1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Civîna yekem a PEN-Östergötland
Civîna yekem a PEN-Östergötland,civîna,yekem,a,pen,östergötland

Civîna yekem a PEN-Östergötland

Têkoşîna ji bo azadîya gotinê mijara sereke bû

A+ A-

Amîda Kurd / Linköping, 5 Gulan 2025

Duh êvarê li pirtûkxaneya bajêr a Linköpingê wekî gava yekem ji bo damezrandina beşek herêmi ya PEN-Östergötland, civînek hate lidarxistin. Ev civîn, gelek nivîskar, rojnamevan û hezkiriyên wêjeyê bi armanca parastina azadîya axaftinê û piştgiriya bi nivîskar û rojnamevanên girtî re, anî cem hev.

 

Civînê bi axaftina Marianne Henrikson dest pê kir. Henrikson armanca civînê bi kurtî da zanîn, bixêrhatina beşdaran kir û paşê bixêrhatina yek ji rêvebirên PEN a Swêdê Hanna Nordell kir û ji bo axaftina wê, wê vexwend ser dikê. Nordell di axaftina xwe de li ser kar û armancên rêxistina PENê axivî û rewşa giştî ya azadîya raman û axaftinê ya li cîhanê şîrove kir. Bi nexşeyên cîhanî û statîstîk, ew nîşan da ku rewş bi gelemperî li cîhanê her diçe xerabtir dibe û tenê li pir kêm welatan rewş baştir e. Swêd yek ji wan welatan e, lê li gor demên berê, rewşa azadîya raman û axaftinê, li Swêdê jî bi paş dikeve, lewre rewşa cîhanê tirs û fikarên mirovan zêde dike û mirov newêrin wekî berê zêde biaxivin an ramanên xwe bi wêrekî bînine ziman.

 

Nordell di axaftina xwe de, bi taybet li ser rewşa nivîskar û rojnamevanê swêdî Joakim Medin ku bi angaşta piçûkxistina serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û têkiliya bi muxalefeta kurd re li Tirkiyeyê hatiye hepskirin jî rawestiya. Herwiha kursiyek vala bi wêneyê Medin li ser dikê wekî sembol hatibû danîn. Nordel di axaftina xwe de da zanîn ku PEN a Swêdê piştgiriya Joakim Medin dike.

 

Piştî axaftina Nordel, endama şanaziyê ya PEN a Swêdê û însiyatîvgira projeya PEN-Östergötlandê Birgül Özbaris, ji bo axaftinê hat vexwendin. Özbaris belgeyek li ser armanc û amadekariyên PEN-Östergötlanê pêşkêş kir. Herwiha derbarê raman û gotina azad û astengiyên li ber van ên li Swêdê û li cîhanê de, raman û nêrînên xwe bi beşdaran re parve kir.  

 

Piştî Birgul Özbaris, Mahabad Felat, endamê PEN a Swêdê, li ser ji dîroka kevnarê heya roja me grîngiya azadîya raman û gotinê, encam û hewldanên hatine dayîn nêrînên xwe anî ziman. Herwiha piştgiriya xwe ya ji bo rojnamevan û nivîskarên bi sedema gotin û ramanên xwe hatine girtin û bi taybet ji bo Joakim Medin diyar kir.

 

Dawiya civînê bi beşdarên civînê re gotûbêj hatin kirin. Herwiha hemû beşdar nameyek ji bo Joakim Medin nivîsandin û bi rêya PENa Swêdê nameyên xwe şandin.

 

Civîn weke civîneka serkeftî hate nirxandin û gelekan spasiyên xwe û hêviyên xwe yên ji bo berdewamiya vê xebatê û damezrandina beşa herêmî ya PEN-Östergötlandê pêşkêş kirin.

 

Nûçe: Amîda Kurd