1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Yekemîn Festîvala Şanoya Jinan a Amedê
Yekemîn Festîvala Şanoya Jinan a Amedê,yekemîn,festîvala,şanoya,jinan,a,amedê

Yekemîn Festîvala Şanoya Jinan a Amedê

Yekemîn Festîvala Şanoya Jinan a Amedê wê di navbera 5-10'ê Mijdarê de bê lidarxistin

A+ A-

Yekemîn Festîvala Şanoya Jinan a ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê û Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) ve bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê organîzekirin, wê di navbera 5-10'ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin. Dirûşma festîvalê wê “Ber bi Rojê ve” be.

 

Di mîhrîcanê de bi beşdariya lîstikvanên jin ên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê wê şano bêne lîstin. Vekirina festîvalê wê di 5'ê mijdarê de bi lîstika nû ya Şanoya Bajêr a Amedê "Çalakiya Malçêkirî" bê lidarxistin. Nurşen Adigüzel, Rêzan Kaya, Perînaz Delazy û Zeycan Ateş di lîstika ku derhêneriya wê Elvan Koçer dike de dilîzin.

 

Axaftin û komxebat

 

Di mîhrîcanê de ji bilî lîstikan dê axaftin jî bên kirin. Bi beşdariya Süreyya Karacabey, girîngiya şanoyê li Rojhilatê Kurdistanê û bandora wê ya li ser jiyana jinan û bi beşdariya Pelda Bal jî bi mijara "Di şanoya kurdî de jin" dê axaftin bên kirin.

 

Li aliyê din wê bi beşdariya Berfîn Zenderlîoglû atolyeya şanoyê bê lidarxistin.

 

Lîstikên ku li salona CandAmedê bên lîstin ev in: Çalikîya Malçêkirî, Gong, Birînên Te Ji Evînê ne, Jinek Hişyar Dibe (BGST), Temuk (Saekiz - Îran), Sevgî Soysal Ji Bo Jîyanê Li Ber Xwe Dide (BGST), Hîşta Qisekanman Tewaw nekirdûwa (Senandaj - Îran), Salma (Kerkûk-Iraq), û Medea (Îran).

 

amidakurd