1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCDK-E: 29. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 24-25'ê Îlonê pêk were
KCDK-E: 29. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 24-25'ê Îlonê pêk were,kcdk,e,29,festîvala,çanda,kurd,a,navneteweyî,wê,24,25'ê,îlonê,pêk,were

KCDK-E: 29. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 24-25'ê Îlonê pêk were

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand, 29'emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 17-18'ê Îlonê de bihata lidarxistin, neçar mane ku ji bo 24-25'ê Îlonê taloq bikin

A+ A-

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, Festîvala Çanda Kurd a navneteweyî ku wê îsal cara 29'an bê lidarxistin, neçar mane ku ji bo 24-25'ê Îlonê taloq bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Biryar hatibû dayin ku 29'emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî 17-18'ê Îlonê bê lidarxistin, li gorî vê yekê jî amadekarî hemû qediya bûn, karê afîş, bilêt, broşura festîvalê û sponsoran qediya bû."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi navê Komîteya Amadekar a Festîvalê me amadekariyên xwe yên li qadê qedandibû, hunermend derkevin ser dikê, mêvan û qisekerên beşdar ên li ser asta navneteweyî, her wiha resepsiyona ku wê êvara 17'ê Îlonê roja Înê bihata lidarxistin amade kiribûn. Hemû cûre pirsgirêkên aborî û burokratîk ên têkildarî qada festîvalê qediyan û astengî hemû ji holê hatibûn rakirin.

Lê belê rêveberiya welatê ku em ê festîvalê li dar bixin, nêzîkatiyeke welê nîşan da ku ji ber Covîd-19 divê em festîvalê ji bo hefteyekê taloq bikin. Hate ragihandin ku heta 20'ê Îlonê tenê kombûnek kêm, sînorkirî dikare pêk were, piştî 20'ê Îlonê jî bi rengekî bêsînor lihevkombûn dikare pêk were. Ji ber vê yekê jî em neçar man ku festîvalê ji bo 24-25'ê Îlona 2021'ê taloq bikin.

Meclîs, pêkhate, dost, hunermend û hevalên me yên tevlî festîvalê bibin, divê amadekariyên xwe li gorî vê guhertinê bikin, wesayit û karên din hemûyan li gorî vê amade bikin.

Festîvala me ya îsal bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re' tê lidarxistin û em di wê baweriyê de ne ku tevlîbûna li festîvala wîsal wê ji her demê bêhtir be. Bi vê baweriyê em bang li gelê xwe, dost û komunalîstên enternasyonal dikin ku tevlî festîvalê bibin."

ANF