1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Helbestên helbestvanên Kurd li ser kevirên rêyan hatine neqişandin
Helbestên helbestvanên Kurd li ser kevirên rêyan hatine neqişandin,helbestên,helbestvanên,kurd,li,ser,kevirên,rêyan,hatine,neqişandin

Helbestên helbestvanên Kurd li ser kevirên rêyan hatine neqişandin

A+ A-

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li Sûrê, helbestên helbestvanên kurd ên Wêjeya Klasîk, li ser kevirên rêyan neqişandin.

 

Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebata 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de daye destpêkirin, çarînên ji helbestên wêjeya klasîk a Kurdî, li ser peyarêyên Kolana Gazî ya navçeya Sûrê nexişandin. Li navbeyna her 25 metreyî helbestên ramanwer û helbestvanên weke Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Xasî û Siyapoş hatin danîn.

 

Tahir Baykuşak, Rêveberê Daîreya Parastin û Pêşxistina Ziman, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Me xwest em çarînên helbestvanên klasîk li ser keviran binexşînin û kolanên taxa Gaziyê pê bixemilînin. Niha, 40 helbest li ser keviran hatine nivîsandin dê li ser vê kolanê werin danîn. Me hêvî dikir ku em bi vî rengî balê bikişînin ser ziman da ku geştiyarên ku bi taybetî ji vê herêmê derbas dibin rengê Kurdî bibînin."