1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Hevpeyvîna Radyoya Swêdê SR a li ser mijara zimanê dayikê bi Mahabad Felat re
Hevpeyvîna Radyoya Swêdê SR a li ser mijara zimanê dayikê bi Mahabad Felat re,hevpeyvîna,radyoya,swêdê,sr,a,li,ser,mijara,zimanê,dayikê,bi,mahabad,felat,re

Hevpeyvîna Radyoya Swêdê SR a li ser mijara zimanê dayikê bi Mahabad Felat re

A+ A-

Şaredariya Sölvesborgiyȇ wȇ yekȇ gotȗbȇj dike ku ȇdȋ nema pitrtȗkȇn bi zimanȇn din ȇn ji bilȋ swȇdȋ bikire.

Şaredariya Sölvesboriyȇ wȇ yekȇ gotȗbȇj dike ku ȇdȋ nema pitrtȗkȇn bi zimanȇn din ȇn ji bilȋ swȇdȋ bikire. Vȇ yekȇ jȋ çend karvedanȇn cȗda li pey xwe anȋn.
Endama şaredariya Solvesboriyȇ, Louis Erixon ku ser bi Partiya Demokratȇn Swȇdȇ (SD) ve ye, di daxuyaniyekȇ de ji peyamnȇrȇ Radiyoya Swȇdȇ re, Niklas eriksson re sedema li pişt wȇ pȇşniyazȇ wiha anȋ ziman:
   Hin xwendekar nikarin yan jȋ naxwazin bi zimanȇ xwe yȇ dayik bi axifin. Lewma kirȋna pirtȗkȇn bi zimanȇn dayik (yȇn ji bilȋ Swȇdȋ) tiştek bȇ wate ye ȗ ew pirtȗk di bin tozȇ de dimȋnin.

Me li ser mijarê bi mamosteyê zimanê kurdî Mahabad Felat re hevpeyvînek kir. Felat, derbarê mijarê de wiha got:


Beriya her tiştî, ne erka siyasetmedarekî ye bêje zarok bi zimanê xwe dizanin an nizanin, an dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibînin an nebînin û bi taybet jî vê yekê bike egera hin biryarên ne li rê. Lewre jixwe armanc bi perwerdeya zimanê dayîkê ew e ku zarok bikaribin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û ji zimanê xwe hez bikin ku ev di pêşkeftina pêvajoya kesayetiya wan de jî roleka erênî dilîze.

 

Divê siyaset nikaribe rê bide ber zanistê û serdestî li ser kar û xebatên zanistî bike, lê di xizmeta zanistê de be. Yan na destkeftiyên demokratîk dikarin yek bi yek bêne wendakirin.
Divê ne li gor polîtîkayên cuda yên partiyan, lê li gor pêdiviyên di encamên lêkolînên zanistî de derketine holê biryar bêne girtin û ew pêdivî li gor wan bêne pêkanîn.

 

Ev biryar, diyar e biryareka lokal e û bi şaredariyekê ve bi sînor e. Lê gaveke neyînî û mînakeka xirab e ji bo şaredariyên din jî. Biryarên bi vî rengî dikarin rê li ber nîqaş û gavên antîdemokratîk ên mîna ka gelo pêdivî bi perwerdeya bi zimanê dayikê heye an na vekin. Ev jî ji bo demokrasiya pêşkeftî ya Swêdê metisiyeke.

 

Hûn ji bo pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo zarok ji zimanê xwe hez bikin xebatên çewa dikin?

 

Hezkirina ji zimanê dayikê, bi helwest, hişyarî û bihîstyariya dayikê û ya malbatê ve girêdayî ye. Loma em grîngî didine têkiliya bi malbatan re û ji bo bêtir motîvekirin û bihîstyariya malbatan hewl didin. Heman hewldanan, li gor temenê zarokan, bi lîstik, materyalên cuda û perwerdeyeka padagojîk, em bi zarokan re jî didin û dersên ziman jî di vê çarçoveyê de bi pêş dikevin.

 

Biryara nekirîna pirtûkên bi zimanê dayikê dikare bandoreka çewa bike?

 

Materyal di pêvajoya perwerdeya zarokan de roleka sereke dilîzin, pir grîng in. Dema ev bêne bisînorkirin, bê guman ku dê bandora xwe li ser encama pêşkeftinê û kalîteya perwerdeyê jî bikin.

 

Gotina dawî?

 

Bi raya min, Skolverket Saziya Dibistanên Swêdê divê di rewşên wiha de di çarçoveya qanûnî de xwedî erk be û bikaribe dest bavêje mijarê û li gor rêbazên xwe yên bingehîn tevbigere ku zimanê dayikê li ser pêşkeftina zarokan a di hemû dersan de û di fêrbûna zimanekî din de roleka grîng dilîze.