1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Tava Sor çîroka berxwedanê ye
Tava Sor çîroka berxwedanê ye,tava,sor,çîroka,berxwedanê,ye

Tava Sor çîroka berxwedanê ye

Beşa destpêkê ya rêzfîlma Tava Sor ku senaroyaya wê ji aliyê Ahmet Tahîr ve hatiye nivîsandin, di Stêrk TV de hate weşandin. Rêzefîlma bi derhêneriya Nûman Yîgît qala berxwedana pêvajoya xwerêveberiyê dike

A+ A-

Derhênerê rêze fîlmê Tava Sor Nûman Yîgît anî ziman ku rastiya gelê Kurd bi rêya fîlm û rêze fîlman hatiye berevajîkirin; heqîqeta têkoşîn û berevajî çewt hatiye nîşandan û got, "Armanca me ya esasî ew e ku rastiyên hatine berevajîkirin mîna xwe nîşan bidin, bigihînin civakê."

Rêze fîlmê destpêkê yê Rojava 'Tava Sor' ku ji 16 beşan pêk tê, beşa wê ya destpêkê pêr êvarê di Stêrk TV de hate weşandin. Rêze fîlmê ku senaryoya wê ji aliyê Ehmed Tahîr ve hate amadekirin, ji aliyê derhêner Teymûr Evdikê, Nûman Yîgît û Deştî Resûl ve hate birêvebirin. Her beşa rêze fîlm ji 45 deqeyan pêk tê.

Di fîlm de 35 lîstikvan û 500 fîguran dilîzin. 7 beşên destpêkê ji aliyê Teymûr Evdikê û Deştî Resûl ve, 9 beş jî ji aliyê Nûman Yîgît ve hatin birêvebirin. Di 7 beşên destpêkê yên rêze fîlm de qala berxwedana hêzên YPS'ê yên salên 2015-2016'an a li Cizîrê tê kirin. Di rêze fîlm de li gel xeta neteweyî, xiyanet, têkoşîn û welatparêziya Kurd her wiha rastiya şerê li Kurdistanê jî tê vegotin.

Rêze fîlm di serî de bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Girkê Legê, Qamişlo û Reqayê hate amadekirin.

Derhêner Nûman Yîgît li ser rêze fîlm ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku fîlm qala berxwedana xwerêveberiyê dike: "Li Cizîrê li naverastê dayik hatin qetilkirin. Li jêrzemînan mirov hatin şewitandin. Cîhanê li vê komkujiyê temaşe kir. Hunermendan jî dengê xwe dernexistin. Nedibû ku me jî ev komkujî û berxwedana destanî ji nedîtî ve bihata."

Yîgît anî ziman, ku senaryoya rêze fîlmê Tava Sor ji aliyê nivîskar û senarîst Ahmet Tahîr ve sala 2018'an hate nivîsandin û destnîşan kir ku ji ber berpirsyariya civakî Tahîr xwest di sînemayê de çîrokên Kurdan bi kar bîne.

Yîgît ragihand ku hîmên destpêkê yên amadekirina rêze fîlman li Rojava ji aliyê Ahmet Tahîr ve hate danîn û di pêşvebirina sînemaya Kurd a berxwedêr de xwedî hewldaneke girîng e.

NIVÎSKAREKÎ GELEKÎ XURT BÛ

Derhêner Yîgît diyar kir ku Ahmet Tahîr ne tenê senaryo nivîsand, di heman demê de nivîskarekî xurt ê roman û çîrokan bû.

Yîgît bi bîr xist ku Tahîr di pêvajoya nivîsandina senaryoyê de ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da, ew bi bîr anî û got, "Min li Mexmûrê ew nas kir. Demeke dirêj roman, çîrok û helbest nivîsand. Dixwest ku wêje û sînemaya Kurd bixe nava hev. Ne tenê bi nivîsandinê di heman demê de bi rêya sînemayê dixwest berxwedana gelê Kurd nîşan bide. Lewma salên dawî girîngiyeke mezin dida sînemayê. Hewl dida sînemavaniya komunal ava bike. Bi kelecanî bû, di nava lêgerînê de bû, hewldana wî gelekî mezin bû. Pêwîstî pê didît ku sînemaya Kurd bi senaryoyên gelekî xurt bê amadekirin. Senaryoya rêze fîlmê Tava Sor nivîsand û ji bo kişandina fîlm hat Rojava. Ne tenê senarîstê rêze fîlmê Tava Sor bû, di heman demê de kedkarê wê yê herî mezin bû."

HER KES BI FÎLM KÊFXWEŞ BÛ

Yîgît diyar kir ku dema wan li Dêrikê dest bi kişandina fîlm kir, her kes gelekî pê kêfxweş bû, şêniyên herêmê di her qonaxa fîlm de bi dilxwazî cih girtin û got, "Ji komun û meclîs ji lîstikvaniyê heta amadekirina fîlm piştgirî dan pêvajoya kişandinan fîlm. Gelekî hêja ye ku çîrokên li Bakurê Kurdistanê li Rojava bi sînemayê bêne ragihandin. Her kesên tevlî tîma rêze fîlm bû ji ber vê yekê kêfxweş bûn."

ZOR Û ZEHMETÎ JÎ HEBÛN

Yîgît bal kişand ser zor û zehmetiyên di pêvajoya kişandina fîlm de rû dan û got, "Di mijara peydakirina lîstikvanên profesyonel de zehmetî hebû. Li çar parçeyên Kurdistanê rastiya gelê Kurd bi rêze fîlm û fîlman hatiye berevajîkirin. Rastiya berxwedan û têkoşînê ya li Bakur, Sûr, Cizîr, Rojava hatin berevajîkirin. Armanca me ya esasî ew e ku rastiya hatiye berevajîkirin mîna xwe bidin û bigihînin civakê."

ÇÎROKA GELÊ KURD E

Yîgît diyar kir ku wan bi rêya çîroka malbateke Kurd qala pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê kirin û got, "Em qala wê dikin ku piştî komkujiya li Cizîrê ciwan çawa tolê ji dewletê û nokeran hiltînin. Di Tava Sor de biryardariya têkoşîna bi rûmet, serînetewandina gelê Kurd a bi sedan salî tê vegotin. Ciwanên Kurd li dijî her êrişê teqez ji serhildan û berxwedanê re amade ne. Ev sekna ciwanên Kurd di rêze fîlm de mijara me ya sereke ye. Tava Sor çîroka gelê Kurd e."

Derhêner Yîgît anî ziman ku ew ê keda Ahmet Tahîr û Rojda Bakur ti carî ji bîr nekin û xwedî li bîranîna wan derkevin.