1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zext lê hate kirin ku tevlî DAÎŞ'ê bibe, lê wê berê xwe da çiyayên azad
Zext lê hate kirin ku tevlî DAÎŞ'ê bibe, lê wê berê xwe da çiyayên azad,zext,lê,hate,kirin,ku,tevlî,daîş'ê,bibe,lê,wê,berê,xwe,da,çiyayên,azad

Zext lê hate kirin ku tevlî DAÎŞ'ê bibe, lê wê berê xwe da çiyayên azad

A+ A-

Zîlan Ciwanro li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li nava malbateke feodal mezin bû. Vê taybetmendiya malbatê bandoreke neyînî li Zîlan dayik û xwişkên wê jî kir. Zîlan neçar ma li nava malbateke ku serdestiya mêr, zext û êşkenceya mêr gelekî zêde ye mezin bibe. Bi taybetî, dema ku xwestin tevî du kûzenên wê bi zorê bên zewicandin, ev rewş qebûl nekir û kete nava lêgerînê. Gerîla Ciwanro bi vî rengî qala vê rewşê dike:

'DIXWESTIN ME BI ZORÊ BIZEWICÎNIN'

"Li nava malbatê mafê axaftinê yê jinan tune bû. Em di rewşeke welê de bûn ku jin biçûk dihatin dîtin. Serdestiya mêr gelekî mezin bû. Vê rewşê bandoreke giran li min, xwişkên min û dayika min dikir. Rewşa kûzenên min jî ji vê yekê necuda bû. Hem li nava malbata biçûk hem jî li nava ya berfireh vê yekê bandoreke neyînî li me dikir. Piştî ku xwestin min û du kûzenên min bi zorê bizewicînin, me ev yek qebûl nekir û dest bi lêgerîna rê û rêbazên rizgarbûna ji vê rewşê kirin."

'BI XAPANDINÊ XWESTIN EM TEVLÎ DAÎŞ'Ê BIBIN'

Ev lêgerîna wan piştî demekê tenê ji bo dûrketina ji malê bû. Di rewşeke wiha de jî xalê wê xwest sûdê werbigire û ji Zîlan û kûzenên wê xwest ku tevlî nava DAÎŞ'ê bibin. Zîlan û kûzenên wê ku hingî nizanîbûn DAÎŞ rêxistineke çawa ye, ev rewş qebûl kirin.

"Me nizanîbûn ku DAÎŞ xwedî îdeolojiyeke çawa ye, çi dike. Bi rêya xalê min me ew nas kir. Ji xwe xalê min ji bo pereyan, ji bo berjewendiyên xwe dixwest min tevlî DAÎŞ'ê bike. Ji min hebû ku xalê min ji bo başiya min, ji bo azadiya gel vê yekê dike, lewma min dixwest tevlî nava DAÎŞ'ê bibim. Min dixwest bi rêya vê yekê azad bibim. Dixwest ij zexta malbatê, ji nêzîkatiyên li dayika min, li xwişkên min, ji nêzîkatiyên li min rizgar bibim. Ji ber vê yekê min qebûl kir ku tevlî bibim. Halbûkî yê ku dixwest min tevlî bike, ji bo berjewendiyên xwe min diavêt nava êgir. Bêguman ez û gelek ciwanên mîna min hatibûn xapandin û tevlî vê rewşê hatibûn kirin. Lê belê şensê min ew bû ku min tevgera azadiyê nas kir."

'CIWANRO YEK JI HERÊMÊN PÎLOT ÊN DIJMIN E'

Zîlan Ciwanro diyar kir ku li derdora malbata wan gelek kes hene ku hinek ji wan tevlî nava DAÎŞ'ê bûn, hinek jî tevlî nava tevgera azadiyê bûn û got, "Di nava malbata me de gelek ciwan hebûn ku tevlî nava tevgera azadiyê, tevlî nava felsefeya Rêber Apo bûn. Lê belê gelek jî tevlî nava DAÎŞ'ê û rejîma Îranê jî bûn. Ne tenê ji nava malbata me, li tevahiya Ciwanro rewş bi vî rengî ye."

Bi vî rengî qala sedema tevlîbûna li nava DAÎŞ'ê ya mirovên ji malbata wan û ji Ciwanro dike:

"Rêxistiniya Wahhabî li Ciwanro xurt e. Yek ji wan herêman e ku dijmin ji bo xwe weke herêmeke pîlot diyar kiriye. Rejîma Îranê jî ji bo Ciwanro ji aliyê çandî ve qir bike çi ji dest tê dike. Bêguman vê yekê li tevahiya Rojhilat dike. Lê belê polîtîkayên bi vî rengî yên bi taybetî li dijî Ciwanro di asta herî bilind de ne. Bandora ol gelekî zêde ye. Bêguman ola ku qalê dikim ew ol e ku ji bo berjewendiyên xwe afirandine. Yanî eleqeya xwe bi ola rastî ya Îslamê re nîne. Mînak du kurên xalê min xwe li Kobanê teqandin. Halbûkî li Kobanê şerekî ji bo azadiyê dihate meşandin. Li gorî ola Îslamê meşandina şerê azadiyê pîroz e. Lê belê wan çalakiyek li dijî vê kirin. Ti eleqeya vê bi Îslama rastî nîne. Lê belê mejiyê wan ciwanan şuştin û xistin wê rêyê. Haya malbatan ji vê rewşê tune bû, ji gelekan hebû ku zarokên wan tevlî nava tevgera azadiyê bûne û piştre bi rastiyê hesiyan."

'ŞENS Û DERFETÊ MIN ÇÊBÛ KU RÊBERTÎ Û TEVGERÊ NAS BIKIM'

Gerîla Zîlan Ciwanro qala pêvajoya naskirina felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike:

"Ya rast, dema ku tevlî nava tevgera Rêber Apo bûm, min rêxistin qet nas nedikir. Ji xwe malbata me ji bo ku em tevgerê nas nekin, çi ji dest dihat dikir. Bi taybetî destûr nedidan ku em li televîzyonê temaşe bikin. Ji bo em nizanibin ku Rêberê me kî ye, ji ber çi li Îmraliyê ye, gerîla ji ber çi şer dike, çi ji destê wan dihat dikirin. Dema ku em tevlî bûn tenê ji bo ji rewşa tê de ne rizgar bibin em tevlî bûn. Yanî me nizanîbûn ku divê azadiyeke bi çi rengî be. Piştî ku tevlî bûn me şens û derfet dît ku Rêbertî û rêxistinê nas bikin. Hingî me ev felsefe baştir û berfirehtir nas kir."

'EZ Ê TOLA ZÎLAN GABAR HILÎNIM'

Gerîla Zîlan destnîşan kir ku dema tevlî bû, ya ku bandora herî giran lê kir, şehîdxistina gerîlaya HPJ'ê Zîlan Gabar bû ku sala 2015'an ji aliyê eşîra xwe ve li Ciwanro hate şehîdxistin. Gerîla Zîlan got, "Niha li çiyayên Rojhilat im. Di tevlîbûna min de bandora Zîlan Gabar mezin bû. Yên ku Zîlan Gabar şehîd xistin, cerdevanên xwefiroş û noker bûn. Şehîd Zîlan li dijî vê rewşa xiyanetê bi rengekî mezin li ber xwe da û piştî ku gelek cerdevan kuşt gihîşt şehadetê. Vê yekê bandoreke mezin li min kiribû. Ji nava malbatê derdora 12 kes tevlî nava refên gerîla bûne. Piştî ku me bihîst Şehîd Zîlan bi tena serê xwe li dijî bi dehan cerdevanan li ber xwe daye wezîfeya têkoşînê kete ser milê me jinan û me jî xwest di rêya wê de bimeşin. Li ser vê bingehê em tevlî nava refên gerîla bûn."

Zîlan Ciwanro destnîşan kir ku armanca wê ya herî mezin hilanîna tola Zîlan Gabar e û got, "Li vir armanca min a bingehîn hilanîna tola Şehîd Zîlan e. Em ê xwîna wê li erdê nehêlin. Şehadeta wê bi destê cerdevanên eşîra me çêbû. Ez ê hesabê vê ji wan bipirsim. Baweriya me mezin e ku tola Zîlan hilînin. Em ê heta dawiyê ji bo vê armancê têbikoşin."

BANGA LI CIWANAN

Gerîla Zîlan Ciwanro di dawiya axaftina xwe de vê bangê li ciwanên Rojhilatî û Îranî dike:

"Bang li ciwanên li Rojhilat û Îranê dikim. Bi siyaseta zexel a Îranê nexapin. Li pêşberî zext û êşkenceya li gelê me tê kirin bêdeng nemînin. Bi taybetî polîtîkayên dijmin ên li dijî Ciwanro bibînin û li gorî wê nêzîk bibin. Gelek mirovan hîn di temenê zarokatiyê de di karên narkotîkê, sîxurî û besîçê de bi kar tînin. Gelek ciwan ji bo karibin pere ji bo narkotîkê peyda bikin diziyê dikin, hinek pere û zêrên dayika xwe difiroşin. Bila nekevin bin bandora rêxistinên Besîc, Wahhabî, Spayîpastaran. Bila bên û tevlî nava refên tevgera azadiyê û tevgera Rêber Apo bibin. Vê zilmê qebûl nekin. Bila bên hevrêtiya vê jiyanê, yekîtî, hevgirtin, sekna li dijî zilmê û edaleta vê jiyanê bi xwe bibînin û bijîn."