1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pirtûkên ku herî zêde li cîhanê hatine wergerandin hatin eşkerekirin
Pirtûkên ku herî zêde li cîhanê hatine wergerandin hatin eşkerekirin,pirtûkên,ku,herî,zêde,li,cîhanê,hatine,wergerandin,hatin,eşkerekirin

Pirtûkên ku herî zêde li cîhanê hatine wergerandin hatin eşkerekirin

Ji 10 pirtûkan 8 pirtûkên nivîskarên Ewropî ne

A+ A-

Platforma fêrbûna online a zimanan Preply pirtûkên ku herî zêde hatine wergerandin li çaraliyê cîhanê li gorî welatan rêz kir.

 

Preply lêkolînek li ser dîsîplîna wergerê weşandiye, ku derfetê dide xwendevanan ku nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê kifş bikin û li ser têgihîştina edebî ya çandên cihê fêr bibin.

 

Li gorî lêkolînê, pirtûka ku herî zêde li cîhanê hatiye wergerandin Mîrzayê Piçûk e ku ji aliyê Antonie de Saint-Exupéry ve hatiye nivîsandin û di sala 1943'an de bi 382 wergeran hatiye çapkirin. Piştî Mîrzayê Piçûk Pinocchio ku ji aliyê Carlo Collodi ve hatiye nivîsandin û bi 300 zimanên cuda hatiye wergerandin, di rêza sêyem de jî pirtûka Lewis Carroll Alice li cîhaneka nedîtî bi 175 wergeran di rêza sêyem de ye di lîsteya pirtûkên herî wergerandî yên cîhanê de.

 

Di nav deh pirtûkên pêşîn de, berhemên ku îlhama çanda gelêrî dane, wek Çîrokên Perî, Don Kîşot û Tintin ên Andersen jî hene.

 

Ji bilî van berheman, di lîsteyê de "Rêya ber bi bextewariyê" ku ji aliyê L. Ron Hubbard ve hatiye nivîsandin û li 112 zimanan hatiye wergerandin.  "Alşemîst" ku berhema Paulo Coelho ye jî di vê lîsteyê de cîh digire. Ji van 10 pirtûkên ku herî zêde hatine wergerandin 8 ji aliyê nivîskarên Ewropî ve hatine nivîsandin. Her du pirtûkên din ên ku bi gelek zimanên cîhanê hatin wergerandin, li Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr hatin weşandin.