1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Komuna Fîlman a Rojava amadekariya mîhrîcana navneteweyî dike
Komuna Fîlman a Rojava amadekariya mîhrîcana navneteweyî dike,komuna,fîlman,a,rojava,amadekariya,mîhrîcana,navneteweyî,dike

Komuna Fîlman a Rojava amadekariya mîhrîcana navneteweyî dike

Komuna Fîlman a Rojava amadekariya Mîhrîcana 4’emîn a Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di 13’ê Mijdarê de dike. Komîteya amadekar heta niha hezar û 500 fîlm ji piranî welatên cîhanê wergirtine. Niha jî komîte fîlmên li gorî mercên ku dê beşdar bibin,hildibijêre û werdigerîne zimanên kurdî û erebî

A+ A-

Mîhrîcana Fîlman a Rojava cara yekemîn ji hêla Komîna Fîlman di 13’ê Mijdara 2016’an de hat lidarxistin. Di 13’ê Mijdarê de ji bo rêzdariya şehîdên şewata Sînemaya Amûdê ya 1962’yan ku 283 zarok bûne qurbanî, çalakî tên lidarxistin.

Di sala yekemîn de, tenê mîhrîcan pêşandana belgefîlmên ji berhemên Rojava bûn. Hedef ji wê pengavê jî zanîna Komîna Fîlman a Rojava hêz û enerjiyên li gel heyî ne. Di sala duyemîn de fîlm ji derveyî Rojava wergirtin. Komînê nêzî 400 fîlm wergirtin û pêşkêş kirin. Lê di sala sêyemîn de mîhrîcan diyarî berxwedana Kobanê bû. 600 fîlm ji beşdariya çalakiyên mîhrîcana sêyemîn hatin şandin. Lê li gorî îsal, mîhrîcan bi navê ‘Mîhrîcana 4’emîn a Fîlman a Rojava ya Navneteweyî’, hat birêxistinkirin.

Komîna Fîlman a Rojava, jin meha Hezîranê ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Her wiha jî deriyên xwe ji bo wergirtina fîlmên biçûk (fîlmên karton, belgefîlm), belgefîlmên romanî yên dirêj, di destpêka meha Îlonê de vekirin. Dê wergirtin heta 8’ê Mijdarê bidome.

Endama Komîna Fîlman a Rojava û endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Safînaz Ebikê diyar kir ku dê heta nêzî hezar û 500 fîlm û belgefîlman wergirin. Hê jî wergirtin berdewam e. Komîteya amadekar niha li ser vebijartina fîlman li gorî mercên ku dê beşdar bibin, dixebite.

Mercên beşdarbûnê

Der barê mercên beşdarbûna mîhrîcanê de Safînaz Ebdikê îşaret pê kir ku komîteya amadekar a mîhrîcanê her salê fîlmekê ji bo beşdariyê hildibijêre û wiha pê de çû: "Mîhrîcan bi giştî der barê çanda gelan de ye. Dê li ser 3 beşan be; beşa bingehîn, fîlmên biçûk in. Ev beş jî ji hêla beşdarbûnê ve vekirî ye û dê fîlmên piştî 2018’an wergirin. Beşa duyemîn jî belgefîlm in û der barê mijarên berxwedanê de ne. Beşa sêyemîn jî, beşa fîlmên dirêj û romanî ne. Fîlmên ku tên wergirtin der heqê cihêrengiya pêkhate û gelên parastina çand, folklor û mîraseya xwe dikin de.

Safînaz Ebdikê destnîşan kir ku tişta ku balkêş a mîhrîcana îsal ji mîhrîcanên berê, wergirtina fîlman ji tevahî dewletên cîhanê mîna Amerîka, Efxanistan, Hindistan, Tirkiye, Almanya û hwd û wiha anî ziman: "Ev beşdarî cihê şanazî û serbilindiyê ye."

Her wiha ji parçeyên Kurdistanê jî gelek fîlm hatin. Komîteyê heta niha ji Rojhilatê Kurdistanê 100 fîlm, ji Başûrê Kurdistanê 11 fîlm û ji Bakurê Kurdistanê 27 fîlm wergirtine.

Dê çalakiyên Mîhrîcana 4’emîn a Fîlman a Rojava ya Navneteweyî di 13’ê Mijdarê de bi sponseriya Komîna Fîlman a Rojava, Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunerê û bi beşdariya kesayetên cîhanî, dest pê bike.

(fr)

ANHA