1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 13an ya Kovara Derûnnasiyê "Psychology Kurdî" derket!
Hejmara 13an ya Kovara Derûnnasiyê "Psychology Kurdî" derket!,hejmara,13an,ya,kovara,derûnnasiyê,"psychology,kurdî",derket

Hejmara 13an ya Kovara Derûnnasiyê "Psychology Kurdî" derket!

A+ A-

Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 13an derket pêşberî xwendevanan. Weke ku tê zanîn Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî  her ji çar mehan carekê diweşe û di her hejmarê de cih dide dosyayeke taybet.  Di vê hejmarê de jî cih daye dosyeya "îstîsmar û îstîsmara zarokan". Mijareke girîng û hesas e ku bandorê li hemû civakê dike. Edîtoryaya kovarê bi heyvpeyvîn û nivîsên curbicur yên derbarê vê dosyeyê xwestiye ku ji gelek pirsan re bibin bersiv da ku xwendevan jê sûd werbigirin. 

 

Bi giştî nivîsên ku di vê hejmarê de ne ev in:

 

Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya 

‘Lênêrîna Psîkososyal bo Zarokên Leşker’ ku ji aliyê Bilal Öztunç ve ji îngilîzî hatiye wergerandin; leşkerkirina zarokan bi destê Dewleta Îslamî, bertekên zarokan yên nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT), rehabîlîtasyon, terapî û lênerîna wan zarok-leşkeran ji xwendevanan re rave 

dike. 

Psîkiyatrîst Dr  Azad Dildar bi nivîsa xwe ya ‘Trawmayên Qonaxa Zarokatiyê: Îhmal û Îstîsmar’ê epîdemiyolojiya îstîsmarê, sedemên bingehîn ên îstîsmarê û faktorên rîskê, trawmayên qonaxa 

zarokatiyê û nexweşiyên psîkiyatrîk rave dike.

 

Prof. Dr  Hasan Kandemir di warê derûniya zarok û kamilan de akademîsyenekî pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Derbarê îstîsmar, îstîsmara zarokan û cureyên wê pê re hevpeyvînek hatiye kirin. Bi vê heypeyvînê hewl hatiye danîn ku mijar bê zelalkirin û xwendevan jê sûd werbigirin. Hevpeyvîn ji aliyê Samed Doğan ve ji tirkî bo kurdî hat wergerandin. 

Şêwirmendê Derûnî Erdal Gül bi nivîsa xwe ya zazakî ya bi navê ‘Istîsmare Domanan’ li ser têgeha îstîsmarê radiweste û tine zimên ku divê civak derbarê mijara îstîsmarê bê agahdarkirin, perwerdekirin û zarok bi qanûnan bên parastin. 

Derûnnas Siyabend Aslan bi nivîsa xwe ya ‘Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan’ behsa îstîsmara zayendî, di rewşên wisa de danûstandina bi zarokan re, bandora wê ya derûnî ya li ser zarokan, bergirtina wê û tedawiya wê dike.

Akademîsyen Noemí Pereda û Diego A. Díaz-Faes bi nivîsa xwe ya ‘Di Şopa Pandemiya Covid-19ê 

de Şideta Malbatê ya li Hember Zarokan: Venêrîneke Perspektîfên Nûjen û Faktorên Rîskê’ ku Leyla Turhan ji îngilîzî wergerandiye, li ser mijara îstîsmara zarokan di dema pandemiyê de, rîskên zêdebûyî, teoriyên krîmînolojîk yên derbarê şidetê û nêrîna sosyoekolojîk 

disekinin. 

 

Şêwirmendê Derûnî Rohat Mîran bi nivîsa xwe ya ‘Encamên Psîkolojîk û Fîzyolojîk yên Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan’ li ser taybetmendiyên îstîsmara zayendî, cureyên tawanbaran û encamên îstîsmara zayendî radiweste.

 

Şêwirmendê Derûnî Selahattin Güneş bi nivîsa xwe ya ‘Li Dibistanan Dudiliya Derbarê Gilîkirina Îstîsmara Zayendî ya li Hemberî Zarokan û Zerer(Mexdûr)ên Duyemane’ wan zehmetiyan dinirxîne 

ku li dibistanan pêşiya gilîkirina îstîsmarê digirin û pêşniyazên xwe tîne zimên. 

Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya ‘Înşakeriya Keseyatîya Gedeyanê Kurdan 

de Hîrê Dîyardeyî:Vêşanîya Heskerdîşê May û Pîyê, Ters û Şîdeta Înan û Çînbîyayîşî’, Şêwirmendê Derûnî Nuh Bozkur bi nivîsa xwe ya ‘Pêşîlêgirtina Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan: Perwerdeya Beşên Taybet ên Laşê Mirov’, Derûnnas Newroz Xebat Yıldırım bi nivîsa xwe ya ‘Destdirêjiya Zayendî ya li Hember Zarokan’, Felsefevan Adem Warnas bi nivîsa xwe ya ‘Dijî Xerabiyên Çêkirî: Xweserî’, Pisporê Xizmeta Civakî Erdal Aladağ bi nivîsa xwe ya ‘Li ser Daneyên 

BADEMê ku di Bengîtiya Madeyan de Modeleke Xizmetê ya Nû ye Vekolîneke Retrospektîf: 

Mînaka BADEMa Diyarbekirê’, Derûnnas Mehmet Ali 

Erol bi nivîsa xwe ya ‘Bi Nêrîneke Psîkanalîtîk 

Xewn û Şîrovekirina Wan’, Derûnnas Ferdi Okyay bi 

nivîsa xwe ya ‘Nasnameya Civakî û Neteweperweriya Neteweyên Bindest’, Mamoste Vecdi Demir bi 

nivîsa xwe ya ‘Xwendinek li ser Dîroknivîsiya 

Psîkanalîtîk‘ ku Aydın Rengîn ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Aydın Karatay bi nivîsa xwe ya ‘Noro-zanist û Dîroka Wê’, Derûnnasa Pispor Hataw Ahmed Sharif 

û Muzîsyen Natiq Salim Silo bi nivîsa xwe ya ‘Muzîk 

û Bandora Wê ya li ser Aliyên Derûnî‘ ku İrfan Bahadîn ji soranî wergerandiye kurmancî 

bi me re ne û mêvanê me yê ‘Pirs û Bersiv‘ê jî 

Ahmed Kurdî ye. 

 

Hûn dikarin hejmara dawî ji pirtûkfiroşan û ji malperên ser înternetê yên wekî www.avestakitap.com û www.pirtukakurdi.com peyda bikin.

 

Bo têkilî:

e-mail: [email protected]

twitter: @psychologykurdi

facebook: @psychologykurdi

instagram: @psychologykurdi