1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Nivîskarê fransî Hervé Hamon: "Kurd mijara me ne"
Nivîskarê fransî Hervé Hamon: "Kurd mijara me ne",nivîskarê,fransî,herv,hamon,"kurd,mijara,me,ne"

Nivîskarê fransî Hervé Hamon: "Kurd mijara me ne"

A+ A-

Nivîskarê fransî Hervé Hamon, di rojnameya Le Télégramme de bi sernavê "Kurd mijara me ne" gotarekê nivîsî.

Kurd mijara me ne
Nivîskarê me, Hervé Hamon, ji çarenûsa Kurdên di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyê de girtî ne û ji serokê Tirkiyeyê Erdogan ku dixwaze vî gelî tune bike bi guman e.

Welatê wan, ku jêre dibêjin Rojava, di sala 2012'an de di dema "Bihara Ereban" de bi têkoşîneke mezin ew bi dest xistin. Wan li wê derê, di navbera Dîcle û Feratê de, herêmek bi mezinahiya çar qatan ji Lubnanê ava kir û bi qanûn û rêbazên xurt ên wekî sekularî, wekheviya jin û mêr û xwedîlêderketina ekolojiyê û xwezayê, welatên xwe bi rê ve birin. Li dijî Esed, bi hevkarî û hevalbendiya xirîstiyan û ereban, Hêzên Sûriya Demokratîk ava kirin.

Di dema şerê Sûriyê de, em bûne heyranê wêrekiya wan û bi taybet jî ya jinên wan ên di şer de. Ew bûn keleha me ya li dijî Dewleta Islamî û  bi bihayê 36.000 kuştîyan, ji Kobanê (2014) heta Rakka (2017), "paytext", ku nîşana "xîlafet"ê bû, dawî li DAÎŞê anîn. Me ew wekî parastvan û mertalên jîyana xwe didîtin, lê Donald Trump di sala 2019an de pişta xwe da wan û qadê ji tirkan re vekirî hişt ku tirk tiştên hatine avakirin ji holê rakin. Erdoganê ku di navbera Tirkiye û Rojava de 800 km dîwar lêkir, tenê daxwazeka wî heye: wekî ermenan, tunekirina gelê kurd. Mebesta wî ew e ku li ser xaka Daiş bandora xwe lê ava kiribû û çar caran êrişî kurdan kiribû, îslamîstan ji nû ve bi cih bike, bêyî ku navbera xwe û rojavayîyên, "dostên" wan xerab bike.

Mafê kurdan jî weke Ukraynayê mafê çarenûsiya gelan e.

Li aliyê rojhilat, Iraqê dorpêçeke mezin pêk aniye. Li aliyê rojava jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker paqijiya etnîkî dikin, artêşa Osmanî jî dibistan û gundan bombebaran dike. Li başûr, Esed ku dikare wekî piştgirekî baldar ê Îranê bê dîtin, li benda roja tolhildanê ye. Em dizanin ku Tirk amadekariya êrîşa dawî dikin. Bendavên Dîcle û Firatê kontrol dikin, ava vexwarinê ji bo sewalan û ji bo çandiniyê kêm dikin. Rojava li ber xelayê ye, li benda şer e. Balafirên bêmirov ên Erdogan bi baldarî hedefên wan dişopînin, li lîderên leşkerî xistin, piraniya wan jin, heft ji wan hatin kuştin.

Di vê kêliya em li ser hewildana kuştinê ya hovane ya li dijî Selman Ruşdî gengeşî dikin de, gelo em dizanin ku Dewleta Îslamî bi saya yek ji endamên sereke yên NATOyê, "hevalbendê me" gefa avakirina xwe li ser axa Kurdistanê dixwe? Mafê kurdan jî weke Ukraynayê beşek ji mafê çarenûsiya gelan e. Û bêhisî û nebihistyariya me ya ku nayê fêmkirin, bi xetereyan dagirtî ye ku dê kujer bigihêjine me û ev dê bibe mirina me jî.


Çavkanî: https://www.letelegramme.fr/debats/courant-d-ere-les-kurdes-sont-notre-affaire-20-08-2022-13155859.php
Werger. amidakurd.org