastina wir bike
Bayik: Gerîla wê ji Kerkûkê dernekeve û li gel pêşmerge parastina wir bike,bayik,gerîla,wê,ji,kerkûkê,dernekeve,û,li,gel,pêşmerge,parastina,wir,bike

Bayik: Gerîla wê ji Kerkûkê dernekeve û li gel pêşmerge parastina wir bike

Cemîl Bayik diyar kir ku ew li Kerkûkê parastina Başûrê Kurdistanê dikin û got: “PKK ne ji bo petrola Kerkûkê çûye wir. Gerîla ji bo parastina Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê li wire. Gerîla li ser daxwaza gelê Kerkûkê û Silêmaniyê çû Kerkûkê.”

A+ A-

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pirsên Kemal Çomanî yê El Monitorê bersivand û gelek mijarên girîng yên têkildarî hebûna PKK’ê ya li Kerkûkê û operasyoneke mûhtemel ya li hember Qendîlê nirxand. Me beşeke hevpeyvîna taybet ya têkildarî rewşa Şengalê û demokratîkkirina sîstema rêveberiya Başûrê Kurdistanê duh weşandibû.

 

PKK dibêje heya xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan nekeve garantiyê ewê ji Şengalê venekişin. Her wisa li Kerkûka xwedî dewlemendiya petrolêye jî hêzên we heye. Wê hêzên PKK’ê yên li Kerkûkê li wir bimînin?

 

Hebûna PKK’ê ya li Kerkûkê elaqeya xwe bi petrolê re nîne; ji ber petrolê jî neçûye wir. Dema DAIŞ’ê êrîşê Başûrê Kurdistanê kir nîvê Hewlêrê vala bû. Kerkûk jî rû be rûyê metirsiyê hat, gelê Silêmaniyê nerehet nebû. Ji ber vê, li ser bangawaziya gelê Kerkûk û Silêmaniyê gerîla çûn Kerkûkê. Hem jî bi al û çekê xwe çûn. Eger berê bi al û çekê xwe derbasbûbana herhal wê destûrê nedabayê. YNK berê ji bo xebatên siyasî jî destûrê nedidan, dikarî çûyîna gerîla ya Kerkûkê jî astengkiriba lê, nekir. Ji ber çûyîna gerîla ya Kerkûkê herkesê kêfxweş kir. Çawa ku berxwedana Mexmûrê moral da gel û nehişt Hewlêr vala bibe, çûyîna Kerkûkê jî moral da gelê Silêmaniyê. Her wisa êrîşa DAIŞ’ê ya ser Kerkûkê asteng kiriye. Çima Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û spasiya gerîla kir?

 

‘Çavê gerîlayan li petrola Kerkûkê nîne’

 

Çûyîna gerîlayan a Kerkûk û Mexmûrê di vê atmosferê de çêbûye. Ji lewma hebûna PKK’ê, ya gerîla a li Kerkûkê hebûna xweparastina gel ya li Başûrê Kurdistanê ye. Parçeyeke ji hêzên din yên xwerparastinê yên Başûr e. Jixwe li Kerkûkê bi pêşmergeyan re li rex hev dimînin. Di êrîşa ser Kerkûkê de bihevre êrîşa DAIŞ’ê şikandin. Gelê Kerkûkê tev vê rastiyê dizane. Ji lewma hebûna PKK’ê ya li Kerkûkê ti pêwendiyeke xwe bi petrolêre nîne. Çavê PKK’ê li petrolê jî nîne. Xeta PKK’ê ya îdeolojîk û siyasî xeta jiyaneke azad û demokratîke. PKK, ji ber parastina Kerkûkê, parastina gelê Başûr û bi giştî jî parastina Kurdistanê, li wir e.

 

‘Heya şerê cîhanê yê sêyemîn berdewam bike dê gerîla li Kerkûkê parastina gel bike’

 

Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanî yê Sêyemîn dimeşe. Wexta ku Şerê Cîhanî yê Sêyemîn berdewam dike, hîn hevsengên nû, statûkoyên nû diyar nebûne, gerîla rabe û ji wir vekişe evê were wateya ne fêmkirina rewşa siyasî ya heyî. Niha Şerê Cîhanî yê Sêyêmîn li Rojhilata Navîn dimeşe, hevsengên berê hilweşiyane. Hevsengên nû zelal nebûye. Hîn ne diyare wê rewşa Başûrê Kurdistanê jî çawa bibe. Rewşa Kerkûkê jî nediyare. Ji lewma hêzên gerîla weke hêzên parastina gelê Kurd, tevî pêşmergeyan heya şerê Cîhanî yê Sêyemîn bi dawî bibe, heya rewşa Rojhilata Navîn, Iraq û Başûrê Kurdistanê zelal bibe, wê bi berpirsyariyên xwe rabe û divê rabe jî.

 

 Di qonaxa heyî de rewşa parçeyekî êdî tenê parçeyekî elaqeder nake. Têkoşîna azadiya gelê Kurd wê tenê bi têkoşîna li Bakur, tenê ya Başûr, tenê ya rojava yanjî Rojhilat re neyê diyarkirin. Êdî çarenûsa Kurdan bihev ve girêdayiye. Li Rojhilata Navîn şerê cîhanî yê sêyemîn heye, ev şer jî yekpareye. Tenê li cihekî bûyîna xwedî destkeftî, li cihekî di astekî de hebûna xweparastin, ne gengaze ku Kurd hebûna xwe û destkeftiyên xwe bi vî awayî bixe bin ewlehiyê. Di dema şerê cîhanî yê Sêyem de, di dema êrışan de parastina Kurdan a destkeftiyên xwe, êdî bi têkoşîna di gelemperiya cîhanê de, bi bihêz ji şerê cîhanî yê sêyemîn derketinê re û bi pozîsyona xwe bihêzgirtinê re elaqedere. Nexwe tenê bi gotina ezê bajareke Rojava biparêzim re, yanjî ezê tenê du bajarên Başûrê Kurdistanê biparêzim re emê têkoşînê pêşbixin re, ne gengaze ku siberoja azad û demokratîk ya Kurdan bixe bin garantiyê.

 

Derdeke gerîlayê li Kerkûkê yê bibêje ‘Ezê bibim hakimê Kerkûkê, bibim desthilat’ nîne. Her wisa derdekî yê li Şengalê jî wisa nîne û yê li Mexmûrê jî derdekî xwe yê wisa nîne. Derdê tekane yê gerîla; Kurd ji vê şerê cîhanî yê sêyemîn bihêz derkevin, di hevsengan de cih bigirin, statûyeke jiyaneke azad û demokratîk saz dike, bidest bixeye. Em di şerê cîhanî yê sêyemîn yê Rojhilata Navîn de bi çaveke wisa temaşeyê têkoşîna li her deverekî dikin.

 

‘Emê operasyoneke li hember Qendîlê weke fersendeke mezinkirina têkoşînê dest bigirin’

 

*Herî dawî jî behsek heye ku dibêjin wê Tirkiye operasyonek li hember Qendîlê bike. Têgotin ku wê vê operasyonê bi êrîşên hewayî yên niha tê meşandin re sînordar nehêlin, wê di bejahî re esker bişînin, wek li pilingên Srî Lanka kirine hewldaneke heman li hember PKK’ê jî bixin dewrê û wê PDK jî bibe parçeyeke ji van êrîşan. Bi baweriya we dê erîşeke wisa çêbibe? Eger wisa bibe dê bersiva PKK’ê çawa be?

 

Ev demeke dirêje ku têgotin wê operasyonek li hember Qendîlê çêbibe. Em wisa difikirin ku bi her timî di rojevê re hiştinê re dixwazin şereke psîkolojîk bidin meşandin. Ji lewma em xebatên xwe hem wek dê hema sibe operasyon çêbibe didin meşandin, hem jî wek dê operasyonek wisa çênebe jî didin meşandin. Nêzîkatî û fikareke me ya em bêjin çima operasyon li hember Qendîlê çêdibe, nîne. Em rêxistineke têkoşîn û şerin. Emê operasyona li hember Qendîlê jî weke fersendeke têkoşînê û bibandorkirina têkoşînê binirxînin. Êrîşeke mîna ya Pilingên Tamîlan li ser Tevgera Azadiya Kurd gengaz nîne. Ev 45 sale Tevgera Azadiya Kurd têdikoşe, li Rojhilata Navîn ev 35 sale şereke tê berdewam kirin. Tevgera azadiya Kurd îro di hemû parçeyên Kurdistanê de bibandore. Gerîla bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê di her çiyayek de bi cih bûye. Ezmûneke xwe ya pir mezin û piştgiriyeke xwe ya civakî heye. Ji lewma di vê wateyê de modela Srî Lanka ango operasyoneke tasfiyekirinê, xeyaleke.

 

‘Operasyoneke li hember Qendîlê wê bibe şikestina dewleta Tirk’

 

Operasyoneke Tirkiyê ya ji bo Qendîlê dibe ku bibe şikestina dewleta Tirk, bibe xalawerçerxê ya şerê dawiyê. Em wisa dizanin. Hemû gerîla li her derê bi heyecaneke mezin li benda waye. Ji ber ku gerîlayê me gerîlayekê ku dixwaze 24 saetan gerîlatiyê bike, dixwaze têbikoşeye. Ji lewma ji bo gerîlayên li Qendîlê û li Qadên din jî wê bibe fersenda pêşxistina têkoşînê û bidestxistina gerîlatiyeke 24 seatî. Em zêde bawer nakin ku wê êrîşeke wisa pêk were, em vêya weke şereke psîkolojîk dibînin. Zêdetir em wisa dinirxînin. Desthilatiya AKP’ê hewl dide xwe bi şerê psîkolojîk re ser piya bigire. Lê, ji ber zehf tengav jî bûye dibe ku serî li êrîşeke wisa jî bide. Ji bo xwe li ser piya bigire, dibe ku bikeve nava hewldaneke wisa ya dawî de. Ji ber ku hemû dîkdator, hemû desthilatên rû be rûyê hilweşînê tên, di hindek aliyan de dibe ku serî li macerayên wiha bidin. Yanî ev jî mûmkîne. Ji lewma em vêya weke lewaziya desthilatiya AKP-MHP’ê dibînin. Ji ber vê dema êrîşeke wisa çêbû eşkereye ku emê veya weke fersenda pêşxistina têkoşîna demokrasiyê, şikandina mêtîngeriya qirker binir