1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê heta 2 Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê
Ji 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê heta 2 Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê,ji,1,mijdarê,roja,kobanê,ya,cîhanê,heta,2,mijdarê,roja,rojava,ya,cîhanê

Ji 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê heta 2 Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê

Di ser serkeftina Berxwedana Kobanê ya weke ‘Rastiya Xeyalekê’ tê binavkirin re 6 sal derbas bûn

A+ A-

Ya ku Kobanê gihand serkeftinê bêguman hevbeşiya giyana gelan a ku di tevahiya cîhanê de rabûyî serhildanê bû.

Dema ku dîrokê 14’ê Îlona 2014’an nîşan dida, demsala tirsê xwe li tevahiya bedena Rojhilata Navîn dipêça û peyder pê ber bi bazarên koleyan vekirin. Bi vê tirs û reşahiyê çeteyên DAIŞ’ê bajarên dîrokî yên weke Mûsil û Reqa dagir kirin û ji bo daliqandinê mirov ber bi meydanên bajaran ve dibirin.

DAIŞ’ê ji sê aliyan ve kantona Kobanê girtin dorpêçê û bi çekên giran êrîşî hundirê wê kirin.

Êrîş ji  15’ê Îlonê ve hate destpêkirin

Piştî vê dîrokê çeteyên DAIŞ’ê êrişên gelek mezin birin ser Kobanê. Piştî dorpêça ji sê aliyan ve, ji aliyê Tirkiyê ve jî êrîşên ser Kobanê destpê kirin.

Çeteyan bi hovane mirov qetil dikirin. Ji ber wê jî hemwelatî neçarî koçberiyê bûn.

Şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên ferdî û komên biçuk li hemberî van êrişên giran berxwedanek dîrokî nîşan dan.

Çeteyên ku gund bi gund dagir dikirin di meha Cotmehê de gihan navenda bajêr û beşek mezin ji bajêr jî dagir kirin.

Bi pêşengiya YPG/YPJ’ê li nava bajêr berxwedanek destanî hat nîşandan.

Arîn Mîrkan dîrok nivîsand

Di 5’ê Cotmehê de şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan li Girê Miştenurê çalakiya fedayî kir.

Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan tirs û xof xiste dilê dagirkeran û li ser xaka dîrokî, dîroka berxwedaniyeke nû da destpêkirin.

Bi berxwedanan şervanên YPG/YPJ’ê re Kobanê vegeriya kelha berxwedanê û vê yekê li tevahiya cîhanê deng veda.

7’ê cotmehê Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan li Dîlokê bi gotinên weke: “Kobanê ket, wê bikeve” piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dikir.

Gotinên Erdogan li Bakurê Kurdistanê bû sedema raperînê û dengê despêkê tevlî şoreşê bûyî Bakurê Kurdistanê bû.

Di 6-8’ê cotmehê de hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê rabûn serpiyan.

Hêviya sedsalê; berxwedana Kobanê

Ji wê rojê û şûnde Kobanê weke ‘Hêviya sedsala 21’an’ tê bibîranîn.

Navê bajarokê biçuk a ku dikeve Bakur û Rojavayê Kurdistanê li welat bi welat belav bû.

Ji her çar aliyê Kurdistan û cîhanê ji bo beşdariya berxwedana Kobanê mirov herikîn Pirsûs a ku li ber serê Kobanê ye.

Yên nehatin jî di cihê xwe de piştevaniya xwe ya bi berxwedanê re nîşan dan û gav bi gav piştevanî hevpar kirin.

Entelektoel û saziyên mafê mirovan ên cîhanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin.

Li 57 welatên cîhanê ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê welatî herikîn qadan.

‘Paytexta Berxwedanê’ Kobanê bi berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û piştevaniya gelên cîhanê di 26’ê Çile de giha azadiya xwe.

Berxwedana ya li Kobanî destpê kir berbelavî tevahî Rojava bû û îro veguherî kela berxwedan ya êdî hemû cîhan diparêze. Tevahî cîhan li hember êrişên dagirkerya dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo piştgiriya Rojava 2 Mijdarê dibêjin "Rojava ya me ye" û wê dakevin qadan.

ANHA