1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: PDK’ê êrişî 7 gerîlayê me kir
HPG: PDK’ê êrişî 7 gerîlayê me kir,hpg,pdk,ê,êrişî,7,gerîlayê,me,kir

HPG: PDK’ê êrişî 7 gerîlayê me kir

HPG’ê diyar kir ku PDK’ê êrişî 7 gerîlayên wan kiriye û got “Dewleta Tirk dema êrişî gelê me û hêzên me dike, PDK’ê jî dibe hevkarê van êrişên mêtinger û faşîst.”

A+ A-

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Komeke me ya ji 7 gerîlayan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dema xwestine çemê Zapê derbas bikin hêzên PDK’ê ew xistine kemînê û êrişî gerîlayan kirine. Agahî ji me re hatiye ku ev gerîlayên me şehîd hatine xistin.

Hêzên PDK’ê bi awayekî nemerdane hêzên me xistiye kemînê û tu tiştekî ji vêya xerabtir tuneye ku hêzên me wisa şehîd bûne. Tu eleqeya vî tiştî bi Kurdbûnê tune. Ev êriş xisareke mezin dide doza azadiyê ya gelê Kurdistanê. Diyar e ku rêveberiya PDK’ê hêzên xwe nêzî cihên hêzên me çêdikir û dixwest em li wan bidin. Di vê pêvajoya hesas de, em li berjewendiya gelê xwe difikirin û dema ku me li wan nedaye, vê carê bi awayekî xayînî hêzên me dixin kemînê û dixwaze pêvajoyeke şer a yekalî bide destpêkirin.

Divê hemû gelê Kurdistanê vî tiştî ji Barzanî û rêveberiya PDK’ê bipirsin: Heke di navbera Kurdan de şerek çêbibe û xwîna ciwanên Kurd were rijandin, wê çi bikeve destê we? Çima hûn bi israr şerê di navbera Kurdan de ferz dikin? Ev nayê wateya ku di sedsala 21’an de dema şerekî wisa çêbibe wê dahatûya gelê me xerab bibe? Divê gelê me û dostên me, vî tiştî ji PDK’ê bipirsin.

Dewleta Tirk li Îmraliyê li hemberî Rêbertiya me û li zindanan li hemberî rêhevalên me êşkenceyê dike. Di heman demê de li her qadê êrişên faşîst û mêtinger dibe ser gelê me û hêzên me. Dema ku PDK jî dibe hevkarê van êrişan em vî tiştî ji edalet, wijdan û biryara gelê xwe û raya giştî re dihêlin.”

ANF