1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongreya MXŞD'ê: Rojev vegera Şengal û Xweserî bû
Kongreya MXŞD'ê: Rojev vegera Şengal û Xweserî bû,kongreya,mxşd'ê,rojev,vegera,şengal,û,xweserî,bû

Kongreya MXŞD'ê: Rojev vegera Şengal û Xweserî bû

Di roja yekem a Kongeya 4’an a MXDŞ’ê ya hate lidarxistin de, rojeva esasî xwerêxistinkirin, vegera Şengalê û xurtikirina pêngavên dîplomatîk bûn. Konge bi hilbijartina meclîsa nû û hevserokên nû dawî bû

A+ A-

Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma "Rêveberiya Xweeser pira gihandina azadiyê ye", piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên fermanê, destpê kir.

Kongre bi axaftina hevserokên Meclîsê destpê kir. Di kongreyê de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyama nûnerên pêkhateyên Şengalê, peyama Rojavayê Kurdistanê û gelek peyamên din hatin xwendin.

Paşê rapora xebatên Hevserokatiya Meclîsa Xweser a Şengalê, rapora Desteya Rêveger a Şengalê û TAJÊ hatin xwendin. Piştî xwendina raporan, nirxandina xebatên du salan hatin xwendin.

Di nîqaşên li ser rojeva xebatên rêxistinkirinê û siyasî hatin kirin de mijara sereke ya derket pêş, serwerkirina vîna Êzîdiyan, mîsogerkirina Meclîsa Xweser a Şengalê bû. Di nirxandinan de nêrîna herî derket pêş ew bû ku xebatên ji bo xweseriya Şengalê werin xurtkirin û banga qebûlkirina Reveberiya Xweser a Şengalê di serî de li Iraqê û hêzên navnetewî were kirin.

Mijareke din a mohra xwe li nîqaşên kongreyê da jî ew bû ku li ser rojeva rêxistinkirinî, vegera koçberên Êzîdî ya li Şengalê bû. Di nirxandinên hatin kirin de hate gotin ku koçberên li kampên di bin venêrîna PDK’ê de dijîn, bi zorê tên girtin. Her wiha hate destnîşankirin ku polîtîkayeke taybet heye ku Êzîdî ji Şengalê dûr bixin. Pêşniyara bihêzkirina xebatên ji bo vegera koçberan hate kirin.

Yek ji mijara din ew bû ku divê femrana ku li ser Êzîdiyan de hatiye weke jenosîd ango qirkirinê were qebûlkirin û ji bo vê jî Êzîdî di qada navnetewî de pêngaveke dîplomatîk bide destpêkirin.

Di Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de pêşnûmebiryarên ku hatine amadekirin pêşkeşî pêkhateya kongreyê hatin kirin.

Di pêşnûmebiryaran de biryarên derbarê Rêber Apo, biryarên siyasî, biryarên rêxistinî, biryarên ji bo perwerdehiyê, biryarên ji bo tenduristî, biryarên ji bo çand û huner, biryarên ji bo ragihandin, biryarên ji bo şaredarî, biryarên ji bo aborî, biryarên ji bo dîplomasî, biryarên ji bo ewlekarîyê, biryarên ji bo parastinê, bîryarên ji bo tevgera ciwanan de hatin xwendin û ji dengdana beşdaran hate derbaskirin.

HINEK BIRYARÊN GÎRÎNG

Çend biryarên bingehîn ku di kongreyê de hatin erêkirin ev in;

Li ser esasê taybetmendîya civaka Êzîdî ji bo Xweseriya Şingalê bi rêkên qanûnî û rewa bê qebûl kirin, projeya çareseriyê were amadekirin û pêşkêşê cihên eleqeder were kirin.

Biryara 9’ê Cotmeha 2020’an weke komployê fermana di bin navê qanûnê de em bi nav dikin û çareserîya ku îradeya Êzîdîya nas nakin em qebûl nakin.

Hewldana dewletê ku dixwaze Asayîşa Êzîdxanê belav bike bi tu şêwazî nayê qebûlkirin.

Asayişa Êzîdxan weke ewlekariya hundirîn ya Şengalê di bin sîwana meclisê de kar û xebatên xwe bike.

Erka sereke a YBŞ-YJŞ li hember perçekirin û dagirkirina Iraqê parastina yekbûna axê, ji bo Iraqeke federal, demokrat û Şengalekî Xweser tekoşîn kirin e.

Pêwîst e em azadiya Rêbertî weke azadiya xwe bibînin û ji bo azadiya xwe pêwîst e em tekoşîn bikin.

Ji bo mezinkirina YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê xebat werê xurtkirin.

Ji bo Fermana 73 weke jenosîde dane qebûlkirin, li Iraqê û qada navneteweyî têkoşîna sîyasî û huquqî xurt kirin.

Ji bo vegera gel a Şengalê kar û xebat werin berfireh kirin.

Ji bo rêberiya Xweser temsîla gelê Şengalê tevahî bike, hemleyek rêxistinkirina gel were despêkirin.

MECLÎSA NÛ JI 111 KESAN PÊK TÊ

Piştî erêkirina biryaran, hilbijartina kongreyê hate kirin. Ji bo 111 endamên meclîsê hilbijartin hate kirin. Beriya kongreya giştî, li meclîsên gundan hilbijartin hatibûn kirin. Beşekê lîsteya endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vî rengî hatiye amadekirin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji van meclîs, sazî û kotayan ava dibe: “Meclîsa Serdeştê, Meclîsa Sinûnê, Meclîsa Xanesor, Meclîsa Dîgurê,Meclîsa Guhbel, Meclisa Borik, Meclisa Duhola, Meclisa Zorava, Meclisa Şengalê, Meclisa Tilezêr, Meclîsa Xeta Ereban, Meclîsa Eşayîran, Kota Mesihiyan, Kota Şîayan, Desteya Oldaran, Ji Saziya Maliye, Malbatên Şehîdan, Saziya Ragihandinê, Çand û Huner, YJŞ, YBŞ, Asayîş, Saziya Mamosteyan, PADÊ, Saziya Tenduristiyê, Şaredarî, TAJÊ û Tevgera Ciwanan.

Lîste ji beşdarên kongreyê re hate xwendin û kete dengdanê. Hemû lîste bi piraniya dengan hate qebûl kirin.

HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN

Piştî hilbijartina meclîsa ji 111 kesan, ji bo hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û her du cîgirên wan hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de Xezal Reşo û Haşim Hecî wekî hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin hilbijartin. Her wiha Heso Îbrahim û Sêvê Emo wekî cîgirên hevserokan hatin hilbijartin.

Sibe, wê meclîsa ku nû hatiye hilbijartin bicive û dîwana Desteya Rêvebir hilbijêre.

ANF