1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya Konferansa Kurd a Navneteweyî hat eşkerekirin
Encamnameya Konferansa Kurd a Navneteweyî hat eşkerekirin,encamnameya,konferansa,kurd,a,navneteweyî,hat,eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Kurd a Navneteweyî hat eşkerekirin

Encamnameya 16. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya s li Parlementoya Ewropayê hate lidarxistin hate eşkerekirin

A+ A-

Encamnameya 16. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 5-6’ê Sibatê bi sernavê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ pêk hat, hate eşkerekirin.

Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) pêşengtiya wê kir. Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û duyemîn koma herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamenta Ewropayê piştgiriyê didin konferansê.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku der barê têkiliyên Tirkiyeyê re û têkildarî gelemperiya Rojhilata Navîn de pêwîstî bi gotineke nû heye û wihahat gotin: “Kurd li vir di warê aramî, pêkhatina aştî, di mijara demokrasî, ekolojî û wekheviya zayendî de faktoreke bi bandor in.”

Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku li gel tifaqên herêmî û perspektîfên gerdûnî yên Kudan li herêmeke ku şer û krîz lê rû dayîn pêşketinên nû bi xwe re aniye û wiha hat domandin, “Divê di rêza ewil de hevkariyeke bihêz bi van hêzên demokrasiyê re bê kirin.”

Di encamnameyê de ev bang li dewletên endamên YE, saziyên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin:

-Divê dagirkeriya Tirkiye ya li Bakurê Sûriye/Rojava weke binpêkirine hiqûqa navneteweyî bê dîtin, divê polîtîkayên paqijiya etnîkî ya li herêmên hatine dagirkirin bên mehkûmkirin û banga lezgîn bê kirin ku yekîneyên Tirk vegerin.

-Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo di rêya çareseriya siyasî ya şerê Sûriyeyê de weke qonaxeke girîng bê dîtin, divê nûnerên Kurd ji bo siberoja Sûriyeyê tevlî Komîsyona reşnivîsa Destûra Bingehîn bikin.

-Divê bi biryardarî bang li Tirkiyeyê bê kirin ku êrîşên xwe yên esmanî û dagirkeriyê yên li herêmên Kurdistana Iraqê bi dawî bike; Ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

-Divê endamên HDP’î û hilbijêr bên berdan, rêz ji encamên hilbijartinê re bê girtin û hevşaredarên ji erkê hatine girtin vegerin ser karê xwe û di vê mijarê de bang li Tirkiyeyê bê kirin.

-Rêdayîna şantajên Tirkiye ya ku krîza koçberan û gefa cîhatî ya Tirkiyeyê, wisa neke ku bibe qurbanê nirxên demokratîk ên YE’yê.

-Ji bo Tirkiye neçar bike ku têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî be, tedbîrên dîplomasî, siyasî û hiqûqî bê kirin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên siyasî zorê bide dewleta Tirk divê wî demildest berde û ji nû ve dest bi diyalogê bikin.

-Di mijara PKK ne rêxistineke ya terorê ye, parçeyek ji şerê bi çek e li ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa û Dadgeha Bilind a Belçîkayê hemû sînordariyên li ser ferdên Kurd û partiyan divê bê rakirin û sûdê bide çareseriyê.”

 

ROJNEWS