1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ‘Di civîna Urdinê de PDK jî amade bû û Şengal li vir hat firotin’
‘Di civîna Urdinê de PDK jî amade bû û Şengal li vir hat firotin’,di,civîna,urdinê,de,pdk,jî,amade,bû,û,şengal,li,vir,hat,firotin

‘Di civîna Urdinê de PDK jî amade bû û Şengal li vir hat firotin’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Hecî Hesen diyar kir ku li Urdinê di navbera Tirkiye, Siûdî û Qeterê de civînek hat kirin û divê civînê de Mûsil û Şengal hatin firotin, her wiha PDK jî di civînê de amade bû û got; “Dema DAIŞ’ê êrîş kir, pêşmergeyên PDK’ê Şengal ne parastin. Ji ber Mûsil, Şengal û herêmên ser madeya 140 pêştir hatibûn firotin.”

A+ A-

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Komkujiya Şengalê ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’ê de bi vekişîna hêzên PDK’ê ji Şengalê, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, ket sala xwe ya çaran de. Di komkujiyê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin. Bi boneya salvegera komkujiya Şengalê Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Hecî Hesen ku bersivên pirsa ajansa me da, nirxandinên giring kir.

 

Hecî Hesen di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re bal kişande ser sedemê radestkirina Şengal û Mûsilê ya bê Şer ji çeteyên DAIŞ’ê re. Her wiha Hecî Hesen diyar kir ku armanca valakirina Şengalê ji aliyê hêzên PDK’ê ve, tinekirina gelê Êzidî bû ji herêmê û got ku PDK ji gel re digot emê we biparêzin, lê dema DAIŞ hat, bê agahî bidin gel bi yekcarî ji Şengalê derketin.

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Hecî Hesen wiha ye:

 

‘PDK jî di civîna li Urdinê de amade bû’

 

“Li gor we sedemê DAIŞ bi ew hêsanî kete di Mûsilê de çi bû û çima ji bo pêşîgirtina DAIŞ’ê ti şer nehat kirin?

 

Di 10’ê Hezîrana 2014’ê de DAIŞ bê şer ket di Mûsilê de. Lê pêş destpêka meha Hezîrana 2014’ê li Urdinê di navbera Tirkiye, Siûdî û Qeterê ve civînek hat çêkirin. Di çapemeniyê de jî qala vê civînê hat kirin. Her wiha di civînê de endamekî PDK’ê jî amade bû. Di wê civînê de wan û DAIŞ’ê pîlan danîn û xwestin herêmek Sunî ava bikin. Xwestin ji Diyala heya Dêrezorê bêxin bin destê xwe de. PDK’ê jî dixwest herêmên li ser madeya 140 bikin beşek ji Herêma Kurdistanê û dewleta Kurdî ava bikin. Sunî wê piştgiriya vê yekî bikin.

 

‘Cihên pêşmergeyên PDK’ê lê bûn ti şer nehat kirin û rê ji DAIŞ’ê re hat vekirin’

 

Cihên ku pêşmergeyên PDK’ê lêbûn ti şerek nehat kirin û rê li ber DAIŞ’ê hat vekirin ku heya ketin Şengal, Zimar, Behşîqa û Behzan. Lê ji navane yê herî zêde zorî lê hat kirin Êzidîbûn bi taybetî jî li Şengalê. Dema ku DAIŞ derbasî Mûsilê bû, nêzî 2 hezar çeteyên DAIŞ’ê bi wesayitên xwe hatin û xelk di tirsandin. Di çapemeniyên xwe de jî bi şêweyek hovane xwe bi xelkê didan naskirin. Ji ber vê jî dema derbasî Mûsil bûn, Mûsil din ava 24 saetan de bi temamî kontrol kirin. 10’ê Hezîrana 2014’ê Mûsil bi temamî kete bin kontrola DAIŞ’ê de. Her wiha di 12’ê Hezîranê de jî DAIŞ’ê berê xwe da Tilefer. Ji Xwe 2005’ê li Tilefer Şerê mezhebi destpêkiribû. Sune û Şîeyan bi hezaran ji hevdû kuştibûn. Wê demê dewleta Iraqê dibin desthilata Şîeyan de bûn û Şîeyan, Sune ji Tilefer derdixistin. Suna berê xwe dane Şengal û Mûsilê. Hejmarek pir kêm Sune li Tilefer mabûn. Dema DAIŞ ber bi Tilefer ve çû Suneyên li vir destek dan DAIŞ’ê û ji bo tola xwe ji Şîeyan bigirin destek dan DAIŞ’ê.

 

‘Ji 2003’ê ve Şengal dibin destê PDK’ê de bû’

 

Ji aliyê tugaya Ebû Welîd ve berxwedanek hat kirin û nêzî du rojan li ber xwe dan û şer kirin. Piştî du rojan cebilxaneya wan xelas bû. Ebû Welîd bi tugaya xwe ve berê xwe da Şengalê û hate gel berpirsê liqa 17’an a PDK’ê li Şengalê Serbest Bapîr. Piştre Ebû Welîd û Serbest Bapîr bi hev re ji Şengalê derketin û bere xwe dane Başûrê Kurdistanê. Di 3’ê Tebaxa 2014’ê de DAIŞ kete di Şengalê de. Ji 2003’ê ve Şengal dibin destê pêşmergeyên PDK’ê de bû. 13 hezar pêşmerge li Şengalê hebûn. Dema DAIŞ ket Şengalê li Şengalê ti berxwedaniyek nekirin û pêşmergeyan Şengal vala kirin, ber bi Dihokê ve reviyan. Hinek kes dibêjin ‘pêşmerge ji Şengalê ne revîn, di destê wan de cebilxane nebû’. Ev tişt nerastin, ji ber ku me hemû tişt bi çavên xwe dîtin. Ger ku rast dibêjin cebilxane di destê wan de nebû, wê demê dikarîn ji milet re bejin xwe xilas bikin û ji Şengalê derkevin, em nikarin we biparêzin. Lê bê ku tiştek bêjin bi bêdengî Şengal vala kirin û ber bi herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê ve reviyan.

 

‘PDK’ê ji gel re digotin netirsin, parastina we erkê me ye’

 

Pêş DAIŞ êrîşê Şengalê bike ti amadekariyek ji bo parastina Şengalê hatibû kirin yan ne?

 

Dema sibeha 3’ê Tebaxê ferman çêbû, min pêş du rojan mala xwe biribû ser erdê xwe yê li rex gundê Ziravkê. Piştî teqîna li Tilezer û Sibayê ku di 14’ê Tebaxa 2007’an de pêk hat, li derdora her gundeki weke hawizên avê çêkiribûn. Ev jî ji bo xapandina gel bûn. Ger rast digotin pêwîst bû evane  qasî 3 heya 4 kîlometir ji gund dûr çêkiriban. Her wiha me bi xwe bi çavên xwe dît çewan DAIŞ dihat ji van hawizên derdora gundan bi tankan av dibirin. Ji berê de ti têkiliya min bi PDK’ê re nîne. Lê min dîdît ku gel ji PDK’ê re digot ev çiye DAIŞ tê nêzî me dibe. PDK’ê ji gel re digot netirsin û ti metirsiyek li ser we nîne. Digotin jiyana xwe bidomînin û parastina we erkê me ye.

 

‘Li gundê Girzerikê berxwedan çêbû, lê pêşmergeyên PDK’ê destek neda xelkê gund’

 

Pêş 2 saetan telefon ji min re hat û gotin ku DAIŞ li derdora gundê Girzerik pir digere. Her wiha ji gelek gundên din jî telefon dihatin. Pêş şer destpê bike  em li ser banê xanî bûn û şev bû. Me li Girzerik temaşe dikir û me dît ku li Girzerik ronahî bilind bû. Me zanî ku li wir şer derket. Me telefon ji nêsên li wir re vekir gotin ku şer destpê  kiriye. Em demekî wisa man. Piştî demekî gotin şer bi dawî bûye û piştî navberekê gotin dîsa şer derketiye. Piştre ji me re agahî hat kul i Siba Şêx Xidir jî şer derketiye. Pêş şer li Gir Izêr destpê bike, di navbera me û yên Sibayê de peywendî hebû. Piştre derdora saet 5 û 6’ê sibehê me dît xelkê Girzerikê ji gundê xwe derketine. Şerê herî mezin û giran li Girzerikê bû. Ji ber wan li ber xwe da zêdeyê wan neketin destê DAIŞ’ê. Qasî ji wan hat şer kirin û zû dest ji gundê xwe bernedan. Lê ji ber ku çek û cebilxaneya wan pir kêm bû, pêşmergeyan jî alîkariya wan nekir û reviyan, neçar man ku ji gund derkevin. Ew ji gundê xwe derketin û berê xwe dan çiyayê Şengalê. Gelê Êzidî pir li ber xwe da. Her wiha gundê Rembûsî bi wesayitên xwe gelek kes derxistin û dibirin çiya. Bi alîkariya wan gelek kes hatin rizgarkirin.

 

‘Dema DAIŞ hatî pêşmergeyan doçka xwe hiştin û şer nekirin’

 

Di Şengalê de qet şer hat kirin? Her wiha gel di dema êrîşa DAIŞ’ê de çi difirî?

 

Şerê ku di Şengalê de çêbûyî tenê ew hewana bi dibistanê ketî û pêşmergeyek YNK’ê yê têdebû hat kuştin. Her wiha li rex gundê Sibayê ku pêştir polîsên Iraqê doçkaya xwe li ser danîbûn, dema DAIŞ hatî ev cih ku dibin destê pêşmergeyan de bû, bi yek carî vala kirin. Li vir jî gel hat xapandin. Ji ber gel wisa difikirî ku ev doçka wê me biparêze. Dema ev doçka ket destê DAIŞ’ê, DAIŞ’ê jî doçka li ser gel bikaranî û gelek kes li wir kuştin. Gel bi zorek mezin xwe gihandin çiya. Ji xwe ew kesên di gund de mabûn piranî hatin kuştin, girtin û revandin. Malbata min ji derketibû û hinek jî di gund de mabûn. Yên di gund e ji me re gotin xwe rizgar bikin. Lê ne diyar bû emê rizgar bibin an jî bên kuştin.

 

‘Hîna sibehê zû bû pêşmerge pêşiya gel ji Şengalê reviyan’

 

Sibehê zû dema em ji malên xwe derketin, me dît ku pêşmerge pêşiya gel direve. Em ji Şengalê vegeriyan û em hatin gundê Gabara. Bi hezaran kesî xwe spart çiyayê Şengalê. Bê xwarin û av li ber germê man. Xwarin nebû dayik bidin zarokên xwe. Tenê bi ser zarokên xwe de digiriyan. Dayikan bi rondikên çavên xwe lêvên zarokên xwe şil dikirin ji bo ku nemirin. Ger ku wê demê rêxistinek me heba û em ji hev belav neban, me wê karîba şer bikin û ew çend tehda li me nedihat kirin. Em li deriye gelî bûn û me dengê fîşekan dibîhîst. Me dît ku DAIŞ’ê êrîşê Gora Evdo kirin û li wir nêzî 70 kesî girtin û bi xwe re birin. DAIŞ’ê di ser me re fîşek davetin. Kurê min ê biçûk bi min re bû. Ez difikirîm ger fişek bi yek ji me bikeve, ewê din wê çi bike. Me ne dizanî çi bi kê ji me tê û wê çi bibe. Em meşiyan û em gihan dolek a çiyayê Şengalê. Em heya saet 2’ê şevê meşiyan û em gihan çiyayê Şengalê. Em pir westan û em êdî ji taqet ketin. Sibehê em rabûn me dît ku ava me jî xelas bûye. Em dibin tirsek mezin re meşiyan û em gihiştin çiyayê Şengalê.

 

‘Gelek kes ji têhna fetisîn’

 

Em gihiştin çiya û me malbatên xwe birin serê çiya. Min piştî navberekê li vir du mirovên xwe dîtin û min ji wan re got bila malên me di çiya de bin û em vegerin, dibe em hinek kesan ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Lê kes bi ji wan b imin re nehat. Em cardin vegeriyan serê çiya. Lê ava me nemabû. Ez li mirovek xwe geriyam û min pirsa rewşa wan kir, ji min re got ku birayê wî ji têhna fetisiye û bi sedan kesên din jî wekî wî. Di vê kêliyê de tişta herî ku ez pê êşayîm min dayikek dît ji min re got ku 4 zarokên wê hene, ji neçarî du zarokên xwe avêtine.

 

‘Piştî rê vebûn em çûn Rojavayê Kurdistanê’

 

Êdî jiyana me mabû li ser saetan. Di her kêliyê de dibû ku DAIŞ were. Piştî rê vebûn em çûn Rojavayê Kurdistanê. Em demekî li Rojava man. Gelek kes jî diçûn Başûr.

 

‘Ji min re zehmet bû ez cardin vegerim nav PDK’ê’

 

Piştî hun çûn Rojavayê Kurdistanê li ser vegera xwe ya cardin ji bo Başûrê Kurdistanê hun çi difirîn?

 

Çûna Başûr ji bom in pir zehmet dihat. Ji ber ên bûne sedema fermanê PDK bû. Başûr jî tejî PDK bû. Min ne dikarî cardin vegerim nav PDK’ê. Min ji malbata xwe re got em li vir bimirin baştire, ji çûna me ya nav PDK’ê. Kurê min her digot em herin Başûr, ji berk u hemû mirov û nasên me li wirin. Piştî demek em li vir man, em cardin vegeriyan Başûr.

 

‘3 kurên min di komkujiya Tilezêr de hatibûn kuştin’ 

 

Piştî hun vegeriyan Başûr hun yekem çûn kûderê?

 

Di komkujiya Tilezêr de pêştir sê kurên min hatibûn kuştin. Ji bo wê jî tene ev kurê min li gel min mabû û min nexwest ez wî bişkênim û em li ser daxwaza wî vegeriyan Başûr. Dema em gihan Başûr em çûn kampa Bacidê. Em çûn rex mirovên xwe û di mektebekê de em bi cih bûn. Em 18 malbat di salonek a mektebê de bicih bûn. Li vir gelek kesên baş hebûn ku alîkariya me dikirin. Gel alîkariya me dikir. Lê dewleta Barzanî gelek zor li me dikir. Piştî demekî min got êdî ez nikarim li vir bimînim û çi dibe bila bibe divê ez vegerim Şengalê. Vegerim ser xaka xwe. Min got divê ez biçim Şengalê û ji bo gelê xwe kar bikim. Ji ber ez difkirîm piştî ku Şengal rizgar bibe ez nikarim biçim ser keda hinek din rûnim. Piştre ez hatim Şengalê û min heval dîtin. Ez tevlî meclisa Şengalê bûm. Min di Meclisa Avaker a Şengalê de cih girt û ez 6 mehan li vir mam û malbata min li Başûr bû.

 

‘Min dixwest tevlî pêngava rizgarkirina Şengalê bibim’

 

Piştre pêngava rizgarkirina Medîban û Şengalê destpê kir. Min dixwest ez tevlî vê pêngavê bibim û dijî DAIŞ’ê şer bikim. Li dijî dijminê xwe şer bikim. Lê hevalan ne hiştin ez tevlî şer bibim. Ji min re gotin malbata te heye û tu xwedî zarokî. Piştre ji Başûr telefon ji min re hatin û digotine min divê tu werî. Min got ez nayêm. Min dizanî ger ez biçim wê min bigirin. Her wiha gef li malbata min dihatin xwarin. Ji wan re digotin sê rêyên we hene yan ewê Hecî ji Şengalê were, yan hunê herin gel wî, yan jîı emê we bigirin. Piştre malbata min li gel min axivî û gotin meselek wiha heye. Min ji wan re got hun dizanin dixwazin werin an ne. Lê ez nayêm wir êdî. Piştre malbata min jî hat Şengalê gel min.

 

‘Em dizanin kê em firotin û kê jî xwîna xwe di ber me da daye’

 

Di dawiyê de banga we ya ji bo gelê Êzidî çi ye?

 

Ez tenê di dawiyê de dixwazim tiştek bêjim. Bila gelê Êzidî xwe nas bike. Piştî ev qas zehmetî bila bizanin kê wisan anî sere wan. Gelek kes hene her çendî vê dizanin jî lê çavên xwe digirin û xwe dixapînin. Naxwazin rastiyê bibinin. Hîna gelek kesên me diçin gel dijmin. Divê êdî em xwe bi rêxistin bikin. Em hîna di fermanê de ne. Heya ku em xwe rêxistin nekin emê her di fermanan re derbas bibin. Em dizanin kê em firotin û em dizanin kî hat û xwîna xwe di ber me da daye. Bila êdî Êzidî jî dost û dijminê xwe nas bikin. Bila êdî xwe bi rêxistin bikin ji bo em cardin di fermanan re derbas nebin û cardin neyên firotin.”

 

(rn)