1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hediye Yûsif: PDK, dijminahiya şoreşa Rojava dike, evê bi PDK’ê bide wendakirin
Hediye Yûsif: PDK, dijminahiya şoreşa Rojava dike, evê bi PDK’ê bide wendakirin,hediye,yûsif,pdk,dijminahiya,şoreşa,rojava,dike,evê,bi,pdk,ê,bide,wendakirin

Hediye Yûsif: PDK, dijminahiya şoreşa Rojava dike, evê bi PDK’ê bide wendakirin

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, têkildarî pêngava rizgarkirina Bakurê Sûriyê, çareseriya qeyrana Sûriyê û projeyên xwe yên alternatîf de nirxandinên girîng kir û got: “Kîjan herêmeke Bakurê Sûriyê ji me bixwazin ku em herêmên wan rizgar bikin, em amadene. Lê, niha di rojeva me de vebûneke ji derya spî re nîne. Rojeva me ya sereke statûya xwe ya siyasî girtina saxlemiyê û mayînde kirina wê ye.”

A+ A-

BÊRÎTAN ZAGROS/SILÊMANÎ

 

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriye Hediye Yûsif ku serdana herêma Kurdistanê kir, me di hevpeyvîneke taybet a bi wê re de rewşa Bakurê Sûriyê û projeyên wan yên ji bo çareserkirina qeyranên Sûriyê guftûgokir. Yûsif, mijarên weke pêngava rizgarkirina Reqayê û pavêjoya piştî rizgarkirinê, hevkariya wan a li gel hêzên koalîsyona navnetewî, hedef û projeyên sîstema federal a Bakurê Sûriyê, êrîşên li ser Rojava, têkiliya Rojava û herêma Kurdistanê û bi taybet jî nirxandinên wê ya di rojnameyeke Birîtanî ya The Guardian de derketiye, ji ajansa me re nirxand û got: “Niha di rojeva me de vebûneke ji Deryaya Spî re nîne, rojeva me ya sereke mayîndekirin û mîsogerkirina statûya siyasî ya sîstema federal a Bakurê Sûriyê ye.”

 

Operasyona Tebqayê birêve diçe. Ketina Tebqayê wê bandoreke çawa li operasyona Reqayê bike?

 

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Reqayê berdewam e. Tebqa, ji derveyî yek dû taxên xwe tev rizgar bûye. Şer di derdora bendavê de giran bûye û di çend rojên pêş de jî wê bi temamî rizgar bibe. Bi rizgarkirina bajarê Tebqayê re em dikevin qonaxeke girîng ya pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê. Wê êdî pêngav, giraniya xwe bide ser bajarê Reqayê. Rizgarkirina Tebqa û Reqayê tê wateya serkeftineke pir mezin. DAIŞ bi pêngava rizgarkirina Tebqayê re binket. Têzanîn ku DAIŞ, Reqayê kiribû paytexta xwe. Lê, li Tebqayê derbên giran xwar. Niha jî hewl dide navenda xwe bibe Derazor ê. Ez bawerim emê di rojên pêş de serkeftinên mezin bidest bixin.

 

‘Ji bo pêvajo serkeftî bimeşe meclîsa sivîl a Reqayê hate damezrandin’

 

Ji bo pêvajo bi serkeftîtir birêve biçe, Meclîsa Sivîl ya Reqayê hate damezrandin. Meclîs ji 108 kesan pêk tê. Ji rûspiyan, serok eşîran û kesayetên li herêmê xwedî bandor pêktê. Me li ser daxwaza gelê herêmê alîkariya damezrandina meclîseke bi vî rengî kir. Ji ber em jî sîstema Bakûrê Sûriyêne û hêzên me wan deveran rizgar dikin, bi awayeke xwezayî em hevkarî li gel wan dikin ku sîstema xwe ava bikin. Meclis, bi qadên tên rizgarkirin re eleqeder dibe û pêwîstiyên wan dabîn dike. Dema Reqa rizgar jî bû dê ev meclîs li Reqayê erkê xwe pêk bîne û bikeve qonaxa xweseriya demokratîk. Wê ezmûna Minbicê li Reqayê jî were pêkanîn.

 

 

‘Eger Minbic û Reqa bixwazin tevlî sîstema me bibin, em ji vêya re vekirîne’

 

Wê Reqa, bikeve ser Sîstema Federasyona Bakurê Sûriyê yan wê xwedî statûyeke serbixwe be?

 

Dema me Sîstema Federasyona Bakûrê Sûriyê damezrand me sê kantonan bihevre biryara vêya da. Em nikarin bi navê gelê Reqayê û Minbicê bi axivin.Ewê bixwe biryara xwe  bidin. Niha Minbic û Reqa xwe xweser rêxistin dikin. Lê eger dema pêş de Minbicî û Reqayî bixwazin tevlî sîstema me ya Bakurê Sûriyê bibin, hevpeymana me ji vêya re vekiriye û astengî li pêş nîne. Biryara tevlîbûna sîstema Bakûrê Sûriyê biryara gel û rêveberiyên wan herêmên tên rizgakirine.

 

‘Baweriya Piraniya civaka Ereb û pêkhateyên din bi sîstema me heye’

 

Hun çi pêşbînî dikin, wê bixwazin tevlî pergala we bibin?

 

Li pêşiya herêmê sê hilbijêrk heye. Yan wê bi rejîma Sûriye re tevbigere. Yan wê alîgirê terorêbe û her roj di nava şer û aloziyan de be, yanjî wê ji bo çareseriyê pêwendiya xwe li gel me bihêz bikin ku tercîha herî maqul jî beşdarbûna nava sîstema federal e.

 

Niha baweriya gelê herêmê bi vê sîstema me heye. Berê ji ber hewldanên reşkirina sîstema me gelê Ereb ditirsiya û digotin, wê Kurd werin herêmên me, dê me ji cihê me bikin û qir bikin. Lê, ji ber niha civak hewldanên me yên demokratîkbûn û çareseriyê dîtin, ji lewma me weke rêya çareserkirina aloziyên Sûriyê dibînin. Niha hema bêje piraniya civaka Ereb wer bawer dikin ku sîstema me ya federal, ji bo avakirina civakeke demokratîk e. Sîstema me ne sîstemeke qewmî ne jî mezhebiye. Sîstemeke demokratîk e. Gelê Sûryan, Ereb û Tirkmenên herêmê rêya çareseriyê di sîstema me ya federal de dibînin. Sîstema me ya federal ji aliye pêkhateyên herêmê ve bi dilxweşî tê pêşwazîkirin.

 

Pêkane ku hevkariya we ya serbazî ya li gel koalîsyonê vegûhere destkeftiyeke siyasî?

 

Em naxwazin hevkariya me ya li gel koalîsyona navnetewî tenê di asta serbazî de bimîne. Em hêzeke xwedî proje û alternatîfin, li herêmê. Em ne hêzekin ku tenê bi koalîsyonê re di heman eniyê de li dijî terorê şer dikin. Em hezêkî rêxistikirîne, hêzekî xwedî proje û felsefene. Me kariye civaka xwe rêxistin bikin û bi rêve bibin. Em dixwazin ev hevkariya me ya leşkerî ya li gel koalîsyonê hîn pêşdetir biçe û veguhere hevkariyeke siyasî jî. Em dixwazin ku piştgîriya projeya me ya siyasî jî were kirin da ku ev projeya me ji bo bi dawî anîna qeyrana Sûriyê bibe destpêkekî. Em niha vê daxwazê ji hêzên koalîsyonê û Emerîka jî dikin. Ji bo ev hevkarî mayîn de bibe divê rengê xwe yê siyasî jî bigire û em jî li ser vê esasê di nava diyalogê de ne.

 

Hêzên koalîsyonê germ nêzî vê daxwaza we dibin?

 

Diyalogên me yên di vê çarçoveyê de hene. Hîna jî ev hevkariya me ya bi koalîsyonê re şeklê xwe yê siyasî ne girtiye. Bi awayeke eşkere jî gaveke siyasî ji aliyê wan ve ne hatiye avêtin. Bi dîtina min ew jî di wê qaneatêdene ku projeya me ya federal projeyeke ji bo pêşxistina çareseriyê ye. Ji ber ti proje û alternatîfeke hêzên bi Sûriyê re eleqederin a ji bo bi dawî anîna qeyrana Sûriyê nîne. Yên li  Sûriyê herî xwedî proje emin. Me heya niha dijayetiyeke xurt û eşkere li dijî sîstema xwe ya federal ne dîtiye lê, ti daxuyaniyeke bi fermî û germ ku pêşwazî li sîstema me ya federal bike jî çênebûye. Ev jî mijareke rexnêye ku em hem li hêzên koalîsyonê hem jî bi taybet li Emerîka dikin ku divê gavên siyasî bi avêjin.

 

‘Zêdetir, pêwîstiya hêzên navnetewî, bi hevkariya me heye’

 

Eger gav ne avêjin wê helwesta we çi be?

 

Heta ji dest me were emê li ser wan ferz bikin ku gavên siyasî biavêjin. Em naxwazin werin astekî wisa ku xetimandin çêbibe. Niha li Sûriye û Rojhilata Navîn Kurd, hêza herî xurt û rêxistinkiriye. Ne Emerîka ne jî ti hêzeke din wê nikare dijminahiyê li gel Kurdan bike. Kurd, dikarin projeyan berbi serkeftinê ve bibin. Pêwîstiya hêzên navnetewî zêdetir bi alîkariya me heye. Ji ber ew dixwazin şêweyeke nû bidin siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn, ji lewma pêwîstiya wan zêdetir bi me  heye ku heta pêwîstiya me, bi wan hebe. Ji ber vê çendê dibe ku dema pêş de me weke dosteke stratejîk jî dest bigirin. Helbet eger gav jî ne avêjin, evê bandoreke nebaş li ser têkilî û hevkariya di navbera me û wan de jî bike. Em hewl didin ev hevkarî pêşdetir biçe.

 

We daxwaza qedexeya firîna balafiran li ser Rojava kir. Bersiva ev daxwaza we hate dayîn?

       

Dewleta Tirk bi balafirên şer li şervanên me yên li dijî terorê şer dikin û herêmên bi ewle avakirine, da. Di encama êrîşê de şervanên me şehîdbûn, birîndar bûn. Ev nêzîkatiya dewleta Tirk nayê qebûlkirin. Me bersiva van êrîşan da û emê bi berdewamî jî bersivê bidin. Ji bo em ewlekariya herêmên xwe bixin garantiyê, me daxwaza qedexeya firîna li ser esmanên herêma me kir. Me got, divê herêma me weke herêmên bi ewle werin pejirandin. Jixwe herêmên me herêmên ewlene, koçber xwe sipartine herêmê, li herêmên me jiyan heye.  Ji lewma herêmên me herêmên bi ewlene ku pêwîste qedexeya firînê were ragihandin. Hem metirsiya dewleta Tirk li ser herêmên me hene, hem metirsiya rejîma Sûriyê bixwe jî li ser herêmên me hene. Ti garantiyeke xwe nîne ku sibe, rejîma Sûrî û Tirkiye li hevnekin û neyên bi balafiran li herêmên me nedin.

 

‘Emerîka hişyarî da Tirkiye’

 

Piştî êrîşa Qereçoxê Emerîka hişyarî da Tirkiyê û ji bo pêşî li êrîşeke muhtemel bigire jî hêzên xwe bir ser sînorê Rojava û Tirkiyê. Helbet ev jî bes nake û ti garantiyeke xwe nîne ku tevî vê yekê jî êrîşê herêmên me nekin. Ji bo em ewlekariya herêmên xwe hildin garantiyê me daxwaza qedexeya firînê kir. Em di pêwendiyên xwede vê mijarê dest digirin û di vê daxwaza xwede bi israrin.

 

Kî dikare biryara vêya bide?

 

Koalîsyon û hêzên bi Sûriyê re eleqeder dikarin vê biryarê bidin. Ji bo vê jî divê koalîsyon jî xwedî rol be, bi taybetî jî Emerîka.

 

‘Kurd stûnê herî esasî yê sîstema federal e’

 

Hindek derdor bangeşeya vêya dikin ku bêhna Kurdewarî jî Sîstema we ya Federal nayê. Eger wisaye, çima dewleta Tirk êrîşê we dike?

 

Ya rastîn ewên ku wisa dibêjin, xwe di xapînin. Em li dijî feraseta dewlet-netewene. Em li dijî neteweperestî û nijadperestiyêne. Em netewa demokratîk û biratiya gelan esas digirin. Me li ser vê esasê projeya federasyona Bakurê Sûriyê pêşxist. Em di vê xetê û felsefeyê de bi israrin. Evên ku wisa dibêjin, neteweperestin. Herêm ev sedsale êşa neteweperestiyê dikişîne. Her wisa yên ku xwedî vê îdayêne ti projeyeke wan ya ji bo demokratîkbûnê nîne. Di projeya me ya xweseriya demokratîk de, di projeya me ya federalîzma demokratîk de Kurd stûnê wê yê herî esasîne. Kurd hêza wê ya pêşenge. Di vê projeyê de rola Kurdan roleke pêşenge. Ev proje ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelê herêmêye. Pêwîstiya gelê herêmê bi pêvajoyeke nû heye. Neteweperestî bi herêmê daye wendakirin. Ji lewma em sîstemeke ne neteweperest, hemû gelan himbêz dike, esas digirin. Eger wek ew dibêjin, em sîstemeke neteweperest esas bigirin ti ferqeke me ji yên din nabe. Dê weke netewek hebûn, maf, dîrok û çanda Kurdan û hemû pêkhateyên din di nava vê sîstema me de were parastin.

 

Hinek siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê wer difikirin û bilêv dikin ku eger Rojava dest ji xeta xwe ya îdeolojîk berde wê zêdetir serkeftî be û piştgiriya cîhanî bigire. Her wisa dibêjin, dema îdeolojiyan derbas bûye. Hun bi vê nêrînê re ne?

 

Ewên ku dibêjin eger Rojava bê îdeolojî be wê piştgiriyeke mezin bigire, xwe di xapînin. Em li dîroka xwe temaşe bikin, 28 îsyanên me çêbûn tev hatin têkbirin û di qirkirinê re derbas bûn. Hemû jî serokên wan hatin girtin û qetilkirin. Çima wê demê xelkê, piştgiriya projeya wan nekir. Komara Mahabadê hate damezrandin çima hate tinekirin? Ji ber projeya demokratîk ne li gorî berjewendiyê wane, ji ber vê wisa dibêjin.

 

‘Eger ne ji îdeolojiya netewa demokratîk ba wê Kurdek û Erebek di heman eniyê de li dijî terorê şer nekiriba’

 

Ev 6 sale ENKS ango xeta neteweperestiyeke paşverû li ser Rojava tê ferzkirin. Hewl didin bi hindek tiştên biçûk, bi dewletokeke biçûk Kurdan îqna bikin û bixapînin. Şoreşa me şoreşeke xwedî îdeolojî, felsefe û siyaseteke rast e. Li ser hîmeke xweser jî îro xwe bihêzkiriye. Eger ne ji vê îdeolojiya me ya nûba me dê nekarîba ew kîn, nîfaq û cûdabûnên ketine navbera gelan û pêkhateyên cûda yên li Rojava de rakiriba. Ma eger ne ji vê îdeojiyêba kî dikarî kîna di navbera Kurdan û Ereban de hatiye çandin, rake? Eger ne ji felsefe û îdeolojiya netewa demokratîk ba kî dikare Kurdek û Erebek di heman eniya şer de, mil bi milê hev li Sûriyê li dijî terorê bidaba şer kirin. Ancax bi vê îdeolojiya em diparêzin, biratiya gelan pêşbikeve. Serkeftina Rojava ji saya vê îdeolojiyêye. Yanî ji ber em xwedî vê îdeolojiyêne em îro serkeftîne.

 

‘PDK, siyaseteke dijminane li dijî şoreşa Rojava dimeşîne’

 

Danûstandinên we bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di çi astê de ye, rêya di navbera Başûr û Rojava de vekiriye? Welatiyên Rojava rehet dikarin bên biçin û bazirganiyeke fermî were kirin. Di vî alî de pirsgirêk heye?

 

Bêgûman pirsgirêk hene. Di ber çêbûna van pirsgirêkan de jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berpirsyar e. PDK  li pêşiya serkeftinên şoreşa Rojava astengiyê çêdike. Ji ber ev şeş sale xeta neteweperestiyeke paşverû li ser me ferz dike. Vêya jî dikin mijara bazarê. Dewleta Tirk dixwaze projeya azadiyê di herêmê de asteng bike. Yê ku PDK’ê di vê çarçoveyê de dixe tevgerê jî siyaseta dewleta Tirk e. Dixwazin siyaseta dewleta Tirk pêk bînin. Ev 6 sale astengiyê ji şoreşa Rojava re derdixin û dorpêç dikin. Destpêkê nakokiyên siyasî derxistin, paşê xendek kolan, piştre deriyê Sêmalka girtin, bi heman armancê hêzeke leşkerî ya qaşo bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ bi nav dikin, avakirin û bi rêya van hêzan êrîşê Şengalê kirin. Herî dawî jî dewleta Tirk li Şengal û Rojava da. Di nava van hemû êrîşan de PDK heye. PDK siyaseteke dijminane li dijî şoreşa Rojava dimeşîne. Siyaseteke dijminane li hember Bakurê Kurdistanê jî dimeşîne. Êrîşên ku heya niha li dijî Rojava û Bakur çêdibin, di asta şermezarkirinê de be jî PDK, şermezar nekiriye.

 

‘Ev siyaset wê bi PDK’ê bide wendakirin’

 

Diviyabû ku rêyên bazirganiyê vekirî hiştiba ku Rojava bikare bêhnek bistîne. Eger ne ji astengiyanba dibe ku Rojava karîba di aliyê Şengalê de nefesek bigirta. Ji bo ev pêk neyê pêşmergeyên xwe li her derê bicihkirin û heta bûn sedem ku mirovên me bi destê wan werin şehîd xistin. Ew şervanên ku rûreşiya wan a li Şengalê paqijkirin, wan şervanan şehîd xistin. Vêya jî pêş çavê dinyayê kirin. Heya xizmetê ji Dewleta Tirk û MÎT’a wî re bike, dê weke astengiyeke mezin li pêşiya berjewendiyên gelê Kurd rawestin. Heya ji wan were dê Rojava tengav bikin û nehêlin Rojava nefes bigire. Hêvîdarin ku dest ji van siyasetan berdin. Ji ber wê ev siyaset bi Kurdan jî bidin wendakirin û wê bi PDK’ê bixwe jî bide windakirin.

Em ji partiyên herêma Kurdistanê dixwazin ku tev bihevre li dijî van siyasetên astengiyan li pêşiya gelê Kurd derdixin bibin xwedî helwesteke hevpar. Em banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya netewî kiriye, girîng dibînin û dibêjin divê di serî de partiyên herêma Kurdistanê di heman demê de yên her çar parçeyên Kurdistanê, di demeke herî nêz de kongreya netewî ya Kurd li darbixin û di vê kongreyê de jî bibin xwedî yek îradeyeke siyasî, hêzeke hevbeş a leşkerî. Ev dem ji bo gelê Kurd demeke heyatiye. Pêwîstiya Kurdan niha ji her demê zêdetir bi yekîtiyê heye. Banga min ewe ku em di zûtirîn dem de vê kongreyê li darbixin. Em weke hemû hêzên Kurdî di vê kongreyê de biryara xwe bikin yek.

 

We pirsên rojnameya The Guardin bersivandibû û gotibû, wê hêzên we ji deryaya spî re vebin. Mebesta we ji vê nirxandinê çiye, bi rastî jî niyeteke we ya ku hun xwe li deryaya spî bidin heye?

 

Raste rojnameya The Guardin li gel me hevpeyvînek çêkir. Ez di wê baweriyê de me ku di mijara tercûmê de şaşitiyek çêbûye. Me ji wan re jî got, divê sererastkirinek bidin çêkirin.  Projeya federasyona Bakurê Sûriyê ji bo giştî Bakurê Sûriyêye. Ne projeyekî tenê ji bo Kurdaye. Federasyona Bakurê Sûriyê parçeyeke Sûriyeya federal a yekbûyiye. Em hewl didin federasyona Bakurê Sûriyê di dema pêş de bibe parçeyek ji Sûriyeya federal. Hêzên Sûriya Demokratîk hêzeke nîştîmanî ya Sûriyê ye. Ev hêza demokratîk îro di pêvajoya rizgarkirina Reqqayê de ye. Ji lewma eger gelê Sûriyê yên li herêmên din bixwazin dibin pêşengiya QSD’ê de herêmên wan bên rizgarkirin wê demê dê hêzên Sûriya Demokratîk xwe bidin ber rizgarkirina van herêman jî. Em dikarin Derazor  û Îdlibê ji vêya weke ninûme bidin. Yanjî eger ev daxwaz ji deverek din jî were hêzên me amadene biçin wan deveran rizgar bikin. QSD wê bê dû dilî li ser daxwazên gelan, xwe di ber rizgarkirina herêman de berpirsyar bibîne.

 

‘Niha rojeveke me ya em ji derya spî re vebin, nîne’

 

Herêma Bakurê Sûriyê herêmeke ji Sûriyê qut nîne. Herêmeke Sûrî ye. Deryaya spî deryayeke ji bo tevahiya Sûriyê girîng e. Beşeke deryaya spî jî di warê coxrafîk de dikeve ser Bakurê Sûriyê heya Başûrê Sûriyê diçe.  Ancax niha rojeveke me ya wisa nîne ku em vebûnek di aliyê deryaya spî de bikin. Ti bazareke me ya wisa bi Emerîkare jî nîne ku em bi hevkariya wan bixwazin xwe bigihînin deryayê.

 

Me di herêmên rizgarkirî de sîstemeke federal ragihandiye. Di hevpeymana me ya federal de bendek heye ku dibêje, kîjan herêm bixwaze di nava sîstema me de cih bigire vekiriye ji wê re û her herêmeke dixwazin di têde cih bigirin dikarin cih bigirin. Mînak piştî Reqa rizgar bû eger bixwaze di nava sîstema me de cih bigire, dikare bibe perçeyeke ji sîstema federal. Helbet me besta min herêmên dikevin Bakurê Sûriyêye.  Wek bangeşekirin, ti  hedefeke me ya em dewleteke serbixwe damezrînin û biçin van herêmên din bigirin nîne û tiştek wisa di rojeva me de jî nîne. Tişta niha di rojeva me de, mayîndekirin û mîsogerkirina sîstema me  ya siyasiye.

 

4 herêmên bi ewle ji aliyê Tirkiye, Rûsya û Îranê ve hate ragihandin, mebest ji van  4 herêmên bi ewle çiye?

 

Heya niha 4 civînên van aliyan li Astanayê çêbû. Lê, heya niha jî ti encamek jê derneketiye. Bi rêya vê peymana dawî Tirkiye hewl dide hindek herêmên din jî dagir bike. Bi van hewldanan jî armanc dike ku sîstema federal a bakurê Sûriyê, asteng bike. Hewl dide mûtefîkên xwe ku Emerîka serkêşiya wê dike, tengav bike. Li ser vê esasê jî dixwaze zext li Emerîka bike. Armanceke xwe ya din jî ewe ku bi vêya hewl didin rewatî bidin rola Tirkiyê ya li herêmê. Em bawer dikin ku wê ev peyman jî sernekeve. Ji ber ev dewletên ku vê peymanê wajo kirine, bixwe jî bi hevre di nava nakokiyê dene.  Wê ti destketiyeke van lihevkirinan nebe.

 

‘Tirkiye li pey projeya xwe ya dijminatiyê ye’

 

 Ancax dikare bê gotin dibe, ev hewldanên bi vî awayî metirsî ji bo projeya Bakurê Sûriyê bide çêkirin. Tirkiye li pey projeya xwe ya dijminatiyêye. Bi vê rêyê hewl dide hebûna xwe ya li herêmê meşrû bike. Jixwe gotiye, ewê bikeve Îdlibê. Wê di hevdîtina xwe ya bi Donald Trump re jî vê mijarê dest bigire. Her wisa gengaze ku di hevdîtina xwede li ser Emerîka ferz bike ku beşdarî pêngava Reqayê bibe û têkiliya xwe ya bi Rusya, Sûriye û Îranê re jî weke şantajekî bikar bîne. Wê ji Emerîka re bêje va binêre eger tu nehêlî ez tevlî operasyona Reqayê bibim, ez di eniya dijber re bibim yek.  

 

Wê encam bigirin?

 

Em çiqas bihêz bin, dê projeyên wan ewqas vala derkevin. Helbet hevkariyên dewletan li ser esasê berjewendiyane. Ji lewma gengaze ku li hev jî bikin.