1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Vegera li Şengalê wê bibe hesabpirsîna ji fermanê
Vegera li Şengalê wê bibe hesabpirsîna ji fermanê,vegera,li,şengalê,wê,bibe,hesabpirsîna,ji,fermanê

Vegera li Şengalê wê bibe hesabpirsîna ji fermanê

Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî anî ziman, ku Êzidiyên beriya niha ferman li wan rabûn ji ber ku li xaka xwe venegeriyan, mal, milk û zeviyên wan ji dest çûn û got, heman metirsî niha jî li ser Şengaliyên koçberbûyî heye

A+ A-

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxê de li Şengalê civaka Êzidî qir kirin, bi deh hezaran Êzidî ji cih û warê xwe koçber bûn. Beşeke girîng a Êzidiyên ku nexwestin xaka Başûrê Kurdistanê biterikînin, li kampên Çem Mişko, Keber 1, Keber 2, Bacid Kendale, Şariye, Xankê, Qadiya û Erbadê hatin bicihkirin. Tevî ku 8 sal di ser qirkirinê re derbas bûne û Şengal hatiye rizgarkirin jî Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê di nava jiyaneke zor û zehmet de ne.

Nûnerê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) yê Silêmaniyeyê Merwan Şengal têkildarî jiyana xelkê Êzidî ya li nava kampan, astengiyên li pêşiya vegera wan û polîtîkayên taybet ên li ser Şengalê ji ANF’ê re axivî.

Şengalî şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û got, meha Tebaxê ji bo wan meheke tarî ye. Şengalî bal kişand ser jiyana xelkê Êzidî ya li nava kampan û got: “Jiyana koçberên Êzidî ya li nava kampan pir xirab e. Di her aliyê jiyanê de tengasî hene. Ji sala 2014’an ve heta niha gelek konên wan nehatine nûkirin. Dîsa gelek car agir bi konan ketine ziyanên canî û madî pêk hatine. Derfetê jiyanê pir lewaz in. Di roja îro de jiyan di asta herî dijwar û di astengî de ye. Jiyana niha li nava kampan tên jîn ne jiyan e. Xwarin û vexwarin tenê jiyîn nîne.”  

'RÊVEBERIYA IRAQÊ ÇAWA JI BO VEGERA PENABERÊN DIN KAR DIKE, DIVÊ JI BO ŞENGALIYAN JÎ HEMAN KARÎ BIKE'

Li ser astengiyên heyî jî Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî destnîşan kir ku gelek astengî hene û wiha dewam kir: “Yek ji sedemên nevegera xelkê Şengalê ew e ku budceya ji bo avakirina herêmê hatine dayîn, nayê xerçkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê heta astekê û li gorî derfetên xwe dikare, pêwîstiyên gel pêşwazî bike. Derfet têrê nake, eger hikûmeta Iraqê alîkarî temam neke, wê gel nikare vegere û dîsa pêwîstiyên xizmetguzariyê neyên pêkanîn. Pirsgirêka avê, ceyranê û xizmetguzariyê gelek in, tenê Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bin vî barî nikare derkeve. Iraq çawa ji bo vegera xelkê Iraqî yên din kar û xizmetê dike, divê ji bo Şengalê jî bi heman rengî bike, da ku xelkê me vegerin ser cih û warên xwe. Xelkê Şengalê li pêşiya kar nebûye asteng, lê her kes an jî qeymeqamê ku bê hilbijartin, hêzek siyasî bide kêlek xwe û were bikeve Şengalê, Êzidî vê yekê qebûl nakin. Ev yek ne edalet, ne jî demokratîk e.”  

‘ŞENGAL JI BAŞÛR EWLETIR E; GEL BAWERÎ BI HÊZA XWE HEYE’

Merwan Şengalî der barê ewlekarî û îdîayên tên kirin li ser Şengalê jî axivî û ev tişt got: “Şengal ewle ye. Gelo ma ewlehiya Başûrê Kurdistanê sedî sed e, dewleta Tirk rojane sînorê Başûrê Kurdistanê binpê dike û topbaran dike. Li Iraqê rojene DAÎŞ êrîş dikin. Hem ji aliyê bejahî û hem jî aliyê hewayî Başûrê Kurdistan hatiye dagirkirin. Behsa ewlekariya çi dikin? Şengal jî parçeyek ji vê herêmê ye. Li Rojhilata Navîn e, ev der jî bê şer û kuştin derbas nebûye. Şengal ji Başûr bi ewletir e. Şengal bawerî bi hêza xwe heye, ev yek girîng e; piştrast e. Tevî êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê jî hêzên me li ber xwe didin, xelkê me li ber xwe didin. Li vir berxwedanek heye. Fedaîyên vê civakê hene, heta dawî baweriya vê civakê bi vê hêzê heye. Ewlehiya xwe ya esas em ji vê derê digirin.  

‘EGER XELKÊ ŞENGALÊ VEGERIN Û DENGÊ XWE DERXÎNIN WÊ HESABÊ FERMANÊ JÎ BIXWAZIN’

Şengalî anî ziman ku heya xelkê venegerin warên xwe, daxwaza mafê xwe nekin, ne mimkûne ku hêzên din werin ji bo wan tiştek bikin û wiha dom kir, “Divê xelkê Êzidî yên ku fikirek wiha dikin ji serê xwe derînin. Ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî Iraq vê yekê nake. Xeterî heye, niha Êzidî venegerin, wê erdê wan ji dest biçin. Warên ku vala bên hiştin, bi demê re her tişt winda dibe û diçe. Niha cîranên Êzidiyan vedigerin, Erebên Sine, Şîa û Tirkmenên Tilehfer vedigerin ser cihên xwe. Dema ev hemû vegeriyan, Êzidî bêjin em venagerin, li vir xeteriyek din heye. Dibe erdên dikevin navbera aliyan ji dest biçe. Eger xelkê Êzidî vegere, dengê xwe derbixe, wê hesabê fermanê jî bixwaze. Berê ciwanan didin derve, çima berê wan nadin Şengal. Dixwazin Şengal vala bikin.”

‘DIXWAZIN RASTIYÊ BIDIN JI BÎRKIRIN’

Şengalî li ser alîkariyên derûnî yên ji bo dîlên Şengalî yên ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin jî nirxandin kir û diyar kir ku bi zanabûn kesên tên rizgarkirin dibin derve û dixwazin rastiya fermanê bi civakê bidin ji bîrkirin û wiha axivî, “Ji bo di warê derûnî de kesên ji destê DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin bi taybet jin û zarokên Êzidî li Şengalê bi cih bûne, nayên derman kirin. Ji bo di warê derûnî de bên dermankirin, dişînin derve. Ev yek jî polîtîkayeke ya valakirina Şengalê ye. Dixwazin bûyer û tiştên rû dayîn weke mîrateyekê zindî li herêmê nemîne, bidin jibîrkirin.  

‘TIŞTA BIKEVE SER MILÊ ME EM AMADE NE BIKIN’

Ji bo vegera xelkê me jî, ji Rêveberiya Xweser bigire heta saziyên xwe yên ewlekarî û civakî hemû di nava kar û xebatê de ye. Tişta dikeve ser milan û dîsa li gorî derfetan xizmeta gel dike. Di warê ewlekariyê de hêzên YBŞ/YJŞ û li hundir jî Asayîşa Êzidxanê Şengal diparêze. Em her dem zextê li hikûmeta Iraqê dikin rêya vegera xelkê Şengalê baş bike.