1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Piştgirtiyeke mezin ji bo kampanyaya naskirina Rêveberiya Xweser hate dayîn
Piştgirtiyeke mezin ji bo kampanyaya naskirina Rêveberiya Xweser hate dayîn,piştgirtiyeke,mezin,ji,bo,kampanyaya,naskirina,rêveberiya,xweser,hate,dayîn

Piştgirtiyeke mezin ji bo kampanyaya naskirina Rêveberiya Xweser hate dayîn

Kampanya haştagê ya #Status4NorthAndEastSyria ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saetên êvarî de li ser medya dîjîtal dest pê kir û di demek kurt de bal kişand

A+ A-

Meclisa Ragihandina Sanal a Kurdistanê  êvara roja şemiyê bi navê "Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê naskirin" kampanyaya haştagê ragihand û bang li her kesî kir ku roja yekşemê saet 20:00'an li gorî dema Sûriyê beşdarî kampanyayê bibin.

Fermandarê Giştê yê QSD'ê Mezlûm Ebdî duh bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna kampanyayê kir. Gelek kesyaetên siyasî yê navdar û berpirsên di hikumetên Ewropayê de piştgirî dan kampanyayê.

Kampanyaya bi haştaga  #Status4NorthAndEastSyria di saetê êvarî de dest pê kir û bi hezaran vikarhênerên medya civakî  tevlê bûn.

Li gorî berpirsên kampanayayê, haştag di demeke kurt de li ser facebook û twîtterê bal kişand. Kampanyaya hîna berdewam e.

Hin ji parvekirinên hatine kirin wiha ne;

Koma hacker bi navê Anonymous ku di cîhanê de bi nav û deng e li ser hesabên xwe yê fermî piştgirî da kampanya yê û bang kirin; “Bi jinên leheng û şervanên fedakar şoreşa Rojava mirovahiyê ji hovîtiya DAIŞ xilas kir. Niha divê mirovahî bi berpirsyariya xwe rabe. Wekî hemû gelan gelê Rojava jî divê mafê wî yê statûya siyasî hebe.”

Parlementera HDP`ê ya Elihê Feleknas Uca li ser hesabê xwe yê fermî bi zimanê Almanî ev tişt parve kir;  “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li dijî DAIŞ têkoşîneke serkeftî meşandin divê NY'yê statûya wan qebûl bike.”

Endame hevserokatiya Desteya Rêveber ya PYD`ê Salih Muslim jî li ser hesabê xwe yê fermî şoreşa 19 Tîrmehê pîroz kir û banga qebûlkirina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Rojnamevan Heval Aslan li ser hesabê xwe yê fermî ji bo qebûlkirina statûyê ev tişt parve kir; “Şoreş Rojava şoreşa ciwan, jinan, gelan, bindestan û kesên ku dibêjin jiyanek din mimkûne wa ye. Ji bo jiyanek demokratîk, hevbeş, azadiya jin, ekolojik #Status4NordAndEastSyria.”

Nûnera MSD'ê ya li Amerîkayê Sînem Mihemed li ser hesabê xwe yê fermî  “Şoreşa Rojava Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Hevoka şoreşa gelan a demokratîk şenber dike” parve kir.

Parlementerê HDP`ê yê Wanê Tayyîp Temel: “Şoreşa Rojava şoreşa gelan, jinan, ciwana ye. Jêdera  asoya şoreşa Rojhilata Navîn e. Parastin, dewamkirin û xwedîderketina li vê şoreşê bi qebûlkirina statûyê re mumkin e.”

Rojnamevan Seyît Evran: “Axa ku bi 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndar û gaziyên xwe hatiye parastin herêmên herî bi ewle ne. Bê ku lîstokên polîtîk bê qurban divê statûya wê binasin.”

Hevseroka DBP`ê Keskîn Bayindir ev parve kir: “Şoreşa Rojava, li Rojhilata Navîn, li herêmê, ceribandineke giring a dîrokî û nîşaneya rêyeke nû ya şoreşger e ji bo gelan. Pîroz be!”

Parlementera HDP`ê Meral Daniş Bektaş: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, her wekî din ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Siryan û Ermen jî bûye hêviya pêkvejiyaneke nû. Dem dema statûya Rojava ye.”

Serokê Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê û nûnera saziya sivîl ya Patriot Voices Nadine Maenza bi van gotinên; “Bila statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê nasîn” piştgirî da kampanya ye.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed; “Di salvegera ku wê bibe ragihandina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em banga tevlêbûna pêşeroja welat  naskirina siyasî ya fermî dikin.”

ANHA