1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Em daxwaz ji PDK’ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde'
‘Em daxwaz ji PDK’ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde',em,daxwaz,ji,pdk,ê,dikin,ku,dest,ji,kuştina,kurdan,û,xiyanetê,berde'

‘Em daxwaz ji PDK’ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde'

Çavdêrên û çalakvanên siyasî yên bajarokê Teqteqê diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê rewa bike, serdana Tirkiyeyê kir

A+ A-

SORAN MIHEMED/TEQTEQ

 

Çavdêrên siyasî  û çalakvanên siyasî yên bajarokê Teqteqê ya ser bi Hewlêrê, têkildarî êrîşên dewlata Tirk ên di 25'ê Nîsanê de birin ser Şengal û Rojava, herwiha serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya piştî êrîşa ku têde 5 pêşmerge jî jiyana xwe ji dest dan, ji ajansa me re axivîn.

 

Çavdêrê siyasî Ferhad Semed li ser mijarê wiha got; "Ji berî her tiştî ez helwesta PDK'ê şermezar dikim. Mafê wan nîne ku bi navê xelkê Herêma Kurdistanê daxuyaniyan bidin. Mafê wan nîne kengê bixwazin xiyanetê li vî gelî û xakî bikin. We rewatiya xwe ya di parlementoyê de ji dest daye. Hûn çawa dikarin balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rakin û xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran bikin?”

 

Semed diyar kir ku divê civak hestyar tevbigere û bikare mûdexeleyê karê partiyan bikin û got: “Dest ji partiyan berdin û dakevin qadan."

 

'PDK'ê Şengal radestî DAIŞ'ê kir'

 

Ferhad Semed bi berdewamî rexne li siyaseta PDK’ê ya Şengalê dike û dibêje: "Divê gel ji PDK’ê re bêje na û jêre bêjin tu nikarî xiyanetê bikî û li ser xaka şehîdan piştgiriya dijmin bikî. Helbet pêwîste em alîkariya welatiyên Êzidî bikin. Heya niha çend caran di komkujjiyan re hatine derbaskirin. Destpêkê PDK'ê Şengal radestî DAIŞ'ê kir. PKK'ê jî Şengal ji DAIŞ'ê rizgar kir. Lê dûbare dixwaze bi rêya Tirkiyeyê re Şengalê dagir bike. Serdana herî dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya li Tirkiyeyê ji bo ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê rewa bikiye."

 

Berpirsê Tevgera  Goran yê Teqteqê Pêşrewe Babe Şêx jî wiha axivî; "Tirkiyeyê di dilê Herêma Kurdistanê de êrîşê xakekî hîn birîna wê ne pêçayî dike. Êrîş bi alîkariya partiyekî siyasî ya Başûrê Kurdistanê pêkhat ku di vê demê de qaşo behsa dewleta Kurdî û referandûma serxwebûnê dike. Behsa dewleta Kurdî dike lê, di aliyekî din de jî dijminên Kurdan tîne û li ser vê xakê êrîşê welatî, geırıla, pêşmerge û şervanên Kurd dike.”

 

'Êrîş bi hevkarî pêk tên'

 

Babe Şêx herî dawî wiha anî ziman; "Êrîşên li ser Şengalê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêkhatî, bi çavgirtina PDK'ê pêk hat. Ji ber ku piştî êrîşê resterast Serokwezîrê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir. Ev jî nîşan dide ku êrîş bi hevkarî pêk tên."

 

'Daxwazê ji PDK'ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde'

 

Çalakvanê siyasî Amir Çavşîn jî rexne li siyaseta PDK’ê digire û wiha dibêje; “Êrişên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi planên partiyekî siyasî ya Başûrê Kurdistanê pêkhat. Ji ber ku hinek çavkanî didin diyar kirin ku ji berî êrîşê, 2 seatan şebekeyên telefonê li Şengalê hatine birîn.  Ev jî eşkere dike ku partiyekî Kurdan di nava vê pîlanê de cih girtiye. Ji ber vê yekê daxwazê ji hemû gelê Kurd dikin ku li hemberî êrîşên li ser Şengal, Rojava û şehîdkirina pêşmerge û şervanan bêdeng nemînin. Her wiha daxwazê ji PDK'ê dikin ku dest ji kuştina Kurdan û xiyanetê berde."