1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnameger dipirsin: Eger dizî û gendelî nebe 18 milyon dolar bi çi peyda dibe?
Rojnameger dipirsin: Eger dizî û gendelî nebe 18 milyon dolar bi çi peyda dibe?,rojnameger,dipirsin,eger,dizî,û,gendelî,nebe,18,milyon,dolar,bi,çi,peyda,dibe

Rojnameger dipirsin: Eger dizî û gendelî nebe 18 milyon dolar bi çi peyda dibe?

A+ A-

 

 

HOGOR EDNAN / ROJNEWS

Rojnamegerên Çemçemal diyar kirin ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve kirîna malek bi 18 milyon dolaran îşratek gendeliya li Herêma Kurdistanê ye û dipirsin: “Eger gendelî nebe, 18 milyon dolar bi çi peyda dibe?”

Di 7’ê Kanûnê Rojnamevan Zack Kopplin ku li Navendeke Lêkolîn û Fikrî ya Emerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya derbarê sermaya Barzaniyan ya li Amerîkayê de di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kir.

Li gorî belgeya ku Kopplin parve kiriye li eyaleta Miami ya Emerîkayê milkeke 12 hezar metre kare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Mesrûr Barzanî heye. Dibêje, dermanxaneyeke Barzaniyan ya lûks û şûşeyî ya nimûneya wê li cihek din nîne heye. Li gorî Kopllin 4 milkên Barzaniyan li Miami, Virginia, California hene û bûhayê wan jî bi komî dike zêdeyî 75 milyon dolar.

Rojnameger Siware Bîlal bal kişand ser bêeqaletiya li Herêma Kurdistanê heye û ji Rojnews’ê re got: “Eger temaşeyî derdora xwe bikin, em ê bibînin, ciwaziya dahatê di navbera berpirsan û çîna jêr de heye û bi qasî asman ferqe. Ev jî nîşaneyeke ku li Herêma Kurdistanê gendeliyek bêhejmar heye. Yên sûd ji sermaye û bûdceya vî welatî sûd digirin tenê berpirs û neviyên wan in. Vîlaya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya li Miami yek ji mînakên gendeliyê ye. Divê çavkaniya vê pirsê were vekolîn.”

Rojnameger Siware diyar kir sedema beşek ji gendeliya hikûmet û berpirsan bêdengiya milete û wiha domand: “Eger li her cihê cîhanê berpirwan wiha gendelî li ser hesabê pere û malê milet bikiriya, wê bihatina ber barandinkirin. Wê mîna Qedafî û yên mîna wî lêbikiriyan.”

Rojnameger Hêmin Ehmed jî got: “Di nava çend rojên borî de, Rawêjkara Elmanya Angela Merkel dest ji wezîfeya xwe berda û tiştek li gel xwe nebir. Di serdema hikûmraniya xwe de, xizmên xwe li derdora xwe tayîn nekir. Lê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi buhayê 18 milyon dolar vîla dikire. Eger dizî û gendelî nebe, gelo ev pere bi çi peyda kiriye? Li cîhanê mîna vê hikûmetê nîne. Di warê gendeliyê de tenê dişibe xwe. Her karekê destpêk û dawiya wê heye. Wê rojek were ev hikûmet û berpirs bibin dîrok û li ser gendeliyê û xerabiyê tine bibin. Eger em nebînin jî, wê neviyên me têkçûna vê desthilatê bibînin.”

(ab) Rojnews