1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KOMKUJÎ Û ÇEND XAL!
KOMKUJÎ Û ÇEND XAL!,komkujî,û,çend,xal

KOMKUJÎ Û ÇEND XAL!

A+ A-

- Êrîşên têne kirin polîtîkayên dewletê ne!
- Di serî de Tevgera Azadiyê, hemû kurd divê dev ji gotina "Berpirs desthilatdariya AKP-MHPê ye" berde. Tiştên CHPê, SHPê, DYP; ANAP û MSPê û hemû partiyên wan ên din kirine jî li holê ne! Ev polîtîkayeke dewletê ye, kî li serî be dê vî karî bike. Ev dewlet ne li gor partiyên li serî ne lê li gor pêşkeftina Tevgera Azadiyê kiryar û polîtîkayên xwe diyar dike û kî li serî be bi destê wan dide pêkanîn!
- Li bajarên tirkan, li parkên zarokan û qadên futbolê, faşîst vekirî û aşkere perwerdeya leşkerî dibînin, bêyî ji kesekî veşêrin an fikaran bikin, lewre dewlet dide kirin. Û bi tenê ji bo kurdan têne amade kirin ev faşîst.
- Bi sedhezaran çekên dewletê "wenda" bûne. Ew çek hemî jî bi destê dewletê li van faşîstan hatine belavkirin. Bila çekên li Konyayê di komkujiyê de hatine bikaranîn bikolin, teqez ew çek in!
- Divê kurdên li metropolan dijîn, dev ji hemû nakokiyên navxweyî berdin û bi hev re tevbigerin, amade bin, lewre bûyera li Konyayê li ber derê her kurdekî li bajarên tirkan dijî ye.
- Divê teqez dev ji gotina "biratî"yê bê berdan, ev polîtîka bê terikandin, rastî bêne ziman û gelê kurd rast bê agahdarkirin û motîvekirin. Motîvasyona rast dikare jiyana kurdan rizgar bike.
- Kurdên derfetên wan hene divê teqez û bi lez vegerine Kurdistanê!
- Divê mafê jiyanê ji tu faşîstekî û tu kûçikekî li ber deriyê dewleta faşîst re tunebe li Kurdistanê.
- Dubare divê bê gotin; ev ne polîtîkaya AKP-MHPê ye, ew du partiyên faşîst ên qûlê dewleta xwe ne. Ev dewlet dewleteka faşîst e. Di kod û genên wan de, di kevneşopiya dewleta wan de ji faşîzmê pêştir tu tiştekî din tune. Kîjan partî li ser be, polîtîkayên faşîzane yên dewletê pêk tîne, an na mafê jiyana wan jî namîne.
Mahabad Felat

Bêjeyên Miftehî