1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tora Ziman û Çanda Kurdî li dijî polîtîkaya pişaftinê banga hevgirtinê kir
Tora Ziman û Çanda Kurdî li dijî polîtîkaya pişaftinê banga hevgirtinê kir,tora,ziman,û,çanda,kurdî,li,dijî,polîtîkaya,pişaftinê,banga,hevgirtinê,kir

Tora Ziman û Çanda Kurdî li dijî polîtîkaya pişaftinê banga hevgirtinê kir

Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku zimanê xwe yê siyasetê bikin Kurdî û ji gelê Kurd jî xwest, hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkeve

A+ A-

Play
03:27

Yekemîn komcivîna Tora Ziman û Çandan li navçeya Sûr a Amedê di 11-12'ê Çileyê de pêk hat.

Komcivînê 2 rojan dewam kir û encamên wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin eşkerekirin.

Daxuyanî li Otela Demîr a navçeya Sûrê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Torê Bawer Berşev ve hate xwendin.

'LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ PÊWÎSTÎ BI HEVGIRTINEKE XURT HEYE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên pişaftin û yekdengiyê yên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, xetereyên li ser ziman û çanda kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin, lê ji bo guhertina vê rewşê pêdivî zêdetir bi hevgirtineke xurt û helwesteka zelal û bernameyeka karîger heye."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komxebata torê li Amedê bi beşdariya nêzî 300 kesên kedkar û xemxurên ziman û çanda Kurdî pêk hat û mijarên cûrbecûr hatin gengeşekirin.

MIJARÊN DI KOMCIVÎNÊ DE HATIN GENGEŞEKIRIN

Li ser mijarên di komcivînê de hatin nîqaşkirin di daxuyaniyê de hate gotin, "Di komcivîna 1'emîn da mijarên wek mafên zimanî, pêwendiya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî û derveyî yên ziman û çanda kurdî, astengiyên bingehîn ên li ber ziman û çanda kurdî û rênexşe, statû û rêzikên xebata Torê bi berfirehî hatin gengeşekirin.

Di komcivînê da 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan hatin avakirin û di maseyên tematîk da mijarên spesîfîk hatin diyarkirin û li ser mijarên sereke gengeşe hatin kirin û rapor hatin amadekirin. Di raporên maseyan da tesbîtên girîng hatin diyarkirin û pêşniyazên çareserkirina kêşeyên ziman û çanda kurdî hatin pêşkêşkirin. Her mase dê xebatên xwe bi awayekî spesîfîk bidomîne û tesbît û pêşniyazên ku derketin holê di pratîkê de pêk bîne û ji bo berfirehkirina Tora Ziman û Çanda Kurdî hewl bide."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di komcivîna 2 rojan da bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk hate guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî hate diyarkirin. Her çend Tor, parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî ji xwe re kiribe armanc jî, hemû ziman û çandên Kurdistanê yên ku rastî polîtîkayên bişaftinê tên jî, dikarin di nav Torê de cih bigirin û xebatên xwe bidomînin û hêzê bidin Torê. Dîsa li ser statûya torê û logoya torê nîqaş û pêşniyaz hatin kirin û rêveberî û sekreteryaya Torê hate berfirehkirin. Derbarê diyarkirina logoya Torê de amadekarî wê bên kirin û encamên wan wê bi raya giştî ra bên parvekirin. Tor ji xwe re kiriye armanc ku xwe bigihîne hemû aliyên cuda cuda û lewma jî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji beşdarên nû re vekiriye."

SALA BABA TAHIRÊ HEMEDANÎ Û SEFERBERIYA JI BO KURDÎ

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di komcivînê de hate diyarkirin ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî, divê sala 2020'an bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û seferberiya ji bo kurdî û gavên şênber bên avêtin. Ji bo vê yekê jî, biryara pêkanîna konferans, panel, sempozyûm, komxebat û komcivînên li ser ziman û çanda kurdî û piştgiriya sazî û dezgehên ku xebatan ji bo ziman û çanda kurdî dikin hate girtin. Di vê çarçoveyê da bi taybetî di 8'ê Adarê, 21'ê Adarê roja Newrozê û 21'ê Sibatê, 15'ê Gulan û rojên taybet da biryara pêkanîna xebatên curbicur hate girtin.

BANGA LI PARTIYÊN SIYASÎ: ZIMANÊ XWE YÊ SIYASETÊ BIKIN KURDÎ

Ji niha pê ve wê xebatên parastin û geşkirina çand û ziman bi hişmendiyeka sivîl û demokratîk, bi bîr û baweriyeka xurttir bên meşandin. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû sazî û dezgehên sivîl dikin da ku xebatên ji bo parastin û geşkirina zimanê kurdî bi hêztir bikin. Dîsa em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû partiyên siyasî dikin da ku zimanê xwe yê siyasetê veguherînin kurdî û li hemberî polîtîkayên pişaftinê, xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin û piştgiriya hewldana parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî bikin. Her wekî din, em bang li gelê xwe dikin, da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û hêz bidin hewldana parastin û geşkirina zimanê kurdî.

Di komcivînê de me hewl da ku hemû kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî li hev kom bikin, rêyeka danûstandinê di navbera wan da ava bikin û ji bo êş û kêşeyên ziman û çanda kurdî rêyên çareseriyê peyda bikin. Beşdarbûna 300 kesan ji bo me û ji bo ziman û çanda kurdî şanaziyeka mezin, destkeftiyeka giranbuha ye. Ji bo beşdarbûn û bihêzkirina Torê em spasiyê li hemû beşdaran dikin û hêvî dikin ku komcivîna yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî bibe wesîleya parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî."