1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka Mahabad Felat a bi navê ”Ol û Desthilatdarî” ji nav Weşanên Ar derket
Pirtûka Mahabad Felat a bi navê ”Ol û Desthilatdarî” ji nav Weşanên Ar derket,pirtûka,mahabad,felat,a,bi,navê,ol,û,desthilatdarî,ji,nav,weşanên,ar,derket

Pirtûka Mahabad Felat a bi navê ”Ol û Desthilatdarî” ji nav Weşanên Ar derket

A+ A-

”Mahabad Felat di vê berhema xwe da bi şêwazeyekî wêjeyî pirs û pirsgirêkên olê û desthilatdarîyê nirxandine, ew ravekirine, û wek berhemekê pêşkêşî xwendevanên xwe kirye.

Ew bi wêrekî  berê xwe dide wan nakokîyên heyî, wan analîz dike, dinirxêne û wate û encamên wan li ber xwendevanan radixe.” Ezîzê Cewo

 

”Pêdivîya şiroveyeke têr ya di vê derbarî de hebû, sipas ji rêzdar Mahabat Felat re ku ev mijara refleksên tirsa nezanînê dagirtî bi awayekî felsefîk vekiriye, rastiyên wan tabû û derdorên wan tabûyan ji bo pêşî li şiyarbûna gelê me girtinê, yek bi yek bi mînakên balkêş li ber çavan raxistiye.” Fêrgîn Melîk Aykoç

 

”Xebateke hêja û balkêş e. Diyar e ku serî li ser pir hatiye êşandin û lêhûrbûnek li mijarê hatiyekirin ku jixwe mijar mijareke hesas e jî. Nemaze ji aliyê nirxandin û rexnekirina îslamiyetê ve.” Zana Farqînî