1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ‘Cinêv berjewendî, federalî çareserî ye’
‘Cinêv berjewendî, federalî çareserî ye’,cinêv,berjewendî,federalî,çareserî,ye

‘Cinêv berjewendî, federalî çareserî ye’

A+ A-

KENDAL CÛDÎ

KOBANÊ – Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik diyar kir ku hevdîtinên Cinêv-3 li ser esasê berjewendiyên siyasî, mezhebî û aborî têne meşandin, lewme xitimîne û tekane çareserî sîstema federaliya demokratîk e.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik berbarê xitimandina hevdîtinên Cinêv-3, rola dewletên herêmî di vê xitimandinê de de, binpêkirina agibesta li Sûriyeyê, armanca êrîşên Rêjîma Baas ên li ser Qamişlo û Sîstema Federaliya Demokratîk wê çawa aloziya Sûriyeyê çareser bike de, bersiv da pirsên ANHA’yê.

* ji Cenêva 1 û 2 tu çareserî derneketin, niha jî Cenêva 3 heye û wisa xuya ye ku encam dernakeve. Gelo sedema vê xitimandinê çiye?

Çend sebebên ber bi çav hene ku Cenêv bê encam dimîne. Hinek sedemên ku tên dîtin hene, yek ji wan aliyê rêjîmê û koalîsyona niştimanî ya Sûriyeyê li hev nekirin, yanî şertên ku herdu alî di danûstandinên de li hev nakin hebûn û nebûna Esed, her wiha çêkirina hikumeteke nû ye. Sedema duyemîn, berdewamkirina şer ji aliyê herdu hêzan ve ye.

Lê di nêrîna min de sedema rast a xitimandinê ew e ku şert û mercên dê aloziya Sûriyeyê çareser bikin nehatine amadekirin. Mesela agirbesta ku hatiye îlankirin çiqas ket meriyetê. Dîsa agirbest ne bi îradeya hêzên Sûriyeyê hate plankirin, ev agirbest di navbera Rûsya û Amerîka de hatiye çêkirin. Amerîka û Rûsya jî dixwazin hêzên li ser rûyê erdê bixin bin kontrola xwe.

Sedemek din jî ew e ku kesên îro bi navê gelê Sûriyeyê li Cenêvê hevdîtinan dikin, temsîla gelê Sûriyeyê nakin. Ne Rêjîm û ne jî hêzên opozîsyonê temsîla rast a gelê Sûriyeyê nakin.

Wekî din li ser maseyê qet behsa azadiyê nayê kirin. Em nikarin behsa vê jî bikin, ji ber ku kesên niha di danûstandinê de ne, ji gelên Suriyeyê pirs nekirine ka daxwaz û pişniyarên wan çine.

Dîsa tu projeyek rast ji bo çareserkirina aloziyê heta niha ji aliyê rêjîm û koalîsyona niştimanî ve nehatiye pêşkeşkirin.

Van sedeman hemuyan hişt ku Cenêv 1 û 2 têk biçin û Cenêv 3 bixitime. Lewma ji Cenêvê tu encam dernakevin. Pirsgirêk ne tenê cîhne gitina kurdan û temsîliyeta Rojava ye. Dema em dibêjin pêwîst e nûnerên Rojava di Cenêvê de amade bin, ev tê wateya ku hemû nûnerên Sûriyeyê tevlî bibin. Cinêv ne ji bo çarserkirina aloziya Sûriyeyê ye, ji bo parvekirina desthildariyê ya di navbera rêjîmê û koalîsyona niştimanî de ye.

* Rola dewletên herîmî yên wekî Tirkye û Erebîstana Suudî di xitimandina Cinêv de çi ye?

Ji xwe pirsgirêka bingehîn a ku aloziya Sûriyeyê dirêj dike destwerdana hêzên derve ye. Ne tenê hêzên herêmî, hêzên navnetewî jî rolekî giring di xitimandina Cenêvê de dilîzin. Di serî de jî Rûsya û Amerîka îro li Sûriyeyê şerê berjewendiyê dimeşînin. Rûsya dixwaze berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn biparêzê û zêde bike. Amerîka jî dixwaze Sûriye û Iraqê bike navenda siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn. Lewma herdu alî jî naxwazin aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Li aliyê din Tirkye, Suûdî û Qeter li eniya Suniyan, Îran û hin hêzên din jî li eniya Şiiyan disekinin. Lewma şer veguheriye şerê mezheban. Ev yek ji sedemên bingehîn ên aloziyê ye. Şerê mezheban Yemen, Iraq Bahreyn û Lubnanê jî tê meşandin. Bi vê yekê şerê desthilatdariya Şiî û Sunî tê kirin. Lê zirara herî mezin îro gelê Suriyeyê dibîne. Aliyên ku li Sûriyeyê şer dikin, bûne alavên vî şerê mezhebî. Dema Koalîsyon behsa çareseriyê dike, di çarçoveya berjewendiyên Tirkiye û Suûdî de tevdigere. Rêjîm jî li gorî berjewendiyên Îran û Rûsya tevdigere.

Her aliyekî ji van xwest ku kurdan bikişînin aliyê xwe, lê em nebûn alîgirên tu aliyan û xeta xwe ya sêyemîn meşand.

* Gelo ev şerê mezhebî berdewam bike, wê li Suriyeyê rewşek çawa derkeve, wê veguhere Iraqê yan na?

Mirov dikare bêje ku Sûriye niha jî wekî Iraqê ye. Şerê di navbera Şirî û Suniyan de ku li Yemen û Lubnanê jî heye, tehokeyek pir mezin e. Ev herêmê vedigerîne beriya hezar û 200 sal berê. Dewletên ku vî şerê pêş dixin, armancên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî esas digrin. Lê yên ku bedel didin gelên feqîr û karker in.

* Piştî xitimandina hevdîtinên Cinêv, êrîşên rejîmê yên li ser Qamişlo çawa tên nirxandin?

Sîstema dewletê her tim xwe li ser provaksyonan û xapandinê ava dike. Êrişên li ser Qamişlo û taxa Şêxmeqsûd bi armanca ku gelê Kurd bikişîne nava şerekî, pêk hatin. Rejîm dixwaze Li Cizîrê di navbera kurd û ereban de fitneyê derxîne. Dema em behsa projeya çareseriya li ser esasê biratiya gelan dikin, rêjîm jî dixwaze di nava pêkhateyan de fitneyê derxîne. Rêjîmê piştî li bakûrê Helebê, derdora Deraa û Tedmurê girtin, dixwest hêza xwe bide nîşan dan û ji her kesî re bêje hêza min heye. Lê Rêjîma Baas bi vî rengî dawiya xwe tîne. Êdî bila rêjîm rastiya xwe fêm bike. Em bawerin ku gelê Kantona Cizîrê nayê vê lîstikê.

* Aloziya Suriyeyê dê çawa çareser bibe, Sîstema Federal wê çawa bibe bersiv?

Sîstema Federaliya Demoktarîk a gela ne, ne sîstema desthildaran e, mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze. Li şûna sîstema navendî, sîstema ku îradeya her herêmekê diparêz e ye. Pirsgirêkên mezhebî û olî çareser dike û bingeha jiyana hevbeş di nava gelan de ava dike. Lewma Federaliya Demokratîk ji bo aloziya Suriyeyê çareseriya tekane ye.

(a)

ANHA