1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Chomsky: Şoreşa Rojava mûcîze ye
Chomsky: Şoreşa Rojava mûcîze ye,chomsky,şoreşa,rojava,mûcîze,ye

Chomsky: Şoreşa Rojava mûcîze ye

Ronakbîrê amerîkî yê navdar Avram Noam Chomsky semînerek li Zanîngeha Rojava da û got: "Şoreşa Rojava mûcîze û bi nirxe, divê ev nirx ji cîhanê re were xuyakirin."

A+ A-

Bi beşdarbûna bi dehan xwendekar, rewşenbîr û kesayetên siyasî semînrek li hola Akademiya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hate dayîn.

Semînera  bi rêya bernameya "Zoomê" ji aliyê ronakbîrî amerîkî, mamosteyê zimannasiyê, fîlozof,  zanyarê têgihiştinê, lojîst, dîrokzan, rexnegir û çalakvanek siyasî Avram Noam Chomsky ve hate dayîn.

Destpêkê, hevserokên Zanîngeha Rojava Ebdulîlah Mistefa û Rohan Mistefa bi xêrhatina beşdaran kirin û spasiya Avram Noam Chomsky kir ku dawaza wan a dayîna semînerê li zanîngehê bi cih anî.

Avram Noam Chomsky, di destpêkê de nêrîna xwe ya derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de anî ziman û û got: "Rojava di rewşeke pir dijwar de ye, pirsgirêka wê ya sereke ew e ku dê çawa ji êrişên Tirkiyê yên bi erêkirina Amerîkayê têne kirin, xilas bibe. Li aliyekî din rejîma Esed a hov heye. Mayîna Rojava heya vê merheleyê mûcîze ye, tecrûbeya wî îsbat kir ku piştevahiya navneteweyî mimkin e."

Chomsky behsa rewşa Rojhilata Navîn di serdema serokê Amerîkayê yê hilbijartî Jeo Biden de û ev tişt anî ziman: " Bêyî zextên gel,  Biden dê heman stratejiya Amerîka ya parastina berjewendiyên dewlemendan bidomîne, dibe ku siyaseta wî ji ya Trump cûda be, lê ne zêde be. Ji ber vê yekê divê her kes zextê li Biden bike. Lê bawer nakim ku dê Biden mîna Trump hov be û wê ji Tirkiyê re nebêje biçe dagir bike û kurdan bikuje, ew jî wê tiştekî neke."

Noam Chomsky di berdewama axaftina xwe de, nêrîna xwe ya derbarê serdema Trump de parve kir û got:  "Rêveberiya Trump hate rexnekirin, ji ber polîtîkayeke wî ya hevgirtî nine, lê belê xwe dispêre rêgezên sereke yê emperyalîst, mîna piştgiriya bi hêzan û têkbirina lawazan. Ev yek di nêzîkatiyên şerê li Yemenê de eşkere bû, ku piştevahî da sîstemeên nejadperest ên li Îsraîlê, li beramberî ku alîkariyên mirovî yên besît li ser Yemenê qut bike û filîstiyan û herî dawî kurdan têk bibe."

Têkildarî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî Chomsky ev tişt got: "Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rû didin ji pirsgirkên li dewletên liberal cûda ne. 10 sal li ser Buhara Erebî re derbas bûn, ya ku li her deverê bi tundî hatin têkbirin. Lê pirsgirêkên li dewletên liberal, ne têkbirina nêrîn e, lê belê paşguhkirina wê ye. Bi rengekî din, nêrînên ku têne parvekirin naghêjin girseyeke mezin, li beramberî wê, tevgerên gel dikarin hin pirsgirêkan ber bi qada siyasî ve bibin."

Chomsky hin şîret pêşkîş rêveberiya Rojava kir "Tişta ku divê were kirin, sîstemeke pêşketî were avakirin ku mafên jinan mîsoger bike nirxên ku li gorî dijî pêk bîne. Ev kirin wisa li Afrîkyaya Başûrê li hemberî sîstemeke bi ser ketin. Ev hêviya we ya tekane ye."

Chomsky  her wiha behsa şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyên dîrokî re derbas dibin, mayîna şoreşa Rojava heya niha û berxwedana mûcîze ye. Gelê Rojava xwedî nirxe, divê ev nirx ji cîhanê re were xuyakirin. Bawer dikim ku gel destekê bide da ku hûn bighêjin armanc û mafên xwe."

ANHA

 

 
 
 
 
 
1