1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fuara pirtûkan a Rojava li gel astengiyan jî eleqeyek zêde jê re heye
Fuara pirtûkan a Rojava li gel astengiyan jî eleqeyek zêde jê re heye,fuara,pirtûkan,a,rojava,li,gel,astengiyan,jî,eleqeyek,zêde,jê,re,heye

Fuara pirtûkan a Rojava li gel astengiyan jî eleqeyek zêde jê re heye

Fuara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku hewl tê dayin her sal li Bakur-Rojhilatê Sûriyê were danîn, li gel astengiyên TC-PDK-ENKS-rejîma Baas, propagandaya reş û bihayê yê zêde yê kargoyan jî didome

A+ A-

 

Fuara Pirtûkan a 5'an a Şehîd Herekol 29'ê Tîrmehê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a li Qamişlo dest pê kir. Furar bi dirûşmeya ''Pirtûka kana jiyanê ye'' dest pê kir, ji Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Başûr, Bakur, Rojhilatê Kurdistanê, Sûriyê, Italya, Misir, Irak, Tunis, Libnan û Tirkiyê 44 weşanxanê lê hazir e. Li Fuarê 120 hezar pirtûkên 13 hezar nivîskarî hene.

BEŞÊ HERÎ LI BER ÇAV Ê FUARÊ: BEŞA EFRÎNÊ

Di fuarê de herî zêde beşa Efrînê balê dikişîne, ku ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ve hatiye vekirin, ku ji ber êrîşên Tirk ên dagirker bêgav mabûn mal û milkê xwe berdin .Piraniya vê beşê ji berhemên nivîskaren Efrînê pêk tê. Vê salê nivîskarên Efrînê 54 pirtûk çap kirin û li herêmê hijmara herî zêde ev bû.

Li vê beşê bernameyeke bi navê ''Ji bo Efrînê û gelê Efrînê tu jî tiştekî binivise'' heye. Kesên ku diçin vî beşî ji wan tê xwestin ku ji bo gelê Efrînê tiştekî binivisin.  Heta niha gelek nivîs hatin komkirin. Hate gotin nivîsên ku hatine komkirin wê bigihînin ber destê Efrîniyan ku li herêma Şehba li kampên koçberan dijîn.

PIRTÛKVANA LEHENGÊN ZAROKÊN KURD: RONA EGÎD

Li fuarê beşekî taybet a çîrokên zarokan jî heye. Bi vî beşî re keçeke 12 salî têkildar e.  Rona Egîd a ji Qamişlo par di bin sîwana Weşanxaneya Amara de tevlî fuarê bûbû.  Rona îsal bi pereyên ku komî ser hev kirî beşekî taybet vekir. Pir serdana vî beşî tê kirin. Rona ku lehenga zarokên Kurd e, çi pirtûke tê firotin tiştekî lê dinivisine.

Rona wiha dibêje: ''Berê li Rojava pirtûkên ji bo zarokan pir kêm bûn. Heta niha pirtûkxaneya zarokan nebû. Ji ber vê min xwest ku vê bikim. Bavê min û malbata min, hevalên min li pişt min sekinînin. Bi pereyên pirtûkên ku difiroşim ez ê ji bo zarokên Rojava pirtûkan bikirim.''

QEDEXE, BIHAYÊ ZÊDE YÊ KARGOYAN...

Dema ku haziriyên vekirina fuarê didomîn gelek astengî derketin. Lê li gel vê jî fuar vebû û bi rengekî serkeftî didome. 

Dewleta Tirk nehişt ku gelek weşanxane ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê werin

Li Başûrê Kurdistanê ji ber wêneyên Mûsa Enter û Rûstem Cûdî li ser hin pirtûkên Weşanxaneya Aramê hebûn, hêzên PDK'ê dest li ser wan danî. Berpirsên weşanxanê gotin, ''Wêneyên van şexsan ku li Tirkiyê jî ne qedexe ne, ji hêla PDK'ê ve ku xwedêgiravî hêzên Kurd in, hatin astengkirin û dest li ser berhemên me hate danîn.''

Hin kesên bi ser ENKS'ê ve hê fuarê dest pê nekirî dest bi reşkirinê kirin lê gelê Rojava guh neda van gotinên reşkirinÊ û planên wan pûç kirin.

Hêzên rejîma Sûriyê jî nehiştin ku pirtûk ji Helebê û Şamê werin. Bi bihayê zêde yê kargoyan pirtûk gihaştin fuarê, lê pirtûkên ji Helebê negihaştin.

PIRTÛK DIYARÎ XWENDEKARAN KIRIN

Weşanxaneya Aramê pirtûk diyarî wan zarokan kirin ku di pola 9 û 12'an de serkeftî ne. Her wiha piraniya weşanxaneyan pirtûk diyarî gelek kesan kirin.  Piştî fuarê wê pirtûk diyarî zanîngehên Rojava wer kirin.

Li fuarê serdanvanan bêhtir bala xwe dane ser romanan, pirtûkên dîrokî, lêkolîn, felsefî û çandî. Di fuarê de herî pir berhemên Kurdî û Erebî hebûn.

HIN BERHEMÊN LI FUARÊ

Li fuarê 130 hezar pirtuk hene. Ji van hin jê wiha ne:

*Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

*Pirtûka Rûstem Cûdî ya bi navê ''Rojhilat Navîn'

*Pirtûka 'Şoreşa Rojava'' ya Aldar Xelîl

*Pirtûkên têkilî dagirkeriya ser Efrînê

*Pirtûkên têkilî tehrîbata serdema DAÎŞ'ê.

*Pirtûkên li ser ziman, çand, dîrok û wêjeya Kurd.

*Pirtûkên  li ser ziman, çand, dîrok û wêjeya Erebî

*Çîrok û çîvanokên Kurdî

*Pirtûka Menaf Osman a bi navê 'Namûsname' ku ev 29 sal in li girtîgehên Tirkiyê girtî ye û ji Hesekê ye.