1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Belgefîlma Komkujiya Roboskî
Belgefîlma Komkujiya Roboskî,belgefîlma,komkujiya,roboskî

Belgefîlma Komkujiya Roboskî

Belgefîlma Komkujiya Roboskî hate kişandin, lê kiryar hîn ne li holê ne!

A+ A-

JÎHAT AKÇA/CENGÎZ OGLAGİ Ji aliyê Koloktîfa Sînemaya Botan belgefîlma Komkujiya Roboskiyê ku 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatibû qetilkirin, hate kişandin. Piştî xebata 5 mehan di belgefîlma ku ji bo weşanê hate amadekirin de hemû aliyên komkujiyê bi detayan li ber çavan tê raxistin.

Di 28'ê Kanûn 2011'an de gundiyên ji Bêjuh û Roboskiyê ji bo debara mala xwe bikin derbasî Iraqê bibûn û di dema vegerê de ji aliyê leşkeran ve hatibû sekinandin, piştre jî ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatibûn bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 19 jê zarok bi tevahî 34 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Bûyera ku wekî 'Komkujiya Roboskiyê' hate bi navkirin ji roja ewil heta dawî ji aliyê ajansa me DÎHA'yê hate şopandin û rayagiştî bi nûçeyên DÎHA'yê derbarî komkujiyê agahdar bibû. Di dema ku hîn Komkujiya Roboskiyê giringiya xwe di rojevê de diparêze û hîn derbarî berpirsyarên komkujiyê de tu lêpirsîn û hewldan nehatiye kirin de Kolektîfa Sînemaya Botan ku di bin banê Navenda Çand û Huner a Mem û Zînê de xebatên xwe dimeşîne, belgefîlma komkujiyê kişand û ji bo weşanê amade kir. Endamên kolektîfê ji dema komkujî pêk hat dest bi xebatên xwe kirin, piştî 5 mehan belgefîlm qedandin û xebatên xwe bi navê "Belgefîlma Komkujiya Roboskiyê" ji bo weşanê amade kirin.

'Me got, tiştên ku em bikin hene'

Derhênerê belgefîlmê Sedat Bariş da zanîn ku xebatên xwe bi komekî ji 10 kesan pêk dihat meşandine û diyar kir ku wan xwestiye bi xebatekî kolektîf komekî sînemayê li Botan derxînin holê û bi vê komê dengên xwe ragihînin rayagiştî. Bariş wiha got:" Di rojen damezrandina kolektîfa sînemayê de Komkujiya Roboskiyê pêk hat. Me bawer kir ku ji bo ev wehşet ji raya giştiya cîhanê were ragihandin tiştên ku em bikin jî hene û bi van hestan me dest bi xebatan kir. "

Ji bo DÎHA'yê spasiya taybet

Bariş anî ziman ku heta 10 rojan li ser maseyan bi hevalên xwe re civiyan e û li bersiva "Gelo em herî baş çawa dikarin belgefîlmê komkujiyê bikişînin?" geriyane û li ser senaryoyan rawestiyane. Bariş wiha axivî: "Piştî ku me di serê xwe de senaryo zelal kir, ji bo kişandina belgefîlmê em bi 10 hevalan çûn Gundê Roboskiyê. Li wir 2 hevalên din tevlî koma me bûn. Piştre me dît û têgihişt ku li vir hemû çîrok, şêweyên jiyanê, şert û mercên gund, rewşa malbatan her yek bi serê xwe senaryoyekî ye, pirtûkekî ye. Me li gund bi 60 kesan derbarî komkujiyê hevpeyvîn pêk anî. Zêdetirê 30 seatan dîmen kişand. Her wiha me dîmenên DÎHA'yê ku dîmenên herî baş komkujiyê radixe ber çavan in, girt. Ji ber vê yekê hewceye em spasiyên taybet ji bo DÎHA'yê bikin."

Belgefîlm ji bo weşanê amade ye

Bariş destnîşan kir ku bi heftane li gund mane û xebatên xwe domandine û diyar kir ku armanca wan belgekirina êş, çand û dîroka gelê kurd e û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Me xwest ji aliyê dîmenî xîtabî wîcdanê mirovan bikin. Em li ser çan û hunera herêma botanê xebate dimeşînin. Lê ji ber ku ev mijare cuda ye me li ser komkujiya Roboskiyî xebat meşan. Belgefîlma Komkujiya Roboskî yekem xebata me ya bi vi rengî ye. Tiştê ku bikeve ser milê me em dê bi awayekî baş bimeşînin. Ji niha de daxwazên belgefîlma Roboskîyê zêde ye. Em dê di demek nêzîk de belgefîlmê temam bikin û di mihrîcanê de bidin pêşanddan."

'Me berpirsiyariya xwe ya sinc û wîcdanî anî cih'

Xebatarê Kolektîfa Sînemaya Botanê Kerem Uçar, jî ani ziman ku Cizîr warê çand û hunerê ye û wiha axivî: "Li her dera herêmê huner heye û çavkaniya çand û hunerê ye. Gelek xebatên me hene. Lê vê xebata me di sînemayê de cih negirtiye. Em wekî Kolektîfa Sinemayen Botanê li ser mijara Roboskiyê ku di rojevê de ye rawestiyan. Me xwest em peyvira xwe ya wîcdanî û sincî bînin cih. Ev xebata me ya ewil e. Me xwest em bi vê xebatê mijarê her tim di rojevê de bihêlin. Me xwest êşa gelê Botanê parve bikin.

Komkujî tenê bi belgeselekê nayê ziman

Uçar, da zanîn ku ev komkujî tenê bi belgeselekê nayê ziman. Uçar, da zanîn ku bi dehan pirtûk li ser vê komkujiyê tên nivîsandin.

(ab/mae)


Bêjeyên Miftehî