1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat
Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat,rojnameger,û,şervana,heqîqetê,denîz,firat

Rojnameger û şervana heqîqetê: Denîz Firat

A+ A-

Li ser xwatirxwestina dawî ya stêrka ragihandina azad rojnameger û şervana heqîqetê Denîz Firat re 8 sal derbas bûn. Şervana heqîqê Denîz Firat bi kamara û pênûsa xwe li pey eşkerekirina rastiyan bû.

Rojnameger Denîz Firat ku têkoşîna wê ji zaroktiyê ve ji Bakûrê Kurdistanê destpê dike, heta Rojhilat dewam dike û li Başûr jî derdikeve asta herî jor. Ji bo ronîkirina heqîqetê, bi pênûs û Kamereya xwe dest bi rêwîtiya azadiyê dike. Piştî têkoşîna salan, di oxira gihandina heqîqetê de tevlî karwanê nemiran dibe.

Rojnameger Methiye Yildiztan (Denîz Firat) di 1984’an de li gundê Xecîxatunê ya bi ser navçeya Ebexa bi ser Wanê ji dayik bû, Denîz Firat a ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji cîhanê re radigihand, di 4 saliya xwe de dayika xwe ji dest dide. Bavê wê jî bi hinceta alîkarî daye rêxistinê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin. Piştre jî 1991’an de ji ber ku lêgerîna bavê wê, di 7 saliya xwe de bi 4 xwîşkên xwe re diçin gundê Arapken a Rojhilatê Kurdistanê û ji wir jî derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.

Denîz Firat gerîla, rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû

Denîz Firat di çar parçeyên Kurdistanê de rojnamegeriyê dike, 2 caran bi giranî birîndar dibe. Li gel ku xwendin û nivîsandina wê nîne jî ev yek li pêşiya wê nabe asteng. Di serî de xwendin û nivîsandinê fêr dibe, piştre jî dibe nivîskar. Xeyela wê ya herî mezin jî nivîsandina jiyana Binefş û Saryayê ye. Hovîtiya çeteyan li hemberî vê daxwaza wê dibe asteng. Di axaftineke xwe de gotibû ku piştî ku bûye rojnameger li hemberî her tiştî bêhtir meraxa wê çêbûye. Denîz Firatê bi vê nêzîkatiya xwe kevneşopiya Çapemeniya Azad heta dawî bi cih anî. Denîz Firat gerîla, rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû.

Jiyana Denîz Firat bi penaberiyê derbas bûye

Xwişka wê Binefş tevlî nava refên gerîla dibe. Dema Binefş dikeve rê da ku biçe gel refên gerîla, ji ber ku navber pir dirêje, lewma dayîk û bavê wê jî pê re diçin. Di vegerê de jinbav û bavê wê ji aliyê rejîma Îranê ve tên girtin. Piştî ku tên berdan, ji wir derbasî bajarê Ûrmiye dibin û heya demekê li wir dimînin. Di sala 1991’an de ji Ûrmiye jî derbasî herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê dibin. Ji wir jî derbazî bajarokê Sîdekan a Başûrê Kurdistanê dibin. Mirov dikare bêje ku jiyana Denîz Firat bi penaberiyê derbas bûye.

Di zarokatiya xwe de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê hezkirina wê çêdibe, destpêkê xwîşka wê ya 17 salî Ayfer (Binefş), piştre jî xwîşka wê ya din Şukran (Sarya) tevlî refên gerîla dibin. Ji ber hezkirina wê ya bi tevgerê re heye ew jî navê Denîz digire. Di 1997’an de li Zapê di şerekê de xwîşka wê Binefş şehîd dibe. Di 8’ê Tebaxa 1999’an de jî di şerekê de li Metînayê xwîşka wê ya din Şukran şehîd dibe. Di wê demê de xwîşka wê ya din Horiya tevlî nav refên PKK’ê dibe û navê Binefşê li xwe dike. Malbata ku bi tevahî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin çeka yên ku şehîd dibin, hildigirin û têkoşînê didomînin.

Di nava rêxistinê de piştî ku Denîz derbasî xebatên çapemeniyê dibe, xwe di hemû beşan de pêş dixe. Cara despêkê di kovara ‘Tanriça Zîlan’ de di beşa nivîskî de cihê xwe digire û demek dirêj kar dimeşîne. Her wiha di radyoya ‘Dengê Welat’ de bernameya Rojeva Jin jî pêşkêş dike. Ji ber ku ji nivîsê pir hez dikir, xwestek û hewildanên wê hebûn ku çîrokên hemû jinan bi taybetî jinên gerîla binivîse. Her wiha xeyaleke wê ya din jî ew bû ku pêşangehek ji wêneyên gerilayan bi taybetî yên jinan û wêneyên ku wê bi wênekêşa xwe kişandî veke. Bi wê ve dixwest rojnamevaniya Kurd bi taybet a jin firehtir bike û bikare li hemû qadan rojnamevanên jin biafirîne.

Piştî gundên Bakûr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên valakirin, gel berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Malbata Denîz Firat hîn jî li Başûr dima. Dema ku gel koçberî Başûr dibin, di sala 1995’an de li Şeranişê kom dibin û malbata Denîz jî derbazî nava wan penaberan dibin. Bi wan penaberan re gelek wargeh guhertin û heta ku gihiştin Wargeha Mexmûrê. Li wê derê jî di sala 2004’an de Denîz tê wargehê û di saziya ciwanan de heta demekê kar dike. Piştre derbasî xebatê ragihandina wargehê ango rojnameya Rojev’ê dibe.

Denîz Firat weke xwîşka xwe Sarya di 8’ê Tebaxê de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Denîz piştî salan vegeriya xaka xwe ya ku jê dûr ketibû. Li cihê jê dayik bûyî li Wanê hat veşartin.

(ab)