1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kedkarê civaka Êzidî Suleyman Bariş koça dawî kir
Kedkarê civaka Êzidî Suleyman Bariş koça dawî kir,kedkarê,civaka,êzidî,suleyman,bariş,koça,dawî,kir

Kedkarê civaka Êzidî Suleyman Bariş koça dawî kir

Kedkarê civaka Êzidî, dilxwazên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Suleyman Bariş (Silêmanê Tiho) koça dawî kir

A+ A-

Kedkarê civaka Êzidî Suleyman Bariş ku di nava civaka xwe de bi navê "Apê Silêman" dihate naskirin, di 10'ê Tîrmeha 2021'ê de koça dawî kir.

Suleyman Bariş ku demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, li nexweşxaneya Helîos Klînîkûm a bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê di 72 saliya xwe de koça dawî kir.

Suleyman Bariş li nava Kurdên li derveyî welat welatparêzekî naskirî bû.

Suleyman Bariş ê ji gundê Zewra yê navçeya Wêranşar a Rihayê, sala 1977'an koçî Elmanyayê kiribû û ji hingî ve bêrawestan xizmeta gel û têkoşîna azadiyê dikir.

Suleyman Bariş her wiha yek ji xizmetkarekî Heyva Sor a Kurdistanê bû, ku ji bo alîkariya bi hewcedaran ên Kurdistanî kedeke mezin da.

ANF